Zelamekî xwest ji xwe re kerekî bikirre. Çû bazarrê û lê gerrî ta ku kerek dişibiya yê dilê wî dixwest bo xwe dît.
Mêrikî bi xwediyê kerî re li hev kir ku yê bikirr kerî bibe malê û bicerribîne.
Yê bikirr ker anî malê û berda nav kerên xwe yên dî yên di govê ve.
Kerê nûhatî li dor xwe nerî. Paşî zû çû û xwe da gel keslantirîn û hesûdtirîn heywanê di govê ve.
Dema mêrikê bikirr wiha dît, di cih de werîsek kir stuyî, ji govê derxist û bir li xwediyê wî vegerrîne.
Ji ber ku bikirrî ker zû vegerrand, xwediyê kerî heyirî ma û pirsî:
"Çima wa zû? Ma tu kengî gihayî bicerribînî jî?"
"Êdî ne hewceyî ti ezmûn û cerribandinên din e", yê bikirr got. "Ji hevalê wî bo xwe bijartî min zanî ka çi tov ker e."
|
|