Pirs: Werger çi ye?
Li hev nasandina kulturan e.
Pirs: Tu li ser girîngiya wergerê çi difikirî?
Bê guman werger, an jî karê wergeriyê di nav faaliyetên xwe de hewla li hevnasandina kulturên gelên din bi awayek aktîv, rolek gelek giring dilîze. Di bin paraleliya vê aktîvîteyê de, cihê gotinêye ku mirov bêje, werger pira di navbera Kulturan de ye. Li ser vê pirê em bi kulturên, yên ku ji bo me yan qet nayên naskirin, yan jî kêm tên naskirin, hevûdû rû bi rû dipêrgînin. Em di wexteke pir bilind û modern de dijîn, di vê wextê de tu gel di nav sînorên welatê xwe de îzole nebûye, û dinya jî ji sedemên rewşa multîkutereliyê gelek biçûkbûye. Ev rewş zimanan û kulturan gelek nêzîkê hev û dû kiriye. Êdî di vê wextê bilind de mirov tenê bi yek nasnameyê nayê naskirin, bi gelek rengên dewlemend û bi gelek kulturên cur be cur tê naskirin. Ji xwe êdî armanca însanê jî ev e. Di vê çarcoveyê de wergerî gelek rolên giring dilîze.
Pirs: Xweşî û başiya wergerê çi ye?
Xweşî ev e, ku mirov di nav karên wergeriyê de gelek tişt hîn dibe. Wekî din, ez dikarim her pirtûkeke ku tê wergerandin wek kûraya okyanûsê mînak bidim, hingê mirov bixwîne, mirov nikare xwe di vê kûrayê de binoqîne, lê ku mirov bi karê wergeriyê xwe li ser biceribîne, ew dem werger wekî noqarekî xwe di kûraya pirtûkê de dinoqîne û hemî hênavê okyanûsa pirtûkê bi çavek tazî dibîne. Başî jî ev e; ku wergerandina pirtûkan di zimanê dayîk de cîh digre. Ez bi vê gelek dilşad dibim, gava ku edebiyata dinê di zimanê Kurdî de tê wergerandin.
Pirs: Wergereke bi rêk û pêk çawa pêk tê?
Wergerî mijûlayek pêşeyî ye. Di nav civakên hemdemî de ev mijûlayî wekî pêşeyî hatiye rûniştandin û bi awayek programatîk , sîstematîk rûniştiye. Bi awayek din ku ez rave bikim, di nav civakên modern de li kîjan deverên dinê kîjan berhem were weşandin, li dû vê di gelek zimanan de jî heman berhem tên wergerandin. Yanî her nivîskarek xwedî wergerek e. Lê di nav civaka me de tişteke bi vê rengê hêjî peyda nebûye. Eva bo me pirsgirêkek gelek mezin e. Bê guman hewce dike, ku bi zanedariya vê pirsgirêkê wergerî di nav me de jî were rûniştandin. Lê ev jî li gor rewşa civakê diguhere, ku civak ji xwendewanan pêk were, ew qas jî pêwistiya wergeriyê derdikeve pêş, di bin vê pêwistiyê de rêkûpêktiya wergeriyê mumukun dibe. Ji hêlek din jî dikarim bêjim ku karê wergeriyê, an jî karê nivîsê di nav civaka me de karek luks e, ji ber ku xwendawan tune, yên ku dixwînin jî hewil nakin, daku ji Kurdî bixwînin. Ez bi xwe wegeriyê di nav wextê xwe yê vala de pêktînim, lê ev rewş jî min gelek diêşîn e. Bi vê rengê pêkanîna wergerek profesyonel gelek zehmet dibe.
Pirs: Di wergerê de zehmetiyên ku derdikevin pêşberî te çi ne?
Bê guman tu kar bê zehmetî pêknayê. Ji bo pêkanîna her tiştek xebat û ked hewcedike. Zehmetiya herî mezin jî ev e ku ez nikarim wergeriyê wekî pêşeyek di jiyana xwe de bidim rûniştandin.
Pirs: Te çima û çawa destpê wergerê kir?
Çima û çawa min xwest ez xwe li karê wergeriyê biceribînim: Pêşiya her tiştê edebiyat gelek bala min dikşîne, û min her tim dixwest, daku ez di jiyana xwe de bi edebiyatê re rû bi rû bim, aliyek vê hezkirinê jî dibe ku karê wergerandinê be, aliyê din jî xwe di warê nivîsandinê de ceribandin be. Lê piştê demek haw tu dibînî ku êdî ev her du bi hev re derdikevin holê, û di ahengiyek de bi hev re dimeşin. Lê bo min yê herî giring jî ev e, ku li gor hewcedariya karê wergeriyê min destpêkir, yanî pêwistiyek civakî ye. Min ne dixwest romanên klasîk an jî modern, yên gelên din di zimanê tirkî de bixwendiya, hingê min destpê xwendina romanek ji zimanê Tirkî bikira, ew gav di dilê min de jî gumanên mezin li ser zimanê Kurdî peyda dikir. Lawre her xwendina romanek, an jî pirtûkek ji zimanê Tirkî, Erebî, Farisî gavek berbi windabûyîna zimanê Kurdî ye. Her tim diketim li pey romanan, daku di zimanê kurdî de bikaribûya peydabikira û bi kêfek xweş bixwendiya. Lê sed mixabin, pir caran min nedikariya peydabikira, an jî ji xwe tunebûn, yên ku hebûn jî di şertê Kurdistan û Tirkiyê de nedihatin peydakirin. Vê hewcedariyê ez ber bi xwe ve kêşandim.
Pirs: Te heta niha çend pirtûk wergerandine Kurdî?
Min heya niha du pirtûk wergerandine. Ev her du pirtûk jî ji Ernest Hemingway nin, Kalemêr û Behr (The Old Man and the Sea), Şer û Evîn (A Farewell to Arms).
Pirs: Çima berhemên bîyaniyan gelekî kêm tên wergerandin?
Sedemek ev e, ku wergerandin wekî pîşeyek di nav civaka me de rûneniştiye, ya dûwemîn jî weşanxanên Kurd di vê warê de bi gelek kêmasiyan hebûna xwe didomînin. Weşanxane dikarin di bin însiyatîfa xwe de ji bo wergerandina berhemên gelan komîsyonan ava bikin, di komîsyonên ku dê bên avakirin de, pêwiste ji gelek zimanên biyaniyan pêkwere, dê her yek endamên komîsyonê ji zimanê ku dizanin berheman wergerînin. Belê ji vê re aboriyek xurt hewce dike, lê di gel her tiştê ve ceribandinek bi vê rengê mumkun e.
Pirs: Kovarên Kurdî pirr kêm nivîsên wergerê diweşînin, ji bo dewlemendiya naveroka kovaran jî, nivîsên wergerê pêwistin. Ji bo nasîna edebiyata gelên cîhanê jî werger pêwist e. Gelo Kurd zêde girîngiyê nadinweregerê, yan sedemên din jî hene?
Rastî kovarên Kurdî jî di jiyana me de gelek kê min, yên ku derdikevin jî di demek Kurd de ji holê radibin. Belê gelek sedemên van, yên giring hene. Bê guman kesên ku kovaran derdixînin, an jî kesên ku di warê edebiyat û nivîsê de mijûl in, di civakê de jî gelek li pêş in. Ji ber vê jî, ez texmîn nakim ku girîngiyê nadin wergeriyê, bîlakîs bo wan jî ji bo domkirina weşana kovaran gelek giring e. Lê çi mixabin ku ev jî di warê kultura kovarê de problemek gelek mezin e. Kovar tenê bi serê xwe tevgerek e. Ku kovarek xwedî temenek dirêj nebe, ev jî tê vê maneyê ku ev kovar nikare bibe xwediyê tevgerek. Bê guman kesên ku kovaran derdixînin xwedî tevger in, lê problem pêkanîna sazûmankirina tevgeran e. Wekî din kovarek xwedî sazûman di heman demê de bi xwe re, ji edebiyata dinê karê wergerandinê jî pêktîne. Mirov dikare gelek sedeman bi lêv bike, wekî problemên aborî, peydakirina xwendewanan û tuneya wergeran. Di civaka me de werger pirr kêm in, hema mirov dikare bêje ku peydakirina xwendewanan jî problemek gelek mezin e, û aborî ji bo domkirina weşana kovar û wergerê gelek giring in. Ev her sê hêman ji bo nasandina kultur û edebiyata gelan gelek giring in.
Pirs: Hinek nivîsên te yên nîrxandina pirtûkan derketin. Ji bo dewlemendî û pêşketina edebiyata Kurdî nirxandinên edebî rolek girîng dilîze. Lê di vê hêlê de berhem tune ne. Loma jî divê berhemên li ser vê babetê bêne wergerandin. Gelo ji bo vê tu çi dibêjî?
Car caran nivîsên bi vî rengî dinivîsim, lê ne hertim. Li gor min nivîsên ji bo nirxandina berhemên edebî yên Kurdî gelek giring in, pêwist e ev bi şêweyek li ser hîmê rexnegiriyê derkeve holê. Hêjî di edebiyata Kurdî de, bi taybetî li Kurdistana Bakur rexnegiriyek xurt pêk nehatiye. Di vê warê de hewce dike ku rexnegirî wekî sazûmanek di dinyaya edebiyata Kurdî de cih bigre.
Pirs: Niha tu li ser çi dixebitî û çi werdigerînî Kurdî? Ji bo pêşerojê tu dê berhemên çawa wergerînî Kurdî?
Vê gav ji bo demeke kurt tu xebat li pêşiya min tune. Demeke kurt berê min pirtûka duwemîn qedand, ji ber vê jî niha tu pirtûk li pêş min nîne, bê guman dê ezê wergerandinê bidomînim û di mejiyê min de jî gelek pirtûkên ji edebiyata klasîk hene, lê vê gav hewceyê min bi wextê heye.
Ji bo bersivên te spas.
Ez jî gelek spas dikim.