Pirtûka "Kilamê cim’eta kurda", Bend yekxane.
Komkirin: Hacî Cindî
Veguhastin ji pîtên silavî bo pîtên erebî: Ehmed Ebdella Zero
Kovara Beyan, hijmar: 131’ê, gulana 1987’ê Bexdad
1- Gede lawiko, diçî zewaliyê, min bîr ne ke
Min sêva sor ke, beriya xwe ke
Gava diçî welatê xerîba’, derxe ser da mêze bike, dûr û nêzîk temam yek e
2- Gede lawiko, kuda diçî min bive xwe ra
Ez ‘ê şîvê biçnim ce’niya te ra
Hergê xelqê têlî delal dipirse, bê kewa gozel min qurx kiriye nefsa canê xwe ra
3- Dilê min nêze-nêze
Agir ketiye goma pêz e
Par vî çaxî dilketiyê min bû, îsal pê ra, bûye dilketiyê keçka xaçparêz e
4- Keçkê qurba’ serê xwe bişo av li ber da
Kefê birêj ser sîngê xwe kever da
Ez û kewa gozel kêleka hev rûniştin, meyê şîrin-şîrin xeber da
5- Mala me cînarê mala şêx e
De tu defterê bîne, morê lêxe
De tu were min birevîne, paşê dengê min dinê xe
6- Ha li ser me ra hîva zer e
Cot qerewla xwe daye ber e
Hîv çû ava, paşî were