MEHNAME dixwaze bizane ka hûn derbareyî wê çi dibêjin
Mehnameyê ta niha kariye ta çi pile û dereceyê xizmeta we bike?
Lokman Polat: Kovara Mehname xizmeteke gelêrî dike û ev xizmet xizmeteke hêja ye, pîroz e. Mehname ji bo pêşveçûna çand, ziman û edebiyata kurdî, xebateke baş û girîng pêkaniye û ew vê xebata xwe didomîne.
Ji Mehnameyê çi kêm e û di wê de çi zêde ye?
Lokman Polat: Her hejmara Mehnamê bi naverokeke xurt derdikeve. Nivîsên ku ta niha hatine weşandin, herkê li gor beşa xwe nivîsên baş û bi kalîte ne. Di Mehnameyê de, ji hêla naverokê ve kêmaniyên berbiçav tunene, hinek kêmaniyên ku hene jî, ji bo jiyana weşanî normal e.
Divê di hejmarên bên de em çi bikin daku baştir bersiva pêwîstî û hewcedariyên nivîskar û xwendevanên me bê dan?
Lokman Polat: Tiştên ku hetanî niha hatine kirin, divê bên berdewamkirin. Hewcedariyên nivîskaran –bi taybetî jî yên nû- nivîsên wan bêne weşandin. Bi min divê Mehname girîngî bide wan kesên ku hêj nû bi kurdî dinivîsin. Heger di nivîsên wan de şaşî û kêmanî hebin jî, divê ew nivîs bên weşandin ku kesên nû ji bo kurdî nivîsînê bêne teşwîkkirin.
Berhemên nivîskaran wek diyariya Mehnameyê bêne weşandin, baş e. Gelek kes berhem diafirînin, lê îmkanên wan ên teknîkî û aborî tune ku berhemên xwe biweşînin. Loma jî dema pirtûkên wan –wek pirtukek elektronîk- di Mehnamê de bê weşandin, ew ê keyfa wan bê û dilşad bibin ku pirtûkên wan bi riya teknîkê –înternet- gihaştiye xwendevanan.
Di demekê de ku gelek kovarên din jî yên elektronîkî bi kurdî tên weşandin, rola Mehnameyê çi ye yan gelo rolek wê maye?
Lokman Polat: Her kovar li gor xwe rolek xwe heye. Rola Mehnamê jî li gor wê heye. Gelek nivîsên ku di Mehname de hatine weşandin, di kovarên din de nehatine weşandin. Ji xwe hinek nivîsên ku Mehname weşandiye, di malperên din de –û bi taybetî di malperên hêzên siyasî de- ne mimkune ku bêne weşandin.
Di Mehname de pirdengî, pirrengî û azadiya ramanî heye. Ev jî kovarê xurt dike, rolek taybetî dide pê. Rola Mehnameyê du jî hebû, îro jî heye û dê sibê jî hebe. Loma jî divê ew jiyana xwe ya weşanî bidomîne.
Bi kovarên din ên elektronîkî yên kurdî re divê Mehname di nav hevkarî yan pêşbaziyê (reqabetê) de be?
Lokman Polat: Di nav hemû weşan û kovarên kurdî de divê dostanî û hevkarî hebe. Helbet divê pêşbazî jî hebe. Lê, ev pêşbazî nebe sedemê dijayetîyê. Di nav kovaran de reqabeteke demokratîk tişteke tebiî ye.
Bi kurtî: Tu Mehnameyek çawan dixwazî?
Mehnameyeke wek xwe, lê hîn jî dewlemendtir û bi her awayî kemilandî.
Ji kovara Mehname re temenekî dirêj û di her warî de serketin.