Serrûpel Hejmar 54, tîrmeh 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Diyarî
  • Omer Xeyam (1040 - 1131): Perdeya şermê rake (199 çarîn)
  • Eyibê Milî: Pirrcûniya biyolojîk û gulûgiyayê Kurdistanê
  • Salihê Kevirbirî: Hevpeyivîn li gel Zana Farqînî, danerê ferhenga mezin ya kurdî
  • Daxwaznameya Jinên Kurd (Kurmancî, Soranî, English)

  • Xwediyê Ferhenga Kurdî-Tirkî ya ji 166 hezar peyvî pêk tê
    Zana Farqînî:
    "Nêçîrvaniya Peyvan hiseke xweş li min peyda dike!"


    SALIHÊ KEVIRBIRÎ* : salihkevirbiri@hotmail.com

    Zimanzan Zana Farqînî, bi qasî 7 sal in bi awayekî profesyonel berhevkariya peyvan dike û xebata ferhenga Kurdî pêk tîne. Farqînî, di nava derdora rewşenbîriya kurdî de bi navê ‘Nêçîrwanê Peyvan’ tê binavkirin. Çendek berê ferhenga wî ya Kurdî-Tirkî ku ji 166 hezar peyv û biwêjan pêk tê, ji hêla Enstîtuya Kurdî ya li Stenbolê ve hate weşandin. Wekî tê zanîn çend sal berê jî Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ferhenga Tirkî-Kurdî ya Zana Farqînî ku ji 60 hezar peyv û biwêjî pêk dihat çap kiribû û ferhenga navborî aleqeyeke mezin dîtibû.

    Zana Farqînî, di serdemeke ku gotinên bi rengê; ‘Kurdî ne ziman e!’ û ‘Kurdî ji 600 gotinan pêk tê!’ dihate kirin de, dest bi karê ferhengê kir. ‘Nêçîrvanê Peyvan’ Farqînî diyar dike ku ji wan rojan heta îro gelek tişt guherîne û qedr û qîmeta gotinên wiha nemaye.

    Zana Farqînî, der barê zimanê kurdî, xebata ferhensaziya kurdî û zehmetiyên heyî pirsên me bersivandin...

    ***

    Sedemên ku tu dest biavêjî xebatên li ser zimanzanî û ferhengê çi bûn?

    Hewes û eleqeya min a bi Kurdî re, heta demên dibistana seretayî diçin. Wan deman, berhemên Kurdî yên bi tîpên Erebî hebûn, lê min ew nikaribûn bixwenda. Ji ber ku min ji alfabeya Erebî fehm nedikir. Min ji xwe dipirsî ku çima berhemên Kurdî yên bi alfabeya Latînî nîn in. Li derdora min jî kesên xwenda û zana hema bibêje tune bûn ku bersîv bidana pirsên min û dilê min rihet bikirana.

    Min xwe bi xwe dest pê kir ku bi alfabeya Tirkî ya Latînî hin tişt bi Kurdî binivîsînim. Lê ji ber hin dengên Kurdî di alfabeya Tirkî de tune bûn, ev miradê me di ber me de ma, em bi ser neketin. Lê min ji kesên li derdora xwe dipirsî ku ka alfabeya Kurdî ya Latînî heye tune ye. Em kurt lê bixin, pişt re em pê hisiyan ku hem alfabe û hem jî rêzimana Kurdî heye. Îcar, ji ber qedexetiya zimanê Kurdî, demeke dirêj em ji van berheman mehrûm man, me nikaribû xwe bigihanda wan.

    Kitêba pêşîn a Kurdî ku kete destê min, Mem û Zîna nemir Ehmedê Xanî bû. Di sala 1982’yan de, ew jî bi tesadûfî. Te dît hûn jî dizanin ku M. Emin Bozarslan, tîpguhêziya wê kiribû. Ji alfabeya Erebî ya Kurdî zivartibû alfabeya Latînî ya Kurdî. Bi vê yekê jî nemabû berhem li zimanê Tirkî wergerandibû. A ev berhema hanê, ji bo min bû xala werçerxê. Ew roj îroj e, pirtûkên bi Kurdî ji destê min nakevin.

    Pêşî me bi meraqkirina zimanê xwe, dest pê kir. Mebesta me hînbûn bû. Paşê êdî hînbûn têr nekir, a rast min jî qîma xwe êdî bi hînbûnê tenê neanî. Bere bere bi xwendin û lêkolînên li ser zimanê Kurdî, em jî gihiyan qonax û merhaleyekê. Me hem xwe di warê rêziman ango gramêrê de bi pêş xist û hem jî me gencîneya xwe ya peyvan zengîn û dewlemendtir kir. Bi van cure xebatan, ên wekî xwendin, lêkolîn û lêgerînan em hatin astekê.

    Heval û dostên min, kesên li derdora min, tim ji min re digotin ku behremendiya (qabiliyeta) te der barê zimanê Kurdî de heye. Lê ez vê bibêjim, ev rewş hinek jî ji hewcedarî û pêdiviyan qewimî. Mesela, eger min bizanibûya ku ez dê bi ziman bilî bibim, pê mijûl bibim, min dê perwerdehiya xwe ya bilind li ser vî warî bikira. Lê min beşa civaknasiyê (sosyolojiyê) xwend. Îcar haya me jî ji me tune bû, lê ha me dît ku em bûne dilikiyê zimanê Kurdî. Evîna wê em bernedan.

    Niha jî dixwazim pirsa te ya der barê xebatên li ser ferhenga bibersîvînim. Wekî ku tu zanî, tecrûbe û pratîka me ya rojnamegerîtiyê jî heye. Me çend sal di vî warî de jî kar û xebat kir û em bûn xwedan ezmûn. Me jî sihêtiya xwe kir.

    Li ber destê hebek du hebeb ferheng hebûn. Piçek rê li ber zimanê Kurdî vebûbû. Lê ferhengên heyî têrî nedikirin. Kêm diman. Pêwîstî bi ferhengên hîn berfirehtir hebû, nemaze bi ferhengên Tirkî-Kurdî û Kurdî-Tirkî. Di warê peyvan de civariyek, ku bi Tirkî jê re dibêjin “birikim”, bi me re çêbûbû. Hizir û ramana çêkirina ferhengê bi me re peyde bû. Herê, hewce ye mirov hinek nefsbiçûk be, lê min dît ku ez dê karibim ji bin vê barî rabim. Daxwaziyên hevalan jî çêbûn. Pirs ji min dihatin kirin ku tu çima ferheng amade nakî. Di encamê de, me zend û bend badan û xwe li van xebatan qirase kir.

    Nêçîrvaniya Peyvan hestekî çawa li te peyda dike?

    (Dikene) A rast ev aliyekî karê min dide diyarkirin. Ez bi tenê peyvan nêçîr nakim. Lê dixebitim ku ez zimanê Kurdî ji hêla zimanzaniyê ve hîn bibim, binasim. Ji rêzimana wî bigire heta bi etîmolojiya wî ve, ji morfolojiya wî bigire nizanim heta bi rastnivîsa wî ve. Bi kurtasî dixwazim ji her aliyî ve zimanê xwe binasim, hîn bibim. Bi her aliyê wî eleqedar bibim. Hewldan û kêferata min piralî ye. Nêçîrkirina peyvan jî aliyekî karên min ên li ser zimanê Kurdî ne.

    Ji bo nimûne, di encama xebat, vekolîn û lêgerînên min ên der barê zimanê Kurdî de gelek zanyarî li ber destê min civiyan. Yek ji van jî xebata der barê qertafan de ye. Têra xwe tişt gihîştine hev. Ez hez dikim li ser pêrkît (pêşgir), parkît (paşgir) û navkîtan (navgiran) xebatekê amade bikim. Wekî din jî hene. Yanê kerese (melzeme) têra xwe gihîştine hev. Maye ku ez li ser wan rawestim û li gorî mijar û dabaşan ez wan ji bo çapê amade bikim. Elbet ji bo kirina van karan hem pêdivî bi wext û hem jî bi aboriyê heye.

    De îcar, eger mirov ji ber kirin û xebatên xwe bê ecibandin û teqdîrkirin, wele tiştekî pir xweş e. Bi navên wiha jî dilê mirov xweş û geş dibe. Gava ji min re dibêjin “nêçîrvanê peyvan”, ez rast bibêjim, li xweşa min tê. Lê wekî ku min di serî de jî got, ev bernavk, aliyekî xebatên ku ez dikim, terîf dike.

    Tu dikarî her du ferhengên ku te amade kirine; nemaze ji aliyê teknîk, naverok û dîtbariyê ve bi me bidî nasandin?

    Xebata min a pêşîn, ferhenga Tirkî-Kurdî ye. Ev ferheng ji 40 hezar peyvên serê madeyê û ji 20 hezar bêje û biwêjên berdewamiya madeyê pêk tê. Awayê wê, awayê ferhenga berfireh e. Me ji yekê zêde mehne û wateya peyvan hildaye dest û berginda wan a Kurdî daye. Ji bo têgihîştin û ronîbûna peyvan, me hevokên nimûneyî jî dane. Me hemû cureyên peyvan ku Celadet Bedirxan jê re dibêje “birên qisetê” diyar kirine. Ango peyv ji kîjan cureyê ye, navdêr e, cînavk e, hoker e, çi zanim nêr e, mê ye û hwd. Ev ferhenga hanê ji 1278 rûpelan pêk tê û ebada wê jî 23,5x16,5 e.

    Ferhenga nû ya Kurdî-Tirkî ku min amade kiriye, hîn berfirehtir e. Di vê ferhengê de tevî peyvên serê madeyê û berdewamiya wê 166 hezar peyv û biwêj cih digirin. Bi gotineke din, 131 hezar peyvên serê madeyê û 35 hezar jî yên berdewamiya wê tê de hene.

    Min di vê xebata xwe de, ji yekê zêdetir cih da mehne û wateyên peyvên Kurdî û min berginda Tirkiya wan da. Wekî ferhenga Tirk-Kurdî, bi hevokên nimûneyî me xwest ku em wateyên peyv û bêjeyên Kurdî fehmbartir bikin. Divê ez bidim zanîn ku hevokên wek mînak hatine dayîn jî, bi Kurdî û Tirkî ne. Heman teknîk min ji bo vê ferhengê jî bi kar anî.

    Ev ferhenga dawî jî xwedî heman edadî ye, tiştê ku heye hejmara rûpelên vê ji ya din zêdetir in. Ev ji 2132 rûpêlî tê pê. Pûntoyên karakterên vê ferhengê ji ya din hûrtir û gramaja kaxizê vê ji ya din hindiktir û pelên wê jî jê teniktir in.

    Bi awayekî giştî, xebatên li ser ferhengan, ji aliyên kesên pispor ve di bin banê akademî, unîversîte û saziyên dewletê de tên kirin. Lê te bi pişgiriya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û bi tena serê xwe amade kir. Gelo ne zor bû?

    Rast e, wekî ku te çawan got, bi giştî wisan tên amadekirin. Li dinyayê nimûneyên vê yekê pir in. Kes jî bi tena serê xwe ferhengan amade dikin. Ev hinek meseleya tercîhê ye jî. Baweriyek bi me re heye, xebatên kolektîf her tim ji xebatên kesane çêtir in. Bi ya min ev fikir, ji sedî sed ne rast e. Takekes jî xebatên hîn hêjatir, hîn tekûztir kirine. Li Tirkiyeyê jî mînak gelek in. Îro çapemeniya Tirk bi giştî rîayetî ferheng û rastnivîsa Saziya Zimanê Tirkî (Türk Dil kurumu) nakin. Pêşî divê em vê yekê bizanibin. Dixwazim dubare bikim, ev hinek jî meseleya tercîhê ye.

    Heke ji min bê pirsîn, ma tu ji xebatên pevreyî û komisyonî re tune yî, ez dê bibêjim ez heme. Min xwe ji van cure xebatan nedaye alî û nadim alî jî. Lê divê mirov hin rastiyan jî bide ber çav. Ji bo amadekirina ferhengên ji van cureyan, divê kadro, şert û mercên madî û fizîkî hebin. Eger hûn ji van derfetan bêpar bin, hûn dê karibin çi bikin? Ma divê mirov li hêviya çêbûna van mercan be an jî bi derfetên heyî lê bixebite ku ferheng amade bike. Em dê kîjanê tercîh bikin?

    Gava ku Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ava bû nebû, serê pêşîn amadekirina ferhenga Kurdî wek armanc da ber xwe û xist rojeva xwe. Heta komisyonek jî hate sazkirin da ku vî karî bike. Lê mixabin kar neçû serî. Komîsyon nekarî ku bi karê xwe rabe.

    Min pêşî bi tena xwe dest bi amadekirina ferhenga Tirk-Kurdî kir. Paşê li ser daxwaza Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê îcar min xebatên xwe li ser navê Enstîtuyê û bi piştvanekiya wê meşandin.

    Bi rastî jî bi tena serê xwe, pêkanîna xebatên wiha berfireh hem zor û hem jî bigazin û lome ne. Tu bikî nekî dê hin kêmasî û şaşî çêbin. Her wiha ne gengaz e ku tu karibî dilê her kesî xweş bikî. Jixwe tu angaşteke min ango îdiayeke min a welê nîn e ku ez bibêjim ev xebatên min bêkêmasî ne, bêqusûr in. Min bi zanebûn li vî karî qirase kiriye. Ha ji bo ku şaşî û kêmasî kêmtir bibin, çi ji destê min hat, min kir. Mayê ku hatiye milê min, min texsîr nekiriye. Bi hendaze, bi zanebûn û heta bi tirs û endîşe ez tevgeriyame. Ez pir lê xebitîm û min pir hewl da xwe ku ez hejmara şaşî, çewtî û kêmasiyên heyî kêmtir bikim. Lewma jî min serî li raman û hizira gelek kesan da. Min girîngî û pûte bi nirxandin û nêrînên kesan dan ku baweriya min bi zanebûna wan hebû. Min xwest ez ji sihêtî û ezmûnê wan sûd û havil bigirim. Bi gotina kin û kurt, ez tenê bi zanebûnên xwe nemam, bi wan kesan jî şêwirîm.

    Ji aliyê din ve, ji bilî xebat, lêkolîn û lêgerînên ku min bi xwe kir, min ji ferheng û xebatên li ser zimanê Kurdî, ku ji hêla sazî kesan ve hatine kirin jî, sûdeke mezin wergirt. Ligel vê yekê di henga amadekirina her du ferhengan de hin kesan ji der û dorên xwe peyv û biwêj berhev kiribûn û ji min re şandin. Ew jî pir bi kêrî min hatin. Zengînî dan xebatê. Ez dikarim bi dilekî rihet bibêjim, eger ew ferheng û xebat nebûna, ferhengeke wiha berfireh pêk nedihat. Ez şêkirdarê wan im. Mala wan hezar car ava be.

    Tu gotina bi rengê “Zimanê Kurdî têrî wêje û perwerdehiyê nake”, çawa dinirxînî? Her wiha ji wê daxuyaniya Bedrettin Dalan a ku gotibû “Kurdî ji 600 peyvî pêk tê”, re çi dibêjî?

    Carek ev kes der barê zimanê Kurdî de ne xwedî agahî ne. Jixwe, bi ya wan zimanek bi navê zimanê Kurdî jî nîn bû. Piştî ku di pêvajoya têketina Yekîtiya Ewrûpayê de, di qanûn û maqekanûnê de hin sererastkirin hatin kirin, îcar jî gotin ku nizanim zimanê Kurdî paşvema ye, nizanim têrî perwerdehiyê, lo weşanê nake. Bi ya min ev kes niyetxerab in, lewma wisan dipeyîvin û daxuyaniyên bêbinî didin.

    Ez meraq dikim, gelo rêzdar Bedrettin Dalan bi xwe jî, ji van gotinên xwe yên kelevajî ku dibêje Kurdî ji 600 peyvî pêk tê, bawer dike?

    Ev her du ferhenên min, nemaze ya Kurdî-Tirkî ji van kesan re bersîveke mezin e. Ez zêde naxwazim tiştên din jî bibêjim. Ev e zimanê kurdî li ber çavan e. Kesê ku bixwaze rastiyê bibîne dê bibîne.

    Ji bo zimanek wekî zimanekî serbixwe bê pejirandin pîvane çi ne? Aya zimanê Kurdî xwedî van pîvaneyan e?

    Bi awayekî gelemperî, zimanzan ji bo serbixwebûna zimanekî pênc pîvane girîng dibînin. A li gor van pîvaneyan ango krîteran biryar didin ku ka zimanek serbixwe ye an na. Îcar ev pîvane çi ne, em wan aşkera bikin.

    1) denganî (fonetîk)
    2) teşezanî (morfolojî)
    3) hevoksazî (sentaks)
    4) gencîneya peyvan û
    5) kirpandin (derplêdan)

    Eger zimanek van her pênc pîvaneyan di nav xwe de bihewîne, ew zimanekî serbixwe ye. Zimanzanên ku li ser zimanê Kurdî xebatên zanistî kirine, dane xuyakirin ku Kurdî zimanekî serbixwe ye û di nav Malbata Zimanên Hind-Ewrûpî de cih digire. Kurdî, di nav vê malbatê de jî mensûbê koma zimanên Îranî ye. Kurdî û Farisî tev de di heman komê de ne û Kurdî ji milê bakurê rojava, farisî jî ji milê başûrê rojava yên vê komê ne.

    Hemû zimanên ku ji heman komê ne xwedî taybetiyên hevpar in. Ev dibe ku hem peyvên wan ên hevpar ango muşterek hebin û hem jî dibe ku hin rêzikên wan ên rêzimanî bişibin hev. Jixwe ku ne wisan bûya, di heman komî de cih nedigirtin, an jî zimanzanan ew di heman komî de nedidan diyarkirin.

    Zana Farqînî, gelek spas ji bo bersivdayîna pirsan. Mala te ava..!

    Avatir!

    * Rojnameger-Endamê Senatoya Enstîtuya Kurdî ya li Stenbolê

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: mehname@yahoo.com
    Contact us: mehname@yahoo.com

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.