Dîsa dersek li ser zimanê kurdî – taybetîyên zimanê me
"X" û "KS"
SERHAT RONAHÎ
Ez bi xwe kurdek li derveyî welat dijîm û ev nêzikî salek e, min dest bi xwendin û nivîsîna kurdî kirî.
Dîsa bala min tiştek kişand.
Ez bi xwe zimanê almanî (elmanî) dizanim û ez dixwazim metodek rastnivîsîna zimanê me û zimanê rojava bîmin ber hev û em bibînin, kane, em dikarin ji wan tiştek bigirin.
Ez dixwazim li ser tîpa „xX“ bisekinim.
Di zimanê me da wek ez fêr bûme “xX” bo dengek wek di zimanê almanî da “ch” ( di zimanê tirkî da wek “ğ”) tê bikaranîn.
Ez dikarim gelek mînakan bidim, lê ez bi xwe dixwazim li vir tiştek bînim ber çavan, gelo, ew dibe nabe, em dikarin bikin an na.
Em çima maneya “xX” berfireh (!) nakin. Bi min ev bo zimanê kurdî dibe dewlemendîyek. Em dikarin wê çaxê gotinên zimanên rojava yên ku dikarin bikevin nav zimanê me û em dikarin wan wek welat û gelên din baştir bikarbînin û binivîsin.
Çima em maneya “x” wek “ks” berfireh nakin.
Hinek gotinên zimanên rojava;
Text ( bilêvkirin; Tekst )
Index ( bilêvkirin; Indeks)
Ex (bilêvkirin; Eks)
Explorer (bilêvkirin; Eksplorer)
Fax (bilêvkirin; faks)
Wek hûn li jor dibînin, çend mînak hene.
Gotinên li jor ketine zimanê me jî û em jî bikartînin û bi wan qise dikin.
Tenê li vir pirsek heye, nivîsandina wan çawa baştir e, wek xwendin an wek rastiya kokên gotinan.
Bi min wek rastîya kokên gotinan rastirîn e. Ez dibêjim, em x wek ks jî berfireh bikin.
Bo çi;
Ewil di zimanê me da tîpa x heye. Ev jî bo kurdan pir baş e. Dûra jî ez dikarim bibêjim, gotinek wek rastîya koka xwe bê nivîsîn baştir e, çimkî meriv wê çaxê zêdetir tê digihîje ( wek fax, text) û alîyek din jî ew xweşbûnek dide zimanê me.
Ez vê yekê difikirim.
Ma hûn çi dibêjin ? Kîjan rast e ?
TÊBINÎ; Tiştek din jî bi ser ve bikim, ma çima kurd bo Almanya dibêjin, Elmanya û bo zimanê wan jî ne almanî, elmanî dibêjin? Ma xêr e, bi min kurd bi a bi lêv dikin, ne bi e. Bi min Almanya û almanî baştir e û rasttir e, çimkî, ew gotin wek almania, almanya, alamania di zimanê din da jî gelek heye, divêt, meriv xwe ji wan dûr nexe, jixwe kurdên bakur Almanya wek Almanya dizanin.
SERHAT RONAHÎ
Bila x her bo dengê x û ks jî bo dengê ks be
Husein Muhammed
Di pirraniya zimanên Rojava de tîpa „x“ wek dengê „ks“ tê bilvêvkirin. Birêz Serhat Ronahî jî dixwaze ku dema em peyvên bi dengê „ks“ dinivîsin, em wan wek „x“ binivîsin.
Wek ku diyar e, „x“ di zimanê kurdî de ne wek „ks“ tê xwendin. Dema em dinivîsin „xwe“, „xewn“, „xeyal“, „xem“ û her wek din, em wan ne wek *„kswe“, *„ksewn“, *“kseyal“, *„ksem“ bi lêv dikin. „X“ di zimanên Rojhilata navîn de - digel wan kurdiya bi alfabeya erebî jî – wek خ têt nivîsîn. Ev „x“-ya kurdî dişibe dengê „j“ di spanî de (wek Juan, Julio û hwd.) yan jî dengê „ach“ di elmanî de. Tevî ku di zimanên din ên Ewropayê de dengê „x“ kêm peyda bibe jî, bi giştî ew bi cotetîpa „kh“ têt nîşandkirin, wek Khalid (Xalid) û Khalil (Xelîl).
Bi taybetî vê dawiyê gelek peyv ji zimanên Ewropayê ketine zimanê kurdî. Li vir naxwazim bersiva hindê bidim ka baş e yan na ku ev peyv dikevin zimanê me. Ya giring li vir ji me re ew e ka ew bi çi awayî ne û bi çi awayî divê bên nivîsîn.
Birêz Serhat Ronahî dixwaze ku peyvên dengek yan zêdetir dengên „ks“ hebin, ji ber ku di zimanên Rojava de bi gelemperî wek bi tîpa „x“ tên nîşankirin, divê di kurdî de jî bi wî awayî bên nivîsîn.
Mixabin ez nikarim bi wî re hemfikir bim. Pirr baş e ku heval Serhat wek mînaka pêşîn peyva text daye. Bêguman armanca wî bi nivîsar a xwerû-kurdî ye. Ez nabêjim ku bila peyva text li şûna ya nivîsar neyê bikaranîn. Lê bi baweriya min nabe em wê wek text binivîsîn. Ji ber ku di kurdî bi xwe de jî peyva text heye û ew bi wateya Throne a îngilîzî û elmanî, عَرْش a erebî, taht a tirkî û hwd. ku têt wateya kursiya serok an serdar an hukumdar. Lew nabe ku tekst a bi mebesta nivîsar wek text bêt nivîsîn lê divê wek tekst bêt nivîsîn daku tevlihevî çênebe.
Wek din jî, her xwendevana/ê kurd nikare bikeve pey etîmolojiya peyvan ango li koka peyvan vebikole daku bizane ka „x“ wek „x“-ya kurdî bêt xwendin an jî wek „ks“ lew divê hertim di kurdî de dengê „ks“ wek „ks“ di nivîsînê de jî bêt nîşankirin.
Jixwe hemî zimanên din jî „ks“ wek „x“ nanivîsin. Wek mînak ji van em dikarin zimanê tirkî û yê fînî. Di fînî de mînakên birêz Ronahî dide wiha tên nivîsîn:
- Teksti
- Indeksi
- Faksi
Peyva „explorer“ di fînî de nayê bikaranîn û berginda wê „tutkimusmatkailija“ ye. Tenê „ex“ wek „eks“ nayê nivîsîn, ew jî ji ber ku „ex“ tenê di zimanê neformal de têt bikaranîn; wek din berginda wê bi fînî „entinen“ e.
Di tirkî de jî ev peyv wiha tên nivîsîn
- Tekst
- indeks an endeks
- faks
Bo asaniya xwendin û nivîsînê, pirr giring e ku her tîpek tenê bo dengekî bêt bikaranîn û her dengek jî tenê bi tîpekê bêt nîşankirin. Lew divê dengê „ks“ her wek „ks“ bêt nivîsîn.
* * *
Almanya yan Elmanya
Bi rastî di rastnivîsiya navên coxrafî de tevliheviyek mezin hê jî di nivîsîna bi zimanê kurdî de serdest e. Hê jî gelek navên welatan an bajaran bi awayên cor-bi-cor tên nivîsîn û lihevkirinek gelekî ji roja me dûr e. Em dikarin çend mînakan bidin:
- Amerîka yan Emerîka, Emrîke
- Skotlenda yan Îşkoçya
- Polonya yan Polenda
- Fînlenda yan Fînlandiya
- Stembol, Stenbol, Îstenbol, Îstanbul, Estembol
- Wales yan Galler
- Û hwd.
Li ser van navan lihevkirin nîn e lê ez bi xwe dikarim wiha tercîhên xwe pêşkêş bikim:
Amerîka: herî zêde nêzî navê xwe yê bi zimanên din e; nîşankirina bi awayê Emerîka tîpa pêşîn hinekî xerîb dixwiye. Emrîke hê jî xerîbtir dixwiye.
Skotlenda: Îskoçya tenê bi tîrkî ye û di wir re ketiye ser zimanê kurdên li Tirkiyeyê dijîn, ji kurdên parçeyên din ên Kurdistanê re xerîb e.
Polenda: navê vî welatî bi îngilîzî „Poland“, bi erebî „بولندا“ ango „Bolenda“, bi farisî "لهستان" ango "Lehistan" û bi tirkî jî "Polonya" yan jî "Lehistan" e. Pirraniya wan navan, ên bi îngilîzî „-land“ li dawiya wan, bi kurdî „-lenda“ li dawiya wan e, wek „Holland“ û „Holenda“, „Finland“ û „Fînlenda“, „Thailand“ û „Taylenda“ û hwd. Bi erebî jî „Bolenda“ ye ji ber ku tîpa „p“ di wî zimanî de nîn e. Lew divê ev jî wek Polenda bêt nivîsîn.
Fînlenda: Ev peyv bi îngilîzî, swêdî û gelek zimanên din „Finland“ e. (Bi fînî bi xwe navê wî welatî "Suomi" ye. Di elmanî de wek "Finnland" têt nivîsîn lê ji ber ku du tîpên wek hev hema di kurdî de nîn in, nabe em bi du nn-an binivîsin.) Tenê di tirkî de ev nav wek „Finlandiya“ têt nivîsîn û ti mantiqî tê de nîn e ji ber ku li şûna „-land“ a îngilîzî û hin zimanên din di tirkî de „-landa“ heye, wek Holanda, û di kurdî de jî „-lenda“ heye, wek „Holenda“. Bi erebî û farisî jî „Fînlenda“ ye. Lew divê Fînlenda bêt bijartin.
Stembol: Di kurmancî de peyv bi „st“ dest pê dikin, wek „stêr“, „stran“ „stûr“ û hwd. lê ticarî bi „îst“ dest pê nakin lew divê destpêka wê „st“ be. Lê piştî „ste“ gelo „mb“ hebe yan „nb“? Di kurdî de dengên „mb“ hene û yên „nd“ lê qet ên „nb“ û „md“ nîn in: Bala xwe bidinê: „simbêl“, „hembêz“ û hwd., û „çend“, „rind“, „bilind“ û hwd. Lew divê Stembol bêt nivîsîn. Di soranî de herî zêde „Estembol“ têt nivîsîn. Bi soranî dirist e ku „e“ li destpêkê be ji ber ku di soranî de li şûna „st“ a kurmancî bi pirranî „est“ heye, wek „estêre“ (stêr) û „estûr“ (stûr). Ango Stembol forma rast e.
Wales (bixwîne: Weylz): Bi îngilîzî ev e navê wî welatî û ew welat beşek ji Brîtanyayê ye û herî zêde bi wî navî têt nasîn lew divê Wales navê wê be.
Elmanya: Ev nav herî zêde nêzî denganiya kurdî ye. Di kurdî de peyvên „elm“ tê de hebin pirr in lê „alm“ nîn in, wek „elmas“, „Selma“. Tevî ku di gelek zimanan de wek „alm“ bêt nivîsîn jî, „a“-ya wê kurt têt xwendin. Di kurdî de li berî du dengdaran (konsonantan) tîpên dirêj (a, ê, î, û) kêm in lê yên kurt (e, i, u) mişe (zaf) in. Dema di tirkî de „a“ hebe, gelek caran bi kurdî „e“ heye: „para“ (pere), „aman“ (eman), „bahçe“ (bexçe) û hwd. Lew divê di kurdî de wek Elmanya bêt nivîsîn.
-istan: Peyvek din jî heye ku dixwazim bi kurdî li ser rabiwestim. Di zimanê kurdî de navên hin welatan wiha ne: Kurdistan, Pakistan, Yunanistan, Bulgaristan; ne * Kurdîstan, Pakîstan, Yunanîstan, Bulgarîstan. (Yan hê jî kembaxtir: * Kürdistan) Ev awayê dûtir yê bi „îstan“ ji denganiya zimanê kurdî re pirr xerîb e û dernegtir ji ber bandor û tesîra zimanê tirkî ketiye kurdiya wan kesan ên derengtir, piştî xwendewariya bi zimanê tirkî, li zimanê kurdî vegerîne.