Zimanê Me Rûmeta Me yê.
 
 
 

 
Hasan Bildirici
Pirs???

Serîgirtina pirsgirekan karê rewşenbîrek nîne. Pêwîstê rewşenbîr pozê pênûsa xwe biki nav gilokên pirsgirêkan ên ku bûnin wek behra nêmê.

Ên ku bi navê cîvatek pênûsê dişuxulinên mejbûre wêrek û biedalet be. Ger rewşenbîrek serîgirtina pirsgirêkan û durûtîyê ji xwe ra bike kar, dibê sedemê qetla qirna dû tê ku mejbûrê çek hilgirtinine.

Pirs gelekin, em di vira da bi zêdayî tînên ziman, Dewleta Tirk doza Kurda da neheqe û bi vî neheqîyê dilê Botan, Garzan û Amedê ji şûnê qetand. Hemû navçe, gund û mezrayên ku têda dihat jîyandin bi serûbin kirin. 3 hezar gund û mezre dan valakirin. Bi mîlyonan Kurd bi dînkirinîyê dan koçber kirin. Bi kuştinan tirsa mirinê a sedsalî kir dilê mêrên Kurdan.

Gelo ji bo çi bû?
Ji bo dawîbûna neheqîyan û destxistina jîyanek bi însanî… Di vî tekoşîna sî salî da ên ku neheqî lê hati bû kirin jî Kurd bû, ên berdêl dabû jî…

Vaya li vîya terê; Diz perê we dizîyê. We xwastîyê perê xwe xilas bike le we mal û milkê xwe jî wenda kirîye. Serda jî hûn dadgehê da tewanbar hatîyê îlankirin.

Ma di girtîgehan da yek kujyerekî Kurd kuştîyê heyê? Ma di ajandê we da navê yek kesekî gundek dayî vala kirin ku derheqê wanda doz hatîyê vekirin heye? Ma kîjan wezîfedarê ku bend kirîye sûyê Kurdan di kîjan girtîgehêda radizê?

Kurd di nav hilweşandinê da yê. Kolan bi zaroyên wan ên bûnin serserî tijî bûye. Rewşenbîrên wan di penaberîyê da ye. Dewletê navên bi hezaran kujyerên xwe veşart le yek PKK yî kî jî efûnekir. Hûn dikarin navê yek PKK yîyekî pêşîya wî vekirîyê û di pêşerojê da bikaribe li ser axa xwe bi azadî sîyasetê bike bibêje?

Çareserîya ku ew qal dikin, qirkirina qirna li himber neheqîyê serîhildayê û ji xwe hatîyê qirkirin jî…  Ma di zagonekî da
, di pirtûkek dibestanê da navê Kurda derbaz dibe?

 

Pirs mirova dîn dike. Ên xwe ji bo pejirandina sîyaseta Enqerê û Îstenbolê a ku li ser înkarinê hatîyê avakirin amade dikin ji ber van pirsên mirovan dîn dike nerihetê.

Le em mejbûrin bipirsin: Ma ew qaymeqamê kû fermana kuştina zaroyek 12 salî ên  Kurd  dabû bi alîgirîya walîtîyê nehat xelatkirin? Ma navê generalê ku 33 Kurdên gundî gullebarankiribû nedan leşkergeha wî navçeya qirkirin lê qewimî bû?

Ma hemû rêvebirên dewletê ên ku di Kurdîstanê da hatîyê wezîfedarkirin nijadperestên Tirk nînen? Ma biryarên hemû kuştinan di wan deran da nayê dayîn? Rewşenbîr û sîyasetmedarên Kur çima penaberin? Ma cîwan çima li çîyane.

Tiştên ku di vî warîda nerm bûyî çîyê? Ma vî dewletê xwerexnekirîyê, vî dewleta dilê Kurdîstanê ji şûnê jêkirîyê?

Pirs gelekin. Le sîyaseta navçeyî ji pirsan ditirse û dibêje tev nede. Dema ku em piştgirîya xwe parastina Kurdên başûrî dikin mora « neteweperstîya kevnar » li me dikeve. Ma mafê Kurdên bakur tunê canê xwe biparêzên, ma ew jî nikarin gund û navçeyên xwe birevebibin, sûyên xwe ber gulleyan bidin alîyek ?

Kurd bê nasname tevû avakirina komarê bibûn, va bê nasnametîya heyştê salî bû bela serê wan. Niha jî Kurdên mayî dîsa bê nasname bi hêla “demokratîk” va tê montajkirin. Ên Îslamî jî dixazin di bin sîya “omet” ê da Kurdan bê nasnme bêhilin û bihelînin. Yanî dîsa Kurd tunê. Ên henin jî hedefa lûleyên rêvebirên nijadperestên Tirkane.

Heya lûle ji kortika Kurdan dernekevi ne pirsgirêka Kurdan çaereser dibe ne jî pirs xilas diben. Çi wextê leşkergehên leşkerên kujyer tenê ji bo talûkên ji der va tên xwe ber  bi tixûban kişand, ewlekarî bi hêza polêsan hat parastin, sîyaseta herêmê di Amedê da li parlementoyek herêmî da hat avakirin çareserî jî pêk  tê.

Ew çiqas înad dikin bila bikin le dawî vaya ye…

Hemû Nivîs
 
 

 
 
 

 
Rûpela Serî - Ziman - Helbest - Ferheng - Nivîsar - Malper - Têkilî