Bajar nivistî ye. Tarî ye. Eger çend find û şemal di pencereyan de hil û geş bin jî, tenê armanca wan ew e ku rêberiya min û te bikin daku em bigihin hev...
Te têra xwe reqs û sema li ber baranê kir û hatî ber sivandeya min xwe spartiyê. Pirça te şil e û av bi gep û alekên te de diherike lê - bê ku têr bibim - çip bi çip wê avê ji gepên te dialîsim...
Daku ava jiyana min ji gepên te xilas nebe, min jî radikêşî nav baranê...
Ji bilî baranê, ti deng û pêjn aramiya me naşkîne...
Tavilê dengê tirimpêlek bi lez dibore min vediceniqîne û ez bizdayî û behecî destên min dûr dikevin ji cama sar ya bi min bersînga te bû...
Li paş xwe dizivirim, û tu ji nav nivînan li ber çavên min wenda dibî...