Me xwastî ku em bernameyekê li ser kovarên li internet ê belav kin li KurdsatTV
1-Em destûra we dixwazin ku em kovara we Mehname jî li wê bernamê belav kin
2- Eger Hûn destûr didin div bi lez hûn navên hemo desteka wê serniviskarê wê ji me re bişîin u sipas ji karê we yi hêja re
Helbestvan û nivîskar M Hemo - Silêmaniyê
BERSIV
Hêjayan li KurdSat,
Em ji dil spasiyên xwe pêşkêş dikin ku hûn wiha bi
dilgermî nêzî me dibin û dixwazin kovara me di
KurdSatê de bidin nasîn.
Bêguman em destûrê didin we û hûn dikarin wê
binasînin.
Gelek kesan di kovarê de nivîsiye û navên wan ji vê
lînka jêrîn dikarin bên bidestxistin.
Bi hemî zaravayên kurdî rê têt dan ku berhem belav
bibin lê ta niha herî zêde bi kurmancî (kurdiya bakur)
bûye.
Mehname li sala 1999 wek test dest pê kiriye û di
destpêka sala 2000ê de dest bi weşana asayî kiriye.
Her mehê hejmarek derketiye û niha 35 hejmar berdest
in.
Li destpêka sala 2003yê kovar dikeve çarsaliya weşana
xwe ya asayî û hingê hejmarek cejnî û roşanî dê
derbikeve ku gelek berhemên taybet dê diyarî
xwendevanan bên kirin.
Di kovarê de bi pirranî berhemên bi van şêweyan tên
belavkirin:
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname (henek, galte, pêkenok)
Di her hejmarê de kovar tê dikoşe ku bi "diyariyên
taybet" xwendevanên xwe dilşad bike.
Mehname giringiyek zêde dide kurdîkirina klasîkên
Cîhanî û berhemên din ên nirxbilind.
Sernivîskar û damezirînerê Kovara MEHNAME:
Husein Muhammed
Hin kesên gelek tê de dinivîsin / nivîsiye (nav li gor
alfabeyê hatine rêzkirin):
Kovara MEHNAME hêvî dike ku ew piştî vê sersalê bêt
nirxandin û nasandin daku hejmara wê ya taybetî bikeve
ber destê xwendevanan ku hingê ev berhem bi boneya
sersala xwe û sersala zayînî tên pêşkêşkirin:
- Dosyeyek nêzî 1 000 rûpelan ji pexşana kurdî
- Nêzî 1 00 helbestên bijare
- Ferhenga peyvên dadwerî (hiqûqnasî) ya kurdî
îngilîzî
- Zarokname, dosyeyek bo zarokan
- Pendname, pirtûkek pendan ji nivîskarên navdar ên
cîhanê yekem car bi kurdî
- Pirtûka 3yem a Xelîl Cibran ku Mehname diyarî
xwendevanên xwe dike.
Mehname ji KurdSatê re hêviya rêyek bêasteng û salên
dirêj dike.
Digel bedewtirîn silav û rêzan û bi hêviya têkilî û
peywendiyên xurt û berdewam,
li ser navê Kovara MEHNAME
Husein Muhammed, berpirsê giştî yê kovarê