biharek jî derbaz bû
rind bû demsal
hemû demsal rind in.
hemû demsal di koçberiyan de melûl in...
xakên dûr û xerîb...
car li ber caxên hesinî û dîwarên reş,
carna jî di dervayê bi sînor de.
di nav xeman de.
xemê dilên hêsîr
dilê min ê serhildêr
di kesaretiya ‘roja mezin’ de kelgirî,
ji bîr tîne xaka bav û kalan.
ji kolanên gundên stûxwar
bîhna nanê tendûrê tîne,
û li difinên min dixîne,
lê çi xweşbû
li ber bayê hênik
bîhna cantrîkan di geliyên welatê bê şans de.
di hişê xwe de li wan deran digerim.
naxwazim
ji xeynê wan deran tu cihê.
li hemberê min dikeniya
pêlên melûl di behra wanê de
ji hemû bûyeran bê hay
rûçikê xwe yê kevin dida xwendin
û min dixwest
piçikek şa bûma ji buhara rengîn
li hemberê pêlên dilq ...
gava ku ez rûdiniştim li ber bayê hênik
li ser zinarê bilind ên korta kevirê kilo...