KîNE EM?

Kîne em?

Kurdê Kurdîstan

Tev þoreþ û volqan

Agir û pêtim

Sorim wek eytûn

Agir giha qepsûn

Gava biteqim

Dinya dihejî

Ev pêt û agir

Dijmin dikujî

Kîne em?

Ez rojhilat

Tev birc û kelat

Tev bajar û gund

Tev zinar û lat

Ji destê dijmin

Dijminê xwinxwar

Xurt û koledar

Ji Rom ji fireng

Di rojên pir teng

Bi kustin û ceng

Parast, Parast

Parast me ev rojhilat

Kîne em?

Rojhilatê nêzîk

Rojhilatê navî

Ev bajar û gund

Ev bej û avî

Ket bin destêmin

Pî da ser dijmin

Me bi ceng û þer

Zanîn û huner

Piþta wî þikand

Serî lê gerand

Em bû padiþah

Xurt û serbilind

Ketin destêmin ta sînorê Hind

Kîne em?

Kîne em?

Kurdê serfiraz

Dijminê dijmin

Dostê haþtiwxaz

Ez xweþ mirovim

Ne hirç û hovim

Lê çibikim bê þer

Dijmin naçi der

Bav û kalêmin

Dijîn tev serbest

Naxwazim bijîm

Ta ebed bindest

Kîne em?

Divê ez derkevim

Dijminê xwinxwar

Þêhê efyûnkêþ

Jontirkê dijvar

Serbest bijîm ez

Wek hevçaxê xwe

Dilxweþ bixwum ez

Rez û baxê xwe

Çekan hilgirim derkevim meydan

Rêçek nû çêkim ji boyî însan

Kîne em?

Ezim ê þikand leþkerê Rêçar

Min bi xwina xwe parasti ev war

Di sînga dijmin ez bûme kelem

Xwe dan ber siya min Turk û Ecem

Li ser serê min

Sinbil û kulah

Serê hespê min

Digirt padiþah

Ezim ew gernas

Ew Selehaddin

Bi pirs ji dimyat

Bi pirs ji Hetin

Kîne em?

Ezim Erdeþîr

Ew Noþirwan

Kesrayê mezin

Bê tac û eywan

Dostê kevnare

Ko bûne dijmin

Ser ditewandin

Bir agrê min

Ezim ew qelaþ xurt û penlewan

Xerac min distan ji Hînd û Yewnan

Kîne em?

Ezim ev gernas, ezim ev mêrxas

Belê ezim Kurdum

îro ez mame

Bindest û zigurd

Ew tac û eywan

Tev çûn û rizîn

Dijmin nav û deng

Tev dijmin dizîn

Xistin laþê min mikrobên teres

Ta bûm perîþan bê nav û nekes

Kîne em?

Ezim ew kurdê ser hiþk û hesin

îro jî dijmin ji min ditirsin

Bîna barûdê

Kete pozê min

Dixwazim hawir

Bikevim çiya

Naxwazim bimrim

Dixwazim bigrim

Kurdîstana xwe

Axa Midîya

Kîne em?

Kawey hesinkar bav û kalê min

Perçiqand serê Zehakê dijmin

Ji gerdana Kurd

Wî þikand zencîr

Serê me parast

Ji birîn û þûr

Roja hat kuþtin xwînmêjê dilsoz

Goya bibêjin ew roje Nûroz

Zivistan diçi

Ew rojên ne xweþ

Parêz dibi Kurd

Ji devê Zergeþ

Wesan dibêjî Zerdeþtê rêzan

Ehreman diþkê Hirmiz tê meydan

Kîne em?

Ezim ê çêkir ev cejn û nûroz

Divê bistênim

Wilo nemînim

Bigrim tol û doz

Fermandar bim ez

Li ser Kurdistan

Bo min bimênin

Ev bax û bostan

Ev þax û þinahî

Bigrim destê xwe

Dil xwoþ û þahî

Zana û xwenda

Dezgevanên xurt

Vî warî bigrin

Bikin ronahî

Kîne em?

Ezik ew Kardox Xaldêwê kevnar

Ezim ew Mîtan, Nayrî û Sobar

Ezim ew Lolo

Kardox û Kudî

Ezim Mad û Goþ

Horî û Gudî

Ezim kurmanc û kelhor, Lor û Gor

Ezem ez Kurdum li jêr û jor

Çen hezar salin

Perçe perçe ma

Bin destê dijmin

Kîne em?

Îro ji Lor û kelhor û Kurmanc

Ji dest xwe berdan ew text û ew tac

Bune olperest

Bi tizbî û xiþt

Ta dijmin þikand

Li me ser û piþt

Me dan bin lingan dewlet û hebûn

Bûn dujminê hev perçe perçe bûn

Ta ko Kurdistan

Ta ko Kurdistan

Jar û periþan

Kete bin destan

Kîne em?

Ezim ev milet, ezim ejdeha

Ji xewa dilî þiyar bûm niha

Dixwazim wek mêr

Dixwazim wek þêr

Serê xwe hildim

Çi ser bilindim

Bi cîhan carek

Ez bidim zanîn

Rêçika Markis

Reçika Lenin

Kurê Guhderz û Ferhad û Rustem

Kurê Salar û Þergoh û Deysem

Bejin bilindim

Wek dêw bilindim

Ez dest drêjim

Serbest dibêjim

Dixwazim bi lez

Gavan bavêjim

Kîne em?

Ne xwinxwarim ez

Haþtî xwazim ez

Serdarê meye gernas û nebez

Em þer naxwazin

Divên wekhevî

Em paþve naçin

Dijmin direvî

Ji bo mirvan em tev dost û yar

Biji Kurdistan, bimri Koledar

Kîne em?

Diwana Sêymin, Kime Ez, 1973

CIGERXWÎN