Serrûpel Hejmar 39, avrêl 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname


Cer

Mahmut Aydin: mamoste@web.de

Salar, Alan û Çeko li ber kaniyê dilîstin. Çeko kevirek mezin ji erdê hilda. Kevir di destê Çeko de zor bi cih dibû. Wî bi hemû hêza xwe kevir avêt çivîkên li ser darê veniştîbûn. Kevir ji destê wî şemitî û li cêrê Xaltîka Zozan ket. Cêrê avê li ser milê Xaltîka Zozan parçeparçe bû. Salar û Alan bi Çeko re hêrs ketin. Çeko pir xemgîn bû. Her sê hevalan ji Xaltîka Zozan lêborîn xwestin. Wan lavayê Xaltîka Zozanê kirin. Xaltîka Zozan ew nebexşandin.

Wê ji zarokan re got: “Bihayê cêr, cêr e! Divê hûn ji min re cêrekî saxlem bînin!”

Her sê heval çûn ber deriyê mala Çeko. Salar û Alan li derî xistin û çûn hundir. Çeko bi tirs û şayiş li ber derî rawestiya. Wî guhên xwe da ser peyîvên diya xwe û hevalên xwe. Diya Çeko hêrs neket. Wê çavên Salar û Alan maç kir û bi wan re keniya. Ew dû re çû kûlînê. Cêrek saxlem hilda û paşve hat. Salar û Alan pir şa bûn. Diya Çeko da pêşiya wan. Ew hatin cem Xaltîka Zozan. Diya Çeko bi Xaltîka Zozan re ket mijûlahiyan. Sê heval jî çûn ser kaniyê. Wan cêrî bi avê tije kirin û anîn li ber Xaltîka Zozanê danîn. Xaltîka Zozanê jî bi kêfxweşî çavê zarokan maç kir. Wan carek din lêborîna xwe xwestin û ji wê derê bi dûr ketin. Mijûliyên Bêrîvan û Zozanê hê jî berdewam dikirin.

Bersiva pirsan bide û bi hevalê xwe re li ser helwesta sê hevalan bipeyîve!

1) Salar, Alan û Çeko li kuderê dilîzin?
2) Kî cêrê avê dişkîne?
3) Xetaya Çeko çi ye?
4) Çeko çima ditirse?

CER

Van gotinan hîn bibin:
Kanî, cer, çivîk, biha, peyv, kulîn, lêborîn

Bersîva pirsan binivîsîne.
1. Salar, Alan û Çeko li kûderê dileyîstin?
................................................................
2. Kî kevirek ji erdê hilda?
................................................................
3. Çeko kevir avête çi?
................................................................
4. Kevir li cerê kê ket?
................................................................
5. Diya Çeko bi Alan û Salar re hêrs bû?
................................................................
6. Diya kê cerekî nû da Xaltîka Zozan?
................................................................
7. Salar, Alar û Çeko ji kê lêborîna xwe xwestin?
................................................................

Cihên vala tijî bikin!
1. Salar, ............... û Çeko li ber .................... dileyîstin ................ kevirekî mezin ji erdê hilda.

3. Kevir ji destê ............ filitî û li cerê Xaltîka ................ ket.

4. Hersê ............. çûn ber deriyê mala ...................

5. .............. Çeko da pêşiya wan û çûn cem ...................... Zozan.

6. Wan ............. nû bi avê ................. kirin û anîn li ber .................. Zozan danîn.

Rast e yan şaş e? (R / Ş)
1. Salar, Alan û Çeko bi kaniyê dileyîstin.
2.Salar kevir avête çivîkan.
3. Çivîk li ser kaniyê veniştî bûn.
4. Cerê Xaltîka Zozan ne şikest.
5. Salar, Alan û Çeko ji Xaltîka Zozan re cêrekî nû kirin.
6. Bêrîvan diya Alan e.
7. Diya Çeko bi Xaltîka Zeyno re ket nav mijûlahiyan.
8. Zarokan cerê şikestî bi avê tijî kirîn.
9. Xaltîka Zeyno jî bi kêfxweşî çavên zarokan maç kir.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.