ZEMBÝLFROÞ

Farqinê, wekî bayekî germ bi evîn, bi tirs lê paqijî girtibû li ser hêl û herkesi, li dora kela farqînê. Wa dibêji gelê me. Zembilfroþ lawkê Ebbas ya emîn ya ne nas. Xêr û xeraca nastîne, keda destê xwe dixu. Hurmeta mîr, evîna xatûnê, Heskirna welat germ hele ya zarok û jina wî bi dilê wî ye.

Quro sêlka zêde bîne

Mîr dixwazi li ser nivîne

Buha buha þi te bistîne

Lawko ez evîndarim

Xatûn mîna delali

Min bihîst mîr ne li mali

Bazada min bi malê helali

Xatûnê we ez tobedarim

Ha dil were carek bi çoþ

Car car ne xweþ þerbeta xoþ

Dilxinyata Zembîlfroþ

Zembilfroþ lawkê vîyani

Ez dibêjim tu pir nizani

Min þi bo eþqa dil te anî

Lawko ez evîndarim

Xatûna mîna zêrine

Kusur li ser te qet nîne

Lê dilê min kesî nahebîne

Xatûnê we ez tobekarim

Hay hay hay hawari hawari

Xatûn pir evîndari

Li ber rehma xwedê xwari

Bi eþqa mayi bê çare

Evîndarê ma bê çare

Xatûn li jor kar dike

Zêr li enyê par dike

Karê sedsalan par dike

Cavên min mîna înane

Hustên min mîna keytani

Dranê min mîna mercani

Enya min mîna ferþani

Berê min mîna fîncani

Fîncanê min mîn û ferþani

Singa min mîna zozani

Zozanê heft eþîrani

Zembilfroþ lawkê dewrêþ

De biki kêf û seyrani

Zembilfroþ lawkê dewrêþi

Keremke tu were bêji

Hekê zembîlê xwe bivêji

Lawko we ez evîndarim

Lê lê lê lê xatûnê

Cavên te mîna zeytûnê

Ditirsim þi agrê eytûnê

Ya xatûn ez tobedarim

Tobedarê xalkê cebbarim

Ser toba xwe nayêm xwarim

Zembilfroþ lawkê fekîre

Were ser doþeka mîre

Didim te gulyên herîre

Lawko we ez evîndarim

Tu xatûna ber civanî

Tu li ser text û seyranî

Tu ji min re nabi kevanî

Xwedî zarok û eyyalim

Zarok tazî û birçî li mali

Xatûnê we ez tobedarim

Zembilfroþ lawkê nenasî

Tena derpî û kirasî

Tu ji destê min nabi xelasî

Lawko we ez evîndarim

Xatûna gerden bi morî

Qet nabi qut te qusûrî

Tirsa min ji mirevê jorî

Xatûnê we ez tobedarim

Tobedarê Zerdeþtê kalim

Ser toba xwe nayêm xwarim