Serrûpel Hejmar 63, avrêl 2005

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Weşan
  • "Ji Gotinên Pêşiyan" ya Salihê Omerî
  • "Ayîneke Pîroz" ya Hesen Kaya
  • "Bihêle"
  • Netkurd.com vebû

  • PIRTÛKA GOTINÊN PÊşIYAN
    Lokman Polat: lokmanpolat@hotmail.com


    Pirtûka ”Ji Gotinên Pêşiyan” bi kedeke giranbiha û xebateke hêja pêk hatiye. Heta niha di hinek kovarên kurdî yên curbecur de car caran ”gotinên pêşiyan” dihatin weşandin. Lê, weke pirtûk ev cara yekem e ku bi rêk û pêk û bi berfirehî li bakurê Kurdistanê gotinên pêşiyan weke pirtûk tê weşandin. Nivîskarê pirtûkê Salihê Omerî bi metodeke baş pirtûkê pêşkêşê xwendevanên kurd kiriye.

    Salihê Omerî siyasetmedarekî bêhnfireh û kedkarê çand û zimanê kurdî ye. Wî bi sedan nivîsên kurdî di kovar û rojnameyên kurdî de weşandiye. Wî keda xwe ya giranbiha xistiye nav ked û xebata kolektîfî ya kovar û rojnameyên kurdî. Wî bi nivîsên xwe yên rengîn û bi rexneyên xwe yên balkêş kovar û rojnameyên kurdî xemilandiye, naveroka wan dewlemend kiriye. Nivîsên wî yên di kovara ”Roja Nû” , ”Deng” û rojnameya ”Azadî” , ”Dengê Azadî” , ”Ronahî” , ”Hêvî” , ”Roja Teze” û ”Dema Nû” de, divê bê hilbijartin û weke pirtûk rojeke bê weşandin.

    Pirtûka Salihê Omerî ”Ji Gotinên Pêşiyan” di nav weşanên ”Deng” de, li Stenbolê hatiye weşandin. Pirtûk 188 rûpel e. Berga pirtûkê xweşik e û kaxizê wê bi kalîte ye. Weşanên ”Deng” ji roja ku hatiye damezrandin heta niha gelek pirtûkên hêja weşandiye. Berhemên giranbiha yên li ser ziman, çand, folklor, dîrok û edebiyata kurdî di nav weşanên ”Deng”ê de derketine û gihîştine destê xwendevanên kurd. Dema min vê nivîsa danasîna pirtûka Salihê Omerî dinivîsand, ez pê hesiyam ku weşanên ”Deng” dê navenda xwe ji Stenbolê bibe Amedê –Diyarbekirê- û ji niha û pêve li Amedê kar û xebatê bidomîne. Ev biryara çûyina Amedê biryareke gelek baş e û wekî xwendevanekî kurd keyfa min hat ku dê weşanên ”Deng” li Amedê bi cih û war bibe û li wir xebatên giranbiha pêk bîne.

    Ji bo pirtûkê sîyasetmedar û nivîskarê hêja Kek Kemal Burkay û romannivîser Silêman Demir pêşgotin nivîsîne. Kek Kemal Burkay di gel xebata siyasî û têkoşîna azadî, di hêla ziman, çand û edebiyata kurdî de jî kar û xebatên hêja pêk aniye. Wî ji blî nivîs û pirtûkên îdeolojîk, polîtîk, teorîk û dîrokî, herweha pirtûkên edebî jî afirandiye. Ew digel sîyasetmedariya xwe, helbestvane jî. Nivîskarê pirtûkê Salihê Omerî jî kurtepêşgotineke nivîsiye û tê de behsa pêvajoya xebata xwe ya berhevkirina gotinên pêşîyan dike.

    Kek Kemal Burkay pêşgotineke girîng nivîsiye û balê dikşîne ser hêjayiya kar û xebatên di derbarê folklor, çand, edebiyat û zimanê kurdî. Ew Swêdê jî weke mînak dide kul i Swêdê di warê çand û zimanê kurdî de xebatên baş tê kirin û berhemên baş û delal tê afirandin. Kek Kemal ji bo girîngî û berdewamiya gotinên pêşiyan gelek gotinên baş û xweş dibêje û vê mînaka girîng dide : ”Gotinên pêşiyan ji neslekî derbasê yê din dibin, bi sedan sal heya bi hezaran sal dijîn. Dem tê, roj dibe, ew li ser zimanan in. Carina mirov, li cîyê ku dûr û dirêj behsa meselekê bike, gotineke pêşîyan hildide û ew têra gelek tiştan dike, merema mirovan tîne ziman û dikeve serê guhdaran.”

    Di pirtûkê de pêşgotinek ji Silêman Demir jî heye. Ew jî di derbarê gotinên pêşiyan de hinek gotinên gelemperî dibêje û gotinên pêşiyan weke stûneke xurtiya zimanê kurdî bi nav dike. S. Demir dibêje : ”Mirov bi gotinên pêşiyan, kurdiya jiyana rojane ya sedsalan, şiklê jiyana kurdan, fîlozîfiya wan a jiyanê û bingehê huqûqê wan yê jiyana rojane fam dike.”

    Nivîskarê pirtûkê Salihê Omerî jî di pêşgotina xwe de di derbarê xebata xwe de agahdarî dide xwendevanan. Di dawiya pêşgotinê de jî behsa kurtejiyana xwe dike. Bi min Salih gelek baş kiriye ku kurtejiyana xwe qal kiriye. Beriya ku ez pirtûka Salih bixwînim, min pirtûka Bêrî Bihar ya bi navê ”Qeşem” xwend. Di derbarê nivîskara pirtûkê de du rêz jî nehatibû nivîsîn. Bêrî Bihar kê ye? Heta niha çi xebat kiriye? Berhemên wê yên din henin, tunin? Lewre jî, bi min divê di derbarê nivîskar de bi çend rêzan be jî, kurtejiyana nivîskar bê nivîsîn.

    Em ji pêşgotina Salihê Omerî fêr dibin ku ev berhem encama xebata bîst û çar salan e. Wî di sala 1981-an de dest bi berhevkirina gotinên pêşiyan kiriye. Salih bi vê xebata xwe ya dirêj ku bi salan dom kiriye, bê rawestandin, bê ku biweste xebata xwe domandiye û vê berhema giranbiha amade kiriye. Wî di pêkanîna pêşkêşkirina gotinên pêşiyan de, bi teknîneke modern û metodeke zanîst berhema xwe amade kiriye. Wî hemû gotinên pêşiyan li gorê alfabeyê rêz kiriye. Di bin her gotinên pêşiyan de kurteşîroveyeke nivîsiye. Yanî wî gotinên pêşiyan bi şêweyeke hişk û zûwa pêşkêş nekiriye. Wî bi şîrovekirina maneya gotinên pêşiyan cil û lîbas l iwan kiriye û weke dara bi fêkê pêşkêşê xwendevan kiriye. şerhkirina hemû gotinên pêşiyan naveroka wan dewlemend kiriye.

    Berhevkirina hezarûpêncsed (1500) gotinên pêşiyan û şîrovekirina wan karekî weha hêsan nîn e. Salih bi ked û xebateke giranbiha ji bin vê barê giran rabûye û bi serketiye. Kar û xebata Salihê Omerî, ev pirtûka wî ya giranbiha hêjayê pesnê ye. Ez wî pîroz dikim ku berhemeke weha afirandiye.

    Divê xwendevanên kurd pirtûka ”Ji Gotinên Pêşiyan” bixwînin. Ew dê jê gelek feyde bibînin, siûdê werbigirin.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: mehname@yahoo.com
    Contact us: mehname@yahoo.com

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.