Kurdek, erebek û tirkek li meyxaneyê ne.
Yê tirk perdaqa xwe vale dike, wê hildiavêje hewa, demanceya xwe ji ber xwe dertîne, berdide perdaqê, wê hûr-hûr dike û dibêje:
- Me tirkan zêde perdaq hene, ne hewce ye ku em du car ji eynî perdaqê vexwin.
Yê ereb perdaqa xwe vale dike, wê hildiavêje hewa, demanceya xwe ji ber xwe dertîne, berdide perdaqê, wê hûr-hûr dike û dibêje:
- Me ereban zêde pare hene. Ne hewce ye ku em heman amanê du caran bi kar bînin.
Yê kurd perdaqa xwe vale dike, wê hildiavêje hewa, demanceya xwe ji ber xwe dertîne, berdide yê erebe û yê tirk, wan diperritîne; perdaqa xwe vedigire û dibêje:
- Me kurdan zêde tirk û ereb hene.

Jinek û mêrek navsere du keçên bedew hebû. Lê wan xwest hê carekê bicerribînin daku kurrek hebe. Demek dirêj pê ve neçû, jin avis bû û kurrek jê re peyda bû.
Mêr çû nexweşxaneyê daku kurrê xwe bibîne lê çawan çavê wî pê ket, ji jina xwe re got:
- Ev kurrê wiha kirêt nikare yê min be. Ma te zina kiriye?
- Vê carê na, jinê bersiva wî da.

Malekê bar kiribû û mirovên wan hatin mêvandariya wan. Ji kurrikê malê yê pêncsalî hat pirsîn:
- Serdar, tu ji mala we ya nû hez dikî?
- Na! Min odeya xwe heye, birayê min odeya xwe heye, xwişka min odeya xwe heye. Lê dayê û bavo neçar in di eynî odeyê ve binivin!

Du mirov li Amedê gengeşeyê dikin.
- London ji heyvê nêzîktir e.
- Na. Heyv ji vir tê dîtin lê London na.

ÇEND GOTINÊN PÊŞIYAN
1. Yên li pêşiya tirimpêlan (erebeyan) bimeşin, dê biwestin.
2. Yên li dû tirimpêlan bimeşin, dê bibetilin.
3. Yên qûna xwe dixwirînin, divê nînokên xwe bixwin.
4. Pantolon ne baştirîn tiştê dinyayê ne lê nêzî baştirîn tiştê dinyayê ne.
5. Di şerrî de diyar dibe ka kîjan alî rast e û kîjan alî çep e.
6. Mirovên di xaniyên şûşeyî ve dijîn, divê cilên xwe di bindavê ve biguherrînin.

Şîretek bo yên dixwazin bizewicin:
Bi kesek spehî re nezewice. Ew belkî te bihêle. Bêguman belkî ya / yê kirêt jî te bihêle. Lê ma xema kê ye?

Şerrê Iraq-Amerîka ecêb bû. Carekê dihat gotin ku Sedam sax e, carinan digot mirî ye, dîsan digot sax e, paşî digot mirî ye. Îro televizyona Iraqê nîşan dida ku ew li behiyên (taziyên) xwe bû.

Erebek, kurdek û tirkek li Erebistanê hatibûn girtin.
Cezayê her yekî ji wan lêdana bîst şivtanan bûn.
Lê ji ber ku dadgêrr dilovan û cegerdar bû, wî rê da her yekî ku berî lêdanê hêviyekê bike û hêviyan bo bêt bicihanîn.
Yê ereb got: Balguhekî (balîfkekî) bi pişta min ve girê bidin daku neêşe.
Balguh bi pişta wî ve hat girêdan. Lê balguhî tenê xwe li ber deh derbeyan girt, û piştî hingê şivtanan xwîn ji yê ereb anî.
Bû dora yê tirk. Wî got: - Du balguhan bi pişta min ve girê bidin.
Du balguh bi pişta wî ve hatin girêdan. Lê duyan jî xwe li ber derbeyan negirt û hemî pişta wî jî bû xwîn.
Taliyê dor hat yê kurd. Ji ber ku yê kurd camêrek xweşmêr dixwiya, dadgêrrî jê re got ku ew dikare du hêviyan bike.
Yê kurd got: - Hêviya min ya yekem ew e ku ne bîst lê sed şivtan li min bên dan.
Yê dadgêrr gotê: - Tu ne tenê camêr î lê herwiha wêrek û serbilind î jî. De kerem bike hêviya xwe ya duyem.
Yê kurd bêguman got: - Yê tirk bi pişta min ve girê bidin.