Serrûpel Hejmar 63, avrêl 2005

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nûçe
  • Newroz li Amedê
  • Peyama Newrozê ji Bûroya Kurdî ya Brukselê
  • Serleşkeriya tirkan, kurdan bi xiyanetê sûcdar dike!
  • Ecevît dixwaze bibe dostê kurdan?!

  • NEWROZ LI AMEDÊ
    Ragihandin: FÛAD SÎPAN (AKPINAR): fuadsipan@yahoo.de


    KURDISTAN-AMED, 23.03.2005

    Beriya ku ez li ser cejna Newrozê biskeinim, hêjayî gotinê ye, ez li ser êvara 20ê Adarê bisekinim, ya ku serokê Şaredariya Amedê li Otela Demir bi Kokteylekî mêvanên Pena Navneteweyî, Navenda Pena Kurd û ya Tirk silav kir. Di pê silavkirina birêz Osman Baydemir re birêz xanima Joanne Leedmon-Ackerman, Sekretera Giştî ya PENa Navneteweyî axaftinek kir û wiha got”her çend dîroka Pena Navneteweyî weke xaleke biçûk li hember dîroka pênc hezar salan li Diyarbekirê-Amedê tê dîtin, lê dîsa jî Pen kevnetirîn û saziya nivîskarên cîhanê ya bi tenê ye, ku di sala 1921an de hatiye damezirandin” û wiha berdewam kir ”Ev xewnên çeleng yên me nivîskaran û endamên Penê ne û ev platformek e ku êdi çandên me winda nebin. Ev jî hêviya me ye, ku em li Diyarbekirê encamê bistînin”.

    Newroz Manîfestoya berxwedan û azadiyê ye. Newroz xelata Kawayê hesinkar e, ku diyarî me kiriye, dayîk, kal û bavên me bi hezarên salan e bi serbilindî vê cejna dîrokî pîroz dikin.

    Belê em werin ser cejna Newrozê li Amedê. Her tişt li ser axa mirovan xweş e. Çimkî hemû tiştên li ser axa mirovan têne kirin siruştî ne. Her çiqas li derveyî welat derfet ji bo pîrozbahiya cejnan û edetan hebe jî, lê pîroz kirina wan li ser axa welat tiştekî din e. Heyecaneke din e, kêfxweşiyeke din e, serbilindiyeke din e.

    Ez jî bi wê serbilindiyê û bi heyecaneke lerizî di roja 21 Adarê de li Amedê li Newrozê beşdar bûm. Em, heyeta Pena Navneteweyî û ya Navenda Pena Tirk û Kurd sibeha bîst û yekê Adarê di Saet 9.30an de ji Otela Demir bi Otobûsa Şaredariya Amedê (Belediya Diyarbekirê) bi rê ketin û me berê xwe da meydana Newrozê. Cihê meydana pîrozbahiya Newrozê ji navenda bajêr 10km dûr e û me xwe nêzîkî di saetek û nîv de gihand meydanê. Çimkî gelê Amedê û ji der û dora Amedê wek lehiya behrê bi rê de bûn û berê xwe dabûn meydana Newrozê. Gel him bi peyan, him bi erebeyan, him li ser cîp û kamyonan bi rê de dikişiyan meydanê. Zarokên bi kincên xwe yên dibistanê, ciwan û keçikên xemilî, kal û pîrên bi kêfxweş û serbilind cejna bav û kalên xwe yên ku ji sed salan vir de ji aliyê talankeran ve hatibû qedexe kirin, bi heyecan û coşeke tijî pîroz dikirin. Mirov nikare vê heyecan û coşê di gotarekê de bîne ziman, mirov anacax dikare bi beşdarbûnê tama vê coşê bigire. Lê dewleta talanker dîsa li ser kar bû û bi teyarên şer û helîkopteran di ser me re digeriyan û guhên me ker dikirin. Di nav meydanê de Agirê Newrozê vêdiket û bi beşdarbûna hozanan gel bi govendê Newroz pîroz dikir. Ji ber ku di hustiyê min de kerta Pena Kurd hebû, loma her kesî bawer dikir ku ez li meydanê berpirsiyar im. Mirovek bi navê Hacî Emîn Karahan ji gundekî Amedê ji min pirsî, ku keçika wî di nava vê lehiya gel de wenda bûye û divêt ez alîkariya wî bikim. Min jî ew bire cem polês, ku jê re alîkar bin. Ez di nav gel de digerim, ji hin kesan çend pirsan li ser şahiya Newrozê û hest û hisên wan pirs bikim. Min ji nişka ve bihîst, jinek li yekî digeriya û got, ew belqitye, li kû ye. Ez jî vegeriyam û min got, xwûşkê ez dikarim ji te pirsekê bikim?. Wê got erê. Lê navê xwe negot, tenê navê gundê xwe got. Xanima Kurd ji gundê Kabiyê, bi Tirkî jê re dibêjin “Baðvar Köyü” wê li ser pirsa min wiha got ”Em ji bo Newrozê û ji bo aştiyê hatin. Em ji bo biratiyê ne û dixwezin bila xwîn bê sekinandin” Li ser van gotinan min pirsî, ku ji malbata wan şehîd hene an na? Wê wiha got”Lawê Xwîşka min şehîd ket û keçika wê jî gerîla ye, haya ti kesî jê nîne”. Li ser van gotinan ez kelûgirî bûm, min êdî nikaribû jê pirs bikim. Lê wê dîsa bi xwe berdewem kir û wiha got ”bila zilm û zordarî rabe, em serbest bin, û em bi serbestî zimanê xwe qise bikin”. Di pê vê hevpeyvîna kurt re, ez rastî xanimeke din hatim, ku navê wê jî Xanim e û min jê hisên wê li ser cejna Newrozê pirsî û wê wiha bersiv da min û got ”Divê em li hev bikin, bila gerîla bikaribe ji serê çiya vegere û deriyên hemû heps û zîndana vebe, divêt dema xezebê rabe û aştî çêbibe”.

    Bi rastî li ser dikê(sahnê) heta derketina Ciwan Haco û di pê re jî derketina Îbrahîm Tatlîses mecala min çênebû, ku ez bernamê bişopînim. Di vê qelebalixê de îmkana min çêbû, ku ez derêm cihê Protokolê û min - ev cara yekem e - bi kêfa dilê xwe guhdarî li Îbrahîm Tatlîses kir. Lê derketina Îbrahîm Tatlîses li ser dike wisa ne hêsan bû. Çimkî ji piraniya gel re derfet tinebû, ku Îbo here ser dikê. Di dawî de Îbo gellek bi zehmetî derket ser dikê û Newroza gel pîroz kir, û got ”ez destê hemû dayîkan maç dikim”, û di pê re dest bi stranên Kurdî kir. Stranên ku wî gotin, ev bûn: Lê lê ya dê, Newroz, Canê canê, Rinda min gewra min, Lûrkê lûrkê, Çiya bi berf û dûman e pêşmergê me di nav de ne û Yek mûmik du mûmik. Ji ber ku pir xortan dixwest bazdin ser dikê, Îbo jî gellek aciz bû û got “Kuro bisekinin, ez ji we dîntir im”. Û Îbo dîsa eşkere kir, ku ew ji Rihayê ye û diya wî Kurd e.

    Ji cihê Protokolê tiştekî bala min kişand, di nav hefsed, heysed kesî de tenê aleke Kurdistanê hebû û dema min ev al dît ez him ji kêmaniya alên Kurdistanê xemgîn bûm, lê li hêla din jî pir kêfxweş bûm û min ji xwe re got, ev jî ji tinebûnê çêtir e.

    Hatina me ji bo cejna Newrozê li wê meydanê çawa bi hêsan û zehmet bû, vegera me jî jê zehmetir bû, em ji cihê meydanê heta navenda bajêr sê saetan di rê de man û êvarê jî di salona Şaredariyê de civîna vekirina Konferansa Navenda Pena Kurd li ser pirrengiya çandî, di bin sîwana Pena Navneteweyî de û bi alîkariya UNESCO dest pê kir û ezê di pêşerojê de li ser bi berbifirehî binivîsînim.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: mehname@yahoo.com
    Contact us: mehname@yahoo.com

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.