Serrûpel Hejmar 39, avrêl 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname


Hêvî kaniyê dibîne,
bawerî avê jê tîne
û ya yên tî av dide evîn e

Axel Fredenholm

Mirovên ji şaşiyan ditirsin, mezintirîn çewtiyan dikin.

Wêrek û jixwebawer be. Çi li te biqewime, bo başiya te ye: tu tijî hêz û şiyan î lew divê canê te yezdanî be û ramanên te berev berzî û bilindiyê bin û dilê te ji evînê re vekirî be. Yê bikare xwe, padişahê dewletek mezin e.

Aramî û bextiyarî para te ne lê ta ji tirs û xweperestiyê xilas nebî, nikarî wan bi dest bixî.

Yê piştrast be ji rastiya xwe, dikare bi bênfirehî li benda gava diyarker bimîne. Bênfirehî ye navê wê navçeyê ya dikeve navbera sinorên pozbilindî û serşorriyê. Yê hişmend dinaze ku her tiştî dema xwe heye, û ew fêrî hinêra spehî ya bendewariyê bûye.

Eger bixwazî rastiya xwe binasî û dinyaya xwe ya rastîn bibînî, divê tu çavên xwe bimiçînî. Plotinus gotiye: "Giyan nikare delaliyê bibîne, eger ew bi xwe ne delal be." Wa ye.

Guh bide wijdana xwe.

Dema li rastiyê digerî, xwe bi xwe be. Ti carî xwe neke tiştek din. Xwexapandin ti carî bi ser nakeve. Ti carî nikarî siriştê û dadiya yezdanane bixapînî.

Fîlozofê elman Kant dibêje ku du tişt hene wî dikin matmayî û ecêbgirtî. Yek ji wan esmanê stêran yê li hindavî wî û yek jî cîhana sinc û exlaqî ya di hindirî wî de. Encamên zanistî diyar dikin ku gerdûn bi rastî jî bêqam mezin e. Lê hê jî mezintir in cîhanên veşartî yên giyanê. Angaşta Voltaire, ku çar hezar pirtûkên li ser metafîzîkê hatibin nivîsîn nikarin bersiva wê pirsê bidin ka giyan çi ye, dikare rast be. Mirovên pêşerojê dikarin hê jî dûrtir biçin di vê biwarê de. Ev jivanek gewre lê şeng e bo nifşên bên.

Gelek tişt hene ku ne pêdivî ye bên gotin. Hê zarok fêr bûm ku ne pêwîst e bersiva her pirsê bidim. Dîplometekî, ku ket ber heqaretên nedadane, bi aramî bersiv da: "Tişta divê camêran negotiba, divê camêr nebersivînin."

Welatê nenas yê di xwe de vebikole. Gelî û newalên wî, sinor û seqayên wî binase. Canê te çend mezintir û kûrtir be, hind pirrtir pêdivî bi vekolîna wê heye. Ew ne karek asan e. Konfuçe gotiye: "Bi rastî karîna xwe ji her tiştî zêdetir pêwîstî bi wêrekiyê heye."

Bibe ramanwerek erênî û pozîtîv. Rewş çend kembax bixwiye, yan ta bi rastî kembax be jî, serê xwe hilde û derfet û delîvên xwe bibîne - ew li ber te ne.

Konfuçe carekê got: "Bo min ne xem e eger ez nenas bimînim. Lê ez ê bikoşim wisan bijîm daku bikarim tiştek binirx ji xwe bo cîhana pey xwe bihêlim."

Mirov nikare bifikire ku tişta em bi "jiyan" dinavînin, dikare kevn bibe. Agirê jiyanê hatiye şibandin li gel ronahiya lampeyê ya her têt vêxistin. Ew ji xwe wisan e ku nikare kevn bibe. Lampe dikare kevn bibe lê ronahî na. Her wisan bedena me jî dikare kevn bibe lê jiyana van pîran jî mîna ya zarokan xort e, nû ye, çist û çeleng e.

Ramanên xwe seh bike, ew avaker in yan jî xirabker in. Ramanên xirab dizên bêwijdan in. Ti sinor nînin ku nikarî bi ramanên xwe di ser re derbas bibî. Lew tenê ramanên baş û avaker bike. Ne sal lê raman me pîr dikin.

Peyvên bedew nikarin hêza ramanên xerab feramoş û pûç bikin. Lew bi dostî li hemû zîndeweran birame.

"Jiyan kurt e", ew kes dibêje yê tenê wê jiyanê dinase ya mirov li vê dinyayê dijîn. Lê yê hişyar dizane ku jiyan têra xwe dirêj e eger mirov wê baş bi kar bîne.

Di her rewş û kawdanê de ji şert û mercên heyî razî be. Nefsa biçûk pena û stare ye dijî nearamiyê û razîbûna bi piçekê hişmendî ye.

Ji Sokrates hat pirsîn, ma ew hest pê nake ku kesekî heqaret li wî kiriye. "Na", wî got, "çiku gotinên ew dibêje li min nayên."

Ne girêdayî tiştên derveyî be. Ma eger dinyaya derveyî hemû hêza te bistîne, tu dê çawan bişê dijwariyên xwe yên hindirîn.

Mirovê dilê wî tijî evîn û hezkirin be, dê cihê baweriya hemû afirandiyan be. Ew bi ewleyî li ser rêya xwe dimeşe û qet hinda nabe, û ta dirrindeyên daristanan jî ziyanê nagihîninê. Yê ji hemûyan hez bike, qet xerîban nakuje.

Li dilgiraniyê hişyar be. Ew mîna cerrikek serberjêrkirî ye ku ronahiya dilşadiyê jê hatiye qutkirin. Eger dilnexweşî deriyê te biqute, hê qeraseyek din jî bide ber. Dilnexweşî xwe dixe kirasê jixwedêtirsiyê. Lê ew dijminê hişmendiyê ye û wa dike ku qirşik jî mîna karîte giran bixwiye. Kes nikare bi girînê xwe dilaram bike.

Kêfxweşiyek hindirîn heye ku ne ji cidîtî û ne jî ji tenêtiyê ditirse. Ew hertim gurr û geş e û xwe bi xwe ye. Kaniya wê kûr di reseniya bûneweriya te de ye. Bihêle ava wê bikeve hiş û bîra te û başî û bedewiyê bibiriqîne, wek çawan kaniya di navbera çiyayan de tavê û ewrên pirrdirûvî diteyisîne. Bi hiş û bîr hêza aşop û xeyalan bêsinor e. Eger xeyal bikî ku tu kesek gir û qenc î, tu dê bibî ew. Bi xwe bide bawerkirin ku tu bi gerdûnê re yek î û ku hêzên wê te hildigirin.

Ti xeterî nîne ku dilê qayim nikare zora wê bibe. Rêya felatê ji ber deriyê wêrekî û bênfirehiyê dest pê dike. Yê wêrek bi rehetî û dilaramî pêrgî dijwariyan dibe û serî ji wan distîne.

Yê rastiyê dizane, xwedî zanîn e. Baştir e piçek rastî bêt zanîn, ne gelek derew.

Pirr mezintir e eger mirov bikare qenciyê di xeraban de bibîne li şûna xerabiyê di qencan de bibîne. Ti kes ne bi temamî qenc û ne jî xerab e.

Ne asan e rastiyê ji belkoyiyê û hişmendiyê ji zanînê ferq bikî. "Yê hişmend dizane ku zanîna wî bawerî ye, lê yê bêhiş hizir dike ku baweriya wî zanîn e", wek şaîrek rojhilatî gotiye.

Roja xwe baş bi kar bîne çiku ew êdî qet venagere.

Bawerî, hêvî û hezkirin pevbendek e ku di hemû ol û dînên mezin de peyda dibe. Ew dikarin mîna reh, qurm û gupikên daran bên hesibandin. Ew girêdayî hev in.

Nezanî, xweperestî û mijûlbûna bi karûbarên rojane rê li ber bextiyariyê digirin. Yê bixwaze morîk û mircanên bihagiran bibîne, divê van astengan ji ber xwe rabike. Misogertirîn rê berev bextiyariyê hilketina raserî ramanên xweperestî û serhişkiyê ye.

Xwezî tu bizanî ka bo bextiyarbûnê pêwîstiyên te çend kêm in daku tu qet bênteng nebî. Bextiyar ew e yê xelkê bextiyar dike. Lê yê bi hesûdî hemû bextiyariyê ji xwe re hildigire, wê ji dest dide.

Eger bikarî bi bextiyariya xelkê kêfxweş bî, tu bi xwe jî bextiyar î. Eger bibînî ku xelk bi ser dikevin û bi biserkeftina wan dilxweş bî, tu bi xwe jî biserkeftî yî.

Ti carî hêviya xwe ji dest nede û nehêle bela kêfa te vebirevînin. Yê hinêra hêviyê hebe, ne ji tirsa xofên jiyanê û ne jî yên mirinê ditirse. Hêvî kaniyê dibîne, bawerî avê jê tîne û ya yên tî av dide evîn e.

Dilê xwe pak biparêze. Dilê pak zora hemû astengan dibe, û ti fêtkarî û galdan nikarin ziyanê bigihîninê. Ronahiya lampeyê geş dibiriqe eger dil û zeyta wê paqij bin. Rastî û dilpakî agirê giyanê gurr dikin.

Eger biserkeftinên îro te def bidin berev jortir ji têkçûnên duhî, te derfet û delîvên baş hene.

Armanca gewre ew e ku ji her kesî re derfet û delîv bêt dan daku bigihin wê ya çavan nedîtibe û guhan nebihîstibe.

Armanc azadbûn e. Azadbûn ji xwestekên kesîn û ji bandorên xweperestî. Azadbûn ji girêdayîbûnê, ji siûdê û belayan. Azadbûn ji tirs û nearamiyê. Azadbûn ji têkoşîna kembax ya navbera ezîtiya bilindtir û ya nizmtir. Kêfa azadbûnê û azadbûna kêfê.

Yê armanc nebe, erê wenda jî nabe lê nagihe ti derê jî çiku ti der nîne biçiyê.

Hedefa xwe bilind bigire û di armanca xwe de birêkûpêk be. "Meş bi gava pêşîn dest pê dike", pendek çînî dibêje. Lê ne bes e ku gavek bêt avêtin, divê ew bi aliyê rast ve bêt avêtin.

Hînî pûnijînê bibe. Pûnijîn dalepîna (konsentrebûna) berdewam e li ser mijarekê. Pûnijîn canê mirov ron û pak dike, pirtikên biçûk jî ji can. Asan e mirov li ser tiştê jê hez dike bipûnije. Lew dikare bêt gotin ku pûnijîn evîn e û evîn jî dia û lava ye.

Meşên bêarmanc bi rastî ne ti meş in.

Eger biçî daku dostan bibînî, dê wan bibînî. Eger biçî daku dijminan bibînî, dê wan bibînî.

Dostaniya li ser bingeha pesndanê hatibe avakirin, dê bi xwiyabûna yekem rastiyê têk biçe û bifelişe.

Tu bi xwe pêşeroja xwe çêdikî.

Dema ramanên tarî û nearam bikevin serê te, hêz û şiyana xwe bi wan ve pûç neke. Birame ku tu dijberî wan î. Eger tiştekî ji dil bixwazî, zû yan dereng dê bi rastî jî bigihiyê. Serê xwe hilde berev tava spêdeya roja ji rojhilatê dertê. Nearamî û ramanên xwe yên tarî ji bîr bike. Hemû berê xwe bide xweşî û bedewiyê, birame ku tu baş î, kêfxweş û spehî jî, û tu dê bi ser bikevî.

Carinan guh bide gotinên mirovên têkçûyî: "Xwedê ez wiha çêkirime." Ti sedemek nîne ku jiyana mirov têkçûyî be. Ji her kesî ji me re gelek yan piçek sermiyan hatiye dan ku divê em matî jê bikin û hesaba wî bigirin. Em dikarin wî bikin bin erdê jî lê nikarin berpirsiyariya xwe veşêrin. Erka her kesî ew e ku texsîriyê neke.

Her roj şikirdar be ji para xwe. Bibe xwedî ramanên erênî. Xwe biwestîne bo kêfxweşkirina xelkê. Aha ew in alav bo bidestxistina îlham û bextiyariya rastîn.

Hemû mirov ji kûratiya bûneweriya xwe ve nêzîk û lêzimî hev in û tevayiyek parvenebar pêk tînin. Di siriştê de biratî rastiyek bingehîn û bêşert e. Hemû birayên te ne, ew jî yên ji nezaniya xwe dijî te ne. Lê divê te ti dijmin nebe, ti kes nebe ku bala te nekişîne û ti kes nebe ku tu nikarî bi dilovanî û diltenikî lê binerî. Divê tu nobetgirê birayê xwe bî, ne ji ber bend û qanûnan lê ji ber ku ew birayê te ye.

Yê hişmend ne girêdayî vê rojê, ne pêşerojê û ne jî paşerojê ye lê di ebedîniyê de dijî.

Carinan peyva "xeyalperest" bi galteyî û tirraneyî têt bikaranîn. Dibe yê bi vê peyvê têt navandin xwe neheqîlêkirî jî bihesibîne. Lê ew peyv ne bi wê wateyê ye. Xewnperest pêşrew in, rênîşander in, peydaker in. Hemû karên mezin yên dîroka dinyayê serekaniyên xwe ji xewn û xeyalan girtine. Em dikarin bi heq bibêjin ku hemû şaristaniya me xeyalek bicîhatî ye. Xeyala yê deryavan welatên pişt deryayê ne, xeyala yê kole azadî ye û xeyala yê destkar makîne ne.

Demekê dihat gotin ku ew hoste, yên berhemên wan niha bi milyonan tên kirrîn, xeyalperestên bêkêr in. Helbestvan û ramanwer, mezintirîn qencîkerên mirovatiyê, dihatin biçûkdîtin û wek xeyalperest dihatin navandin. Belê, niha jî xeyalperest tên binavkirin.

Bijîn xeyalperest! Yên xewn û xeyal nebin mirî ye.

Carinan têt bihîstin ku mirov dibêjin: dawî baş be, hemû baş e. Lê ne wisan e. Dawiya baş nikare destpêka xerab baş bike. Roja xwe baş bi kar bîne. Berev pêş binere.

Mirovin hene deh zimanan dizanin lê nikarin rastiyê bi yekê ji wan jî bibêjin.

Derew tenê nebûna rastiyê ye, wek çawan tarîtî jî nebûna ronahiyê ye. Eger tu bi xwe rastî bî, bandora derewê li te nabe, wek çawan tarîtî jî nikare ronahiyê tarî bike.

Axiftina me rast be yan jî derew, wê heman armanc heye. Yek derewan dike û jê sûdê digire. Yê din rastiyê dibêje û hem sûdê û hem jî pêbaweriyê peyda dike.

Azadî ahengdarî û harmonî ye. Guhdarî azadî ye.

Di siriştê de xelat yan ceza nînin. Tenê encamên hin sedemên diyar hene. Û sedem encamê peyda dike.

Ti tirsek din nîne ji bilî tirsê bi xwe. Tirs peresîn û pêşketinê diruxîne û diastengîne.

Yekî gotiye ku tirs mîkroskopa xirabiyê ye. Ev gotin hêjayî pûnijandinê ye.

Eger xirabiya jê ditirsî neyê, tirsa te bêkêr e. Lê eger bê, ew dê bandorek hê mezintir li te bike çiku tu jê ditirsî.

Lê dilovanî nikare tenê bi dinyaya mirovan ve bêt sinordarkirin. Kes nikare qenc be eger ew ne bo hemû jîneweran qenc be. Zelamek hebû, ji beqê re digot dost û ji mar re digot bira. Ew yek ji wan e ku me dê jê re bigota nezan. Min carekê bi çavên xwe dît ka çawan keşîşek bi hindûyekî dikenî yê rêya xwe zivirand daku pê li mêrîkekê neke.

Dema niha ji te re dibêjim, wêrek be û xwe nespêre tirsê, tu dê bipirsî: Lê hêza wêrekiyê ji kû bînim? Ka ez bersiva te bidim: Hêz di te bi xwe de ye, di kûratiya hindirî te de.

Ji berê ve ye mirovan xwe spartiye derve, destek û piştevanî ji mirovên lawaz yan jî xwedayên wan bi xwe afirandî xwestiye.

Lê tu bi xwe wateya van peyvan dizanî: "Di we bi xwe de ne xweda û biheşt."

Li paş xwe nezivire. Berê xwe bide pêş û bê tirs berev pêşerojê bimeşe.

Gelek tişt hene ku divên bên jibîrkirin. Bibîranîn tiştek mezin e lê hê jî giringtir ew e ku tişta divê bêt jibîrkirin, bikare bêt jibîrkirin.

Bijartin û wergerandin: Husein Muhammed: mehname@yahoo.com

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.