Îro 21ê Adarê, roja Newrozê ye! NETKURD bi zanebûn vê roja pîroz dike roja destpêkirina weşana xwe.
Newroza we pîroz be!
Gelo NETKURD ji ber kîjan pêdiviyê dest bi weşanê dike? Li gora yên miletên din hem ji alî hejmara xwe, hem jî ji alî avayî û naveroka xwe her çendîn malper û portalên kurdan gelek kêm bin jî rêvekirina teknolojiya agahiyê (IT) bûye sedem ku gelek malperên kurdan yên dezgehî, rêxistinî û şexsî peyda bibin. Pirraniya van malperan ên rêxistina ne. Ev tebîî ye, rewşa kurdan wiha kiriye ku hîn portalên bi armancên tîcarî yên xurt ên profesyonel hema hema tunene yan jî pir kêm û kiz in. Bazara karkirinê (qezencê) di vî warî de peyda nebûye, û sermiyanê şexsî riya qezencê tê de nabîne, loma jî sermiyandarên kurd berê xwe nadin karên wiha.
Dewleteka kurdî ya rûniştî ya bi dam û dezgeyên xwe jî nîne ku karê teknolojiya înternetê bide ser milên xwe. Dewleta Federe ya Kurdistana Îraqê, dezgeyên wê yên îdarî, hîndekarî û kulturî hîn dûr in ji bikaranîna îmkanên teknolojiya agahiyê (IT) tevî ku hebûna vê teknoljiyê ê xwedan kartêkirineka (tesîreka) gelek mezin bûya.
Tenê dimîne partiyên siyasî, rêxistinên komelayetî û grûbên rewşenbîrî.. Ew xwediyê malpera ne. Giraniya xebata xwe dane ragihandina serxetê(online). Malperên wan, kovar û rojnameyên wan ên înternetê zêdetir li ser behsa raman û siyaset û bizava wan e. Bivê nevê sînorkirî ne, tenê behsa karûberê xwe û yê derûdora xwe dikin.
Yên ku serî li wan malperan didin kêm caran nûçeyên bûyerên li dervayî bizava partî, rêxistin an komikan dibînin. Helbet divê em herkesî nexin potayekê, îstîsna jî hene, lê îstîsna ne, valayiyeka mezin di warê rojname û portalan de heye ên ku cih bidin her awe nûçeyên civakê, bêyî ku hesasiyeteka wan hebe ku ev a filan an bêvan terefî ye.
Kurd miletek e ku ferdên wî jî wek ên her miletî xwedan maf in ku di heqê rûdanên cîhanê û ên welatên xwe de karibin agahiyên objektîf bigirin, nûçeyên ku ew distînin, ne yekalî, subjektîf, terefgîr û berevacokirî bin.
Rûdaneka din a bi qasî vê, belkî jê jî giringtir lê ji sedî sed pirr trajîk heye. Bi taybetî di nava kurdên Kurdistana Tirkiyê de facîayek di vekirina malperan de peyda bûye ku giranî dane zimanê tirkî. Gava meriv li malperên kurdên Kurdistana Tirkiyê dinêre dewra salên 70yî tê bîra meriv. Di destpêka nîvê duduyê ê salên heftê yî de li Tirkiyê û Kurdistana Tirkiyê, komele, rêxistin û weşanxane hatin danîn, kovarên mehane û heftane dest bi weşanê kirin, belavok hatin belavkirin, kitêb weşiyan, konferans û semîner hatin lidarxistin, lê hemû bi zimanê tirkî… Îro jî wek kuvarkan malper serî hildidin, kovar û rojnameyên serxetê(online) derdikavin, grûbên minaqeşê, forum û gotûbêjan ava dibin lê ji sedî 90ê wan bi tirkî ne. Kurd û kurtçîyên şûr simbêlên wan nabire bi tirkî reqandinê, dikin qebeqeb lê bi tirkî….
Zimanê ragihandina siyasî, îdeolojî û jiyana rojane ya navbera kurdên Tirkiyê bi tirkî ye.
Kurdîtiya bi zimanê tirkî, wek şape û sûlavekê ser bi civaka kurdî de tê, kes nizane û nabêje ev ê heta ku wiha here ê li ku raweste encama vê felaketê ê çi be.
NETKURD ji bo balkişandina ser vê trajediyê û lihemberrawstiyana wê dest bi weşanê dike, ya ê bi zimanê kurdî, ji sedî sed bi zimanê kurdî bi ser keve, jiyana xwe bidomîne û şerê tîrkîaxeviya dezgeyên kurdan bike, yan jî heke di berdewamkirina jiyana xwe de bi ser nekeve, ê zimanê xwe bibire û li ciyê xwe rûnê.
Ne zêde be jî rojname û ajansên serxetê(online), malperên weşanên nûçeyan û ragihandinê ên çi bi kurdî çi bi zimanên din hene, heke NETKURD bi bêterefî, bingehê xwe yê teknîkî, naverok û uslûba xwe, bi xwedîlêderketina prensîbên nûçegihîniyê û rojnamevaniye nebe xwediyê cihekî taybet bi xwe û wek her malpereka din be, ê jiyana xwe nedomîne, lê di van xalan de bi kêmasî bibe çêjeka din ê mafê jiyanê di xwe de bibîne.
NETKURD di van şertan de bi van hêviyan dest bi weşana xwe dike.
Yên ku di NETKURDê de berpirsiyariyan hildidin ser milên xwe bi her awayî îdeel kar dikin. Tu şîrket, rêxistin an dezge ne li pişt NETKURDê ne, sermiyanek ji bo karmend û karûbarên wê nehatiye danîn, beşdarên xebatê herkes li gor zanîn, bikêrhatin û taqeta xwe ê ji bo jiyandina wê mil bide ber.
NETKURD ê cih bide nûçeyan, nivîsarên curbecur ên nivîskarên quncikan, hevpeyivînan û lêkolînên heta dereceyekê berfireh ên bi navê dosyeyan.
Nûçe, nivîs ê di warê siyasî, civakî, aborî, kulturî, teknîkî, bijîşkî, spor û her wekî din de bin. Wek rojnameyên adetî yên din…
Nûçeyên NETKURDê her roj her saetê ê karibin bên nuhkirin. Daxwaz ew e ku nivîsên quncikan ji hefteyê carekê bin. Heke zûtir nivîs bên tezekirin gelek qenctir e. Û armanc ew e ku di tu rewşê de ji du hefteyan carekê derengtir nekevin.
Her nûçe dikare ji bal xwendevanan bê şîrovekirin û şîrovekirinên xwendevanan ê di malperê de xwiya bikin.
NETKURD (di rojên pêş de) ê xwedanê forumekê be ku tê de pirsên cuda bên guftûgokirin.
NETKURD ê di xeteke kurdperwer, Kurdistanî, demokrat û sebestîxwaz de be, li hemberî parti û dezgeyên kurdan bi her awayî bêteref be. Cih bide hemû nûçeyên Kurdistanê ên hemû partî, dezge û rêxistinan û hemû buyerên civatê bi şertê ku qîmeta wan a nûçetîyê hebe. Pîvan ev be, ne terefgirî an neterfgiriya filan an bêvan partîyê…
NETKURD ê prensîbên rojnamevaniyê li ber çav bigire, şexsan, grûban û gelan rencîde neke, ne şerxwaz be, ê li dijî terorê û terorîzmê be.
NETKURD ê bi her awayî bi kurdî be.
Ji alî naverok, uslûb û fikrê ve nivîsên quncikan ên nivîskaran, ên lêkoleran ê neyên destlêdan û neyên guhertin. Lê ji bal rêzimanî û rastnivîsandinê ve em dixwazin ku redaksiyona me ya ziman karibe hin midaxeleyan di ziman de bike gava ew şaş, qels an xwediyê hin kêmasiyan bin. Çimkî em dixwazin ne pir hişk be jî hin bingeh ji alî rastnivîsîn û rêzimanê de ji nivîsan re hebin da em karibin ber bi standardekî nivîskî de herin.
http://www.netkurd.com