Kerek hebû xwedanê wî giyafiroş bû û kêm xwarin didayê. Kerî ji Xwedê daxwaz kir ku ji xwedanê wî azad bike û bide xwedanek dî.
Xwedê ker agadar kir ku dê li daxwaza xwe poşman bibe. Lê kerî dev ji daxwaza xwe berneda. Xwedê daxwaza wî bi cih anî: Xwediyê kerî kerê xwe firot libinçêkerekî.
Piştî demek kurt, ker pê hesî ku bare wî her girantir bûye û daxwaz kir ku dîsan xwedanê wî bêt veguhastin.
Piştî ku Xwedê jê re diyar kir ku ev cara dawîn e xwedanê wî biguherrîne, wa kir ku yê libinbirr wî bifiroşe kesek çermgurû.
Paşî ker pê hesî ku ketiye xirabtirîn destan û ji xwe re gazin kir: "Xwezî ez ji birsan miribam yan di bin barên giran ve debirîbam, ne ku hatibam ketibam destê vî yê ku piştî min bikuje, pîstê min jî bigurû."
Yê ji tiştekî nerazî be, dê ji hemî tiştan nerazî be.