Rojekê hirçek û merivek bi hev ra dibin bira. Hirç milk û emlak û hebûna wî zaf bûye û ji birayê xwe yê meriv re gotibûye: "Piştî mirina min ev milk û hebûn û mal hemû ji te ra."
Ev herdu bira bi salan bi hev ra biratiyek hêja dikin.
Rojekê ji rojên havîna germ her du bira li bin siya darê ber şaneşîna malê piştî xwarina nîvro ji xwe ra vedilezin û bîna xwe distînin. Wê demê ji devê hirçê bihnek zaf kotî tê ku birayê meriv jê aciz dibe û dibêje: "Eh bira, bihnek çawa pîs ji devê te tê."
Ev gotin gelekî li birayê hirç çetîn tê lê tawa xwe tîne û tiştek nabêje.
Pele derbaz dibe û piştî ku mesele kevn dibe, rojekê birayê hirç gazî yê meriv dike û dibêje: "Bira, hanê ev dirav bibe li bajêr ji me ra necaxek baş û tûj bikire û bîne."
Birayê meriv dibêje: "Axir bira, hem necaxê me heye û hem jî tevşû. Ma em ê çi ji necaxê zêde bikin?"
Birayê hirç dibêje: "Bira, ez dibêjim tu here bikire, tu bi xebera min bike."
Xulase birayê meriv jî qebûl dike û diçe necaxekî zaf tûj dide girêdan û hildide tîne dide birayê xwe yê hirç.
Hirç necax hildide û dibêje birayê xwe yê meriv:
"Bira, tu gerek e vî necaxî hema bni zora xwe lap zêde wusa li serê min da lê xîne bila ser li min perçe bibe."
Birayê meriv heyirî dimîne û dibêje:
"Yanê çi, bira! Ma hişê te li serê te de ye? Ma te hay ji xwe heye ka çi dibêjî?"
Birayê hirç dibêje: "Erê bira, hişê min rind di serê min de ye. Zêde xeber nede, ya ku ez dibêjim tu dike. Eger na, êdî ne ez birayê te me û ne jî tu birayê min î. Ger ji min hez dikî, vî karî bike."
Birayê meriv neçar dimîne û bi dilekî kul necax hima bilin dike li serê birayê xwe yê hirç dixe û dibe orrîna hirçî û hirç dikeve û birayê meriv ji tirsan direve û diçe welatek din da dimîne û nizane çi bike.
Sal û zeman derbas dibe. Birîna serê hirçî pak dibe û ew dîsa jî jiyana xwe dike û birîn ji bîra wî diçe lê xebera birayê wî ya ku gotibû "bihn ji devê te tê" tim li bîra wî da dimîne.
Em bizanin ka çi tê serê birayê meriv. Ew bi salan derbider dibe û axir rojekê dikeve fikran û dibêje: "Kuro, hirço nuka zûde miriye, ez herim teselye bikim ca ka çi bûye."
Ew bi rê dikeve tê ber bi welatê xwe û tê ji dûr ve dêna xwe dide ku her tişt li dewsa xwe de ye. Wextê lap nêzîkî mala xwe dibe, belê dêna xwe didê: kuro hirç sax e û digere, dixwaze ku hile û bireve lê hirç hay jê dibe û dibêjê: "Qe nereve, bira, karê min li te neketî, were vira ez ê para biratiya te bibim te û em ê ji hev biqetin û tu ji xwe ra û ez ji xwe ra."
Birayê meriv dibêje:
"Bira, ez çi bikim, te bi xwe got necax li serê min xîne, ma ez razî bûm?"
Hirç dibêje:
"Na, bira, em ji ber wî karê te ji hev naqetin. Birîna min pak bûye û ji bîra min jî çûye. Lê ez dixwazim vê ji te ra bêjim: Birîna kêrê û tevşî pak dibe û ji bîr dibe lê ya ziman na."