- Tu çi dibêjî eger Sedam Huseyn bi saxî ta gewriyê bêt binaxkirin? - Hê ax pêwîst e.
* * *
Sedam pêşbaziyek henekan li dar xist. Xelata yekem 10 sal zindan bûn.
* * *
Cigarekêşî her yekî ji du cigarekêşan dikuje. Lê cigarenekêş hemû dimirin.
* * *
Gelek kes hene çi be dikin daku ti nekin.
* * *
- Dema ez biçûk bûm, ji dîwar ketim. - Û tu nemirî? - Na. Te çawan zanî ku ez nemirim?
* * *
Sedam mafnas û dadzan e
Min berî çend rojan bihîst ku Sedam ji pîşeya xwe ve dadwer (hiqûqnas) e. Tê gotin ku dema ew çûye ezmûna (îmtîhana) xwe ya dawîn, wî sê heres û cerdevan bi xwe re birine û li wir 10 kes kuştine.
Fikirek wisan ket serê min ku wî hîle kiriye û bi wî awayî di ezmûna xwe de derçûye. Min xwe lezand nik profesorê dadweriya Rojhilata Navîn û mesele jê pirsî. Wî kerem kir: - Hêja, tu bizane ku Sedam li gor benda yekem ya zagona bingehîn ya welatê xwe kiriye.
* * *
- Tanka artêşa tirkan dê çawan bêt rawestandin? - Tivengê berde wî yê wan radikişîne!
* * *
Peyvên herî zêde şaş tên bikaranîn: - aştî - azadî - biratî
* * *
Nekuje bi kêrek ko.
* * *
Tiştan nedize - zêdetir ji ku tu bikarî bi xwe re birevînî.
* * *
Jinikê ji mêrê xwe re diyarek pirr delal anî. Û got: - Xwezî te bizaniya ka ez çend gerîme ta ku min karî vê diyariyê peyda bikim? - Tu li kû gerî? - Li hemû berîkên çaketê te!
* * *
Hunermend hat malê. Jina wî li tiştê di dest wî de nerî û gotê: - Te çima tabloyek wisan nexweşik kirriye. - Ev ne tablo ye, delala min. Baştir lê binere, ew neynik e.