Þivan Perwer, 23.12.1955 ê li gundê Sorî (kû li ser Siwergehê ye û dikeve nêvbera Amed û Rûha'yê de) xwedê daye. Cîyê lê xwedêdayî herêmeke xwedî giyaneke (rûh) felsefî ya pir kûr e, mîna dirûvê erdnîgarîya xwe. Ev dorhêl bi muzîkê tije ya û vê kûrahîya felsefi kabiliyeteke mezin ya mûzikê jî daye mirovan. Bapîrê Þivan Perwer, bîlûrvan û dengbêjeki mezin bû. Eywaneke aidê (xweserê) wî li gund hebû. Bê dost, bê mêvan, bê heval nedikarîya bimîne. Li wan derhêlên nîzik kesên xwedi kabîliyetên çandeyî (mîna mûzîk, destan, çîrok û cûr be cûrên wêjeyê) mûheqeq dibûn mêvanê wi. Sohbetên wanên civakiyên bi muzîkê heya derengîya þevê domdikir. Dengbêj rûdiniþtin bi saetan klasikên gelêriyên diroki bi dengên bilind dixwendin û dijîyandin. Mesela; Siyabend û Xecê, Evdalê Zeynikê, Eyþana Îbê, Evdî, Erebê, Bêmal, Delalê Qerejdaxi, Lawkê Metînî, Þêxa Delal, stranên govend û dîlan. Bi vî awayî ji êvarî heya derengîya þevê ji aliyekê bilûr, ji aliyê din keman, an jî dengê dengbêjan li kûrahîya rûhê insanan tesîr dikir, bi sedsalan ew paþ de dibirin û ew mirovên bi van guhdarkirinan radizan gelek caran di xewnên xwe de jî ev bûyêr diditan. Ji alîyê din ve zordarîya li Kurdistanê, zulma li ser ziman, çande û þexsiyeta mirovan hêj bêhtir jan (êþ) dida mirovan û di pêþberê van tehdayîyan de kîn û nefreta di hûndirê wan de berhev dibû, hest (hiþ) û evîna di hûndirê wan de veþartî digerîya ev qêrîn ji dikir kû bi ruhî, bi mirovînî xwe bi tayê jîyanê ve girêbide û dirûvekê muzîkî distand, dibû muzîk. Va ye di vî atmosferî de gelek caran di her bergehi de lehengên (qehreman) bênav digiheþtin. Ango di têkoþîna li hemberê zordarîyê de, di bûyerên çandeyiyên ji vê dirûvê jîyanê derdayî kes (þexis) derketine nêvengê (holê). Þivan Perwer di vî atmosferi de giheþtîye. Tû kesî xisûsî ew perwerde nekirîye, dijê vê ew bûyereke kû dirûvê jîyanê derxistî nêvengê ye. |
Wî di biçûkatîyê de dest bi stran gotinê kir. Di tim bûyerên jîyayî û bîhîstî de ew dijîyan û bi stran ji hundirê xwe derdixist. Mirovên guhdarî Þivan dikirin, ji vî zarokê weha biçûk kû buyerên mezin dijî mat (þaþ) dibûn. Buyerên dijiya, an ji xeyal dikir. dikire stran û carinan bi seatan digot. Vêca li dorhêlên xwe caran ne bi çavê zarokan lê dinêrîn. Di civatê de giranîya wi hebû. Lewra, weko hêviyek ya civatê ji wi hebe pê re muamele dikirin her demî. Þivan'ê biçûk li dora xwe de þexsîyeteke fîlozofîk yê muzîkal dihate naskirin û jê heskirin. |
Lêbelê li gor Þivan, ev civata, paþdemayî, berteng lê xwedîyê xususîyetinê rind bû, ji alîyê civakî û ccedil;andeyî ve gerek bihata guhartin. Bi wi ser û dinya xwe ya bicûk evên he dê çawa pêk banîna. Van tiþtên he giþan riyek ya çareyê bi wi didan lêgerinê. Ji nêv vê civatê derketin, ango bi der ve çûyîn fîkra li hinek tiþtên teorîk geran, hin bûn û dûv re jî li civata xwe vegerîn di temenên biçûk de ew kûr kûr diamand. Ji ber kû gelê kurd ji her ali ve hatibû rapêçan û di bin tehdê (tûndîyê) de bû, di ser de polîtîkaya bihûjtin (asimilasyon) ê ya tîr hebû, riya wî ya dî hûndirê, çandîya xwe de bi civakî, teorîk, teknîk û kirdarî (pratîk) pêþveçûna wi hatibû birîn (girtin). Ew civata weha ne azada kû bi vî awayî nedikarî biser bikeve helbet, bêhtir di bergehê çande û hunerî de karîye serfiraz bibe. Derktina Þivan jî mînakek ya vê yekê ye. Weke li jor hati gotin, hunermendên kurdên bi kurdi digotin di jîyaneke berteng, zehmetîyên wê pir, þexsiayata hatî êxisitn, bi deng remanên xweþ çiqas hîkarî (tesîr) li civatê bikiran jî, ji ber êxistina xwe ya þexsî nexwdîyê tû biryarê bûn. Hunermendên kurdan yên li gor fermanên (emrên) dewletê hereket dikirin jî, ji rûmerên netewî dihatin dûrxistin, vê carê jî çiqas xwedîyê derfetên (imkan) mezin jî bin, diketin derecek ya bê þexsiyetîyeke din (ya dûwem). Ango an bi kurdî bibêje, li rûmetên xwe xwedî derkeve di bin emrê axayê kurd de bimîne, bibe mirîdê þêx, bibe dengbêjek basit, an jî dest ji rûmetên netewî tevan berde, bibe xwedîyê derfetên maddî, lêbelê mina qaþmerê zordestan hereket bike. Va ye weha bû rewþa çandê, hunermend, muzîsyen, hozan û nivîskarên kurd. |
Þivan Perwer li van tevan îsyan kir û çi bigre (çi bibe bila bibe) bi armanca çêkirina herî rind pêkbîne tembûra xwe hilda, hestên xwe yên di kurahîyên gîyanê (ruh) wi de kombûyîn, bûyerên di mejîyê wî de çêbûyîn bi stranên xwe dan gelê xwe. Kî çi bêje bila bêje, kîjan polîtîka kîjan xetê bikêþe, kîjan pêþewa û pêþkêþ têkeve kîjan ramanên xwe yên karîyerîst bê wate Þivan dê weha her bi domîne. Lewra ev ya herî raste, wî ji her al^yên jîyanê bi sedan stran ccedil;êkirine û hêj jî didomîne. Hozanê me hêj ciwantir, înamîktir, enêrjîk û bi bîrewerî xebatên xwe didomîne, em hêvî dikin kû dê hêj jî berhemên xweþiktir biafirîne. |
Þivan Perwer bi profesyonelî 1975 ê dest bi hunermendîyê kirîye, li gor bûyerên li dinyayê hatin guhartin her sal berhem afirandine, bi klasîkên gelêrî mijol boye, di vî bergehî de rê þanî gelek hunermendan kirîye û bûye mînak ji wan re. |
Hêvîya me ew e kû rûmetên hîn rindtir û xweþiktir biafirîne. |
Ji bo agahdarîyê: Ev nivîsînên seri li kaseta Þivan Perwer i bi navê Nazê, ku li alîyê ÞIVAN PRODUCTIONS û SES ve hatîye çêkirin, hatîye veþandin. Min jî her viha ew pêskês î we kirîye. Hêvîdarim ku bi dilê we be! |