Xelata muzîka cîhanî ya îsal gihîşte hunermendê Kurd Şivan Perwer. Komîteya xelatê ya Akademiya "Charles Cros", bi minasebeta CDya Şivan ya dawîn “Min bîrîya te kiriye” ev xelat di roja 18ê meha 11an de li Parîsê pêşkêşî wî kirin. Şivan ji vê xelatê re layîq hate dîtin ji ber ku wî muzîk xistiye xizmeta azadiya milletê xwe.
Xelat di bin parastina serokomarê Firansayê "Jacques Chirac" de ji alî komîteyekê ve hate dayîn.
Di merasima xelat dayinê de rewşa milletê kurd ya îroyîn, êş û dijwarîyên ku kurd dibînin û hêvî û gumanên wan ji pêşerojê û ji cîhanê hat behskirin û bîranîn. Herwisa di van hissîyetên kurdan de rola muzîka Şivan çiye hat behskirin. Şivan jî bi axaftineke kurt û gotina strana ”Ferman e, ferman e, fermana me kurdan e” spasî komîtê û Jacques Chirac kir. Di merasimê de Kamuran Ji-Kîkan, wek sekreterê instituya Kurdî û werger beşdar bûbû. Me Birêz Kikan li Diusburgê di şahiya 30 saliya damezrandina PSK de dît û li ser girtina xelatê jê agadarî girtin, wextê Şivan tenê ji bo kişandina fotoyekê hebû....
Em hunermendê gelê kurd ê mezin Şivan Perwer ji bo xelata wî ya nû pîroz dikin, û hêvîdar in ku ew hela hê gelek xelatên mezin bigre.

Charles Cros (1842 -1888) kî ye?
Charles Crosê firansî, mirovekî nexwende û nenivîser bû, lê di warê muzîkê de hunermendekî piralî û şareza bûye. Ew herweha helbestvanekî hezkirî jî bûye, lê tiştê ku ew li cîhanê daye naskirin ew e ku, wî cara yekemîn Giramafon îcat kirîye. Ji bextreşiya wî re hevalekî wî yê nêzîk fikra wî diziye û li ser navê xwe qeyd kirîye. Ango wî di şûna Cros de xwe wek îcatkarê Gramafonê daye naskirin û bûye xwediyê patentê. Dûra hatiye tesbîtkirin ku xwediyê fikra gramafonê yê rastî Charle Cros e.
Navê Charles Cros li Akademiya Muzîkê kirine. Her sal bi nave wî ji hunermend yan jî berhemên hunerî yên bijartî yên salê re xelat tên dayîn. Xelat di bin parastina serokomarê Fransayê de ji alî komîteyekê ve tê dayîn.