Serrûpel Hejmar 36, rêbendan 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Pozname

Şahînê Bekirê Soreklî: Rola medyayê
Meşal Temo: Baca demokrasiyê û pejirandin sûcan!


Binsala we tîrsoz be

Pozdirêj Henekbêj

Du dînên ji te biaqiltir li ser rêya asinî dibezîn. Dengê trênê hat û herdu revîn. Piştî kurtedemekê yekî ji yê din re got:

- Kuro, ma me kembax bû!

- Bo çi?

- Rêya asinî li vir xelas dibe!

* * *

Mamoste ji zarokan dipirse:

- Dil li kîjan alî ye?

- Ez dizanim mamoste, Temo dibêje. - Li aliyê hindir e.

* * *

- Çima bên ji tirran têt?

- Daku kerr jî zewqê jê bistînin.

* * *

Ez û hevalek xwe ji ber polîsan direvîn. Ez pirr westiyabûm û min ji hevalê xwe re got:

- Ez êdî nikarim bibezim.

Hevalê min ez aşt kirim:

- Tişt nabe, em du caran ji polîsan zêdetir li dor xanî zivirîne, lew tu dikarî hinekî bêhna xwe vekî.

* * *

Li ser otomatek kondoman hatibû nivîsîn:

"Heke otomat nexebite, herin nik tamîrker. Heke bixebite, herin cem sekreterê."

* * *

Li ser sifreyê tirra mamê te hat û wî tirra xwe berda. Û wiha got:

- Ev çi xwarina bêşerm e ku mirovan di cî de dide tirrandin.

* * *

Li dadgeha eskerî eskerek ji ber nobetnegiriyê dihat darizandin. Esker wiha xwe parast:

- Min hema dît ku du sivore di şelwalê min de ne û pê ve hildiketin û yekî ji yê din re got:

- Em van gûzan zû bibin an paşî bênê?

* * *

Li eskeriyê:

- Saqo kêr te têt?

- Belê, qumtan'm

- Pantolon kêr te têt?

- Belê, qumtan'm

- Pêlav kêr te têt?

- Belê, qumtan'm

- Pa çima tu bo eskeriyê hatiyî qebûlkirin?

- Çawan, qumtan'm?

- Divê leşê te bêtişe be lew ew kêr te tên!

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem
Arşîva Cegerxwîn?


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.