Xwelîbêjk û tenîbêjk
Dizîn û berhevkirin: Pozqirêj Kilmûşmêj
Mirov ji şaşiyên xwe fêr dibe. Lew herdem şaşiyan bikin.
Qerf û henek û galte û tirrane tiştên gelek jidil û cidî ne.
Bi baweriya çil milyon mêşan gû jî xweş e.
Azadî peykelek e li bêndergeha New Yorkê.
Hemberî rewşa me ne reşbîn be - helwesta te bêbandor e.
Gû nexwe - eger bizanî dê li te vegere.
Serê xwe li dîwar nede, li derî bigere.
Ti car wî karî bo sibê nehêle yê tu bikarî dusibê jî bikî yan nekirî bihêlî.
Dîrokê nexwîne, wê çêke.
Ti car li yê têkçûyî nede çunke dibe ew rabibe ser xwe.
Heval tên û diçin - dijmin tên û dimînin.
Hevalê destê xwe li pişta te dide, li cihekî digere da kêrê lê bide.
Dizîna ramanekê rûreşî ye. Dizîna gelek ramanan lêkolîna zanistî ye.
__________________________
Birêz Eskerê Boyik di gotarek xwe ya nirxbilind de kerem dike: "Ez çûm Hecê ... [da]ku ji gunên xwe yên dinyalikiyê xilaz bibim."
Mixabin Boyik ji raya giştî re ranegihand ka ew dixwaze ji niha pêve bêgun be yan jî hin gunên nû ji xwe re peyda bike.
|