Serrûpel Hejmar 37, reşemeh 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname


Aforîzma (*)

Cankurd: cankurd@hotmail.com

Dîplomasî ew e bibêjî "bijî aştî" ta derfeta şer hebe.

Rewşa we ne baş e lê ya me jî ne xirab e.

Jiyan xelekek bûyeran e ku tu ne hakimî ti ji wan î.

Avê venaxwim ji ber masî dimîzinê.

Ez ne zêde jîr im lê dikarim tiştên giran hilgirim.

Dojeh û cehenem virtîvale ye ji ber ku hemî şeytan û xirab li ser dinyayê ne.

Tiştên nayên bîra min qet ji bîra min naçin.

Bo afirandina aforîzmên baş tenê kaxezek paqij û mejiyek pîs lazim e.

Dinya çerx û felek e. Geh xulam î geh kole.

Ebedî bîskek dirêj e.

Xwekujî pileya herî berz ya xwerexnekirinê ye.

Eger bi ser nekevî, belgenameyan biruxîne daku kes nizane ku te ceriband.

Eger qewimî, diyar e gengaz e.

Ta min xwe elimand duhî, îro hat.

Her tiştî sinorê xwe heye, ji bilî bêaqiliya mirovan.

Herkes herdem bendewar e ku ez şaşiyekê bikim.

Dawiya kembax baştir e ji kembaxiya bêdawî.

Navseretî ew e ku dilê fire û navtenga teng cihê xwe bi hev diguherînin.

Tecrûbe baştirîn dibistan e lê dibistanek pirr giran e.

Tecrûbe navê hevbeş yê şaşiyên me ye.

Mala min li wî cihî ye yê televizyona min lê.

____________________________________________

Nota Mehnameyê: şik û guman tê de nîn e ku nivîskarê me yê bêrêz Pozqirêj Kilmûşmêj pirraniya van aforîzmên "xwe" ji xelkê dizîne. Lê helal bin!

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.