Serrûpel Hejmar 36, rêbendan 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Name

Ji û bo KurdSatê


Birêz Soreklî, çawa li "başûrê Kurdistanê xwedî derkevim"?

Yusuf Polat: yusufpolat@t-online.de

Brêz [Şahînê B] Soreklî dinivîse:

"LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ XWEDÎ DERKEVIN"

Erê li ser seran ser çavan, lê kerem ke binivîse, ka em bi çi awayî xwedî derkevin? Nivisa te wek yên brêz [Kemal] Burkay e, ku wî bi vî awayî 20 salên min xwarin, 30 sal e wek te dinivîse. Di nivîsa te de tiştek konkret (bi çavan bêt dîtin) tuneye, ez use dibînim. Kerem ke pêşnîyarên xwe bike: Ez li Almanya, li bajarê Frankfurt çawa li "başûrê Kurdistanê xwedî derkevim"?

Silav û rêz

Yusuf Polat, Frankfurt am Main/Almanya

yusufpolat@t-online.de


BERSIVNAME JI ŞAHINÊ B SOREKLÎ

Birêzê hêja Yûsif Polat,

Ez ne serokê rêxistineke siyasî me, ne jî wê bizavê dikime ku mêjiyên xwendevanên berhemên xwe bişom. Kesek ji bo nivêsandinê çi pereyan jî nade min. Wek kesekî ku bi dehsalan li derve dimîne ta ji dest dihêt ez li gor wûjdana xwe bizava kirina tiştekî ji bo gelê kurd dikim. Wek nivîskar ya li min pêşniyazî ye, ne serdarî û organîzekirina xelkê ye.

Çi heyf ku ew derfatan di dest min de nînin da ku xwendegehên fêrkirina mentiqê ji bo Kurdên cîhanê vekim. Nivîsara min, ku min tê de xwedîderketina li başûrê Kurdistanê pêşniyaz kiribû, kurt bû û ew yeka pêşniyaz dikir ku her kes li gor taqeta xwe di van demên bo wî beşî bi tehlûke de piştgiriyê bike, xwedî lê derkeve. Lê mademe tu ji min dipirsiye ku ez bi xwe ji te re bibêjim tu çi bikî, wa ye hin pêşniyaziyan ji te re rêdikime ku tenê PÊşNIYAZÎ ne: Wek kurdekî li Almanya ku kompiyûter û înternêt heye tu dikarî gellek tiştan bikî û hewce nedikir ku ez wan ji te re diyar bikim. Tu dikarî ji dezgeh û dayîre û mîdyaya almanî re nameyan di derbarê pirsên xwe bi Kurdan û başûrê Kurdistanê ve girê didin binivîsînî; tu dikarî kombûnekê bo Kurdên li Frankfurt bi rê xî ku tê de bihête munaqeşekirin ka hûn çawa dikarin tiştekî bo başûrê Kurdistanê bikin; tu dikarî nameyekê ji rojnameyekê re, ji siyasetmedarekî re, ji parlementerekî Yeketiya Ewropayî re binivîsînî; tu dikarî li ser kartekê “Solidarität mit dem Kurdischen Volkes und Süd Kurdistan” ["Dilsozî bi gelê kurd û Başûrê Kurdistanê re" - Mehname] binivîsînî, di dest xwe kî û di parkeke Frankfurt de rojeke yekşemê derkevî seyranê; tu dikarî li gel kesekî ku diçêye Kurdistanê 100 Euroyan ji sêwî û hewcedaran re bişînî; heke şerekî cîh girt tu dikarî di xwepêşandaneke piştgiriya başûrê Kurdistanê û mafên li wir hatinî bidestxistin de beşdar bibî; tu dikarî wek tûrîst biçî wî beşê Kurdistanê,... Tu dikarî gellek tiştan bikî û tew bi kêmasî di van demên hesas de dijmintiyê bi hukûmetên kurdî yên başûrê Kurdistanê re nekî.

Spas dikim ku te zehmet kişand û ji min re nivîsand. Çawa be, rastiya ku te nivîsand jî îspat dike ku nivîsandina wê gotarê ne weqa bêyî sûd bûye.

Sersala te pîroz be.

Şahînê B Soreklî: shahinsorekli@hotmail.com

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem
Arşîva Cegerxwîn?


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.