Dibêjin ku zelamekî hespek hebû. Hespê wî tep (teb) dihatê. Her şev di axûrê de teprepa wî bû... Wî jî çira xwe dibir diçû ber serê hespê xwe radiwesta ta tepa wî jê diçû... Êdî ne bû şevek û ne bû mehek. Mêrik pêve kesîre bû. Rojekê gote xwe:
- Ya qenc (baş, çak) ew e ku ez vî hespê xwe bifroşim û xwe jê rihet bikim, hosan ji min re û jê re na çit serî...
Roja paştir kurtan kir û lê swar bû û çû... gelek gund û zom şûn xwe ve hiştin. Çû çû ta giha gundekî dûr û veder da nas ne kin... Ji hespê xwe peya bû û roj bi xêrek veda û got:
- Heke bikirr hebin ez vî hespê xwe dê bifroşim...
Zelamekî ji nêv komê hatpêş û got:
- Ev e ez, heke tu bifroşî ez dê bikirrim.
Bazara xwe kirin û hesp jê kirrî û gotê:
- Bira hespê te çawa ye?
Xudanê hespî gotê:
- Babê min Xwedê wekîlê te bit, min çira xwe vemirand û ya te berdayê. Hespê min welê baş e...
Mêrkî diravê xwe wergirt, zivirrî hat mala xwe... Yê dî jî hespê xwe bir dakir.
Roj çû û şev hat. Di derengiya wê şevê de dengê teprepekê ji axûrê hat, ji xewa sirîn hilpekand (hişyar bû). Wî çira xwe vêxist, bir û çû ber serê hespê xwe rawesta ta tepa wî jê çû…
Çar pênc roj ser ve çûn û karê wî her ew bû. Rojekê gote xwe:
- Xwedanê vî hespî ez xapandim, hespê wî ne hêjayî pûlekî qelp e, heke bifroşim jî kes pûlekî pê na dit, diravê min jî çû û hesp jî bûye bela serê min. Çare nîne ez dê rabim herrim (biçim) hespê wî lê vegerrînim.
Wî jî rabû hespê xwe cil kir û lê swar bû, çû… ne li vî gundî, gundê he… bi pirrs û pirrsyar jî kesek ne dît ku saloxekê jê hildit. Paşê li nêzîkî gundekî dît ku hespê wî ew reya li ser diçû berda û reyek dî girt û lezand. Mêrkî zanî ku ev reya gundê xwedanê wî yê berê bû. Wî jî hefsar sist kir, rast û rê çû ber dergehê xênî, jê peya bû û got:
- Were babê min, were bela vî hespê xwe ji min veke! şev tep têtê û ez çira xwe vêdixim diçim ber serê wî radiwestim ta tepa wî jê diçit…
Mêrkî gotê:
- Hey babê min, ma roja gonê ku min hesp firot te, min ne got te ku Xwedê wekîlê te bit min çira xwe vemirand û ya te berdayê!!!
_______________________
Têbînî
Ev çîroka folklorî ji pirtûka Dibêjin hat wergirtin, wesan li kovara Beyan’ê, hijmar: 120’ê, hezîrana 1986’ê bi pîtên erebî çap bû.