Serrûpel Hejmar 37, reşemeh 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Weşan

Lokman Polat: "Xelat" ya Sedat Yurtdaş
Ji Zeynel Abidîn: Sê berhemên nû
Pirtûka Kamiran Alî Bedirxan: "Yado"
Pirtûkek nû bo zarokan: "şagird diçin dibistanê"
Serpêhatiyên şervanan: Tabûra bahozê


Ji birêz Sedat Yurtdaş

XELATA AMEDÊ

Lokman Polat: lokmanpolat@hotmail.com

  Pêşberga pirtûkê

Mirov pênc hezar kîlometer dûrê welatê xwe be, 18 sal li sirgûnê bijî û dema ji welatê mirov, ji bajarê mirov diyariyek ji mivor re bê, gelek keyfa mirov tê. Helbet ji diyariyê qesta min diyariya pirtûkan e.

Ji min re diyariyek ji dilê welatê min, ji bajarê min Amedê –Diyarbekir- hat. Ez bi vê diyariya giranbiha şad û bextiyar bûm. Parlemenê Amedê ê berê, hêja Sedat Yurtdaş pirtûka xwe a kurdî “Xelat”ê ji min re îmze kiriye û wek diyarî şiyandiye. Diyariya ku ji bajarê min ji min re hate, ji bo min Xelata Amedê bû. Ev Xelat, xelata herî giranbiha bû ku ta niha di jiyana min de ji min re hatibû şiyandin.

Nivîskarê hêja Sedat Yurtdaş berê çar pirtûk nivîsîne û weşandine. Pirtûkên wî ên berê bi tirkî ne. “Xelat” pirtûka wî a yekem e ku bi kurdî ye. Min di nav herçar pirtûkên wî yên berê de, romana wî ya bi navê “Remo” xwendibû. Lê, min hersê pirtûkên wî ên din nexwendine.

Nivîskar Sedat Yurtdaş niha li Amedê dijî û parêzeriyê dike. Dewleta dagirker, komara Tirkiyê li hemberê wî û hevalên wî ên parlementer bêedaletiyeke nedîtî pêk anîn. Wî û hinek parlementên kurd girtin û avêtin zindanê, partiya wan qedexe kirin. Ew di hepisê de 16 meh raza, lê dadgeha komara tirk 14 meh ceza dane pê.

Dema min romana wî a bi navê “Remo” xwend, min dît ku hêla wî a edebî xurt e. Di hinek kovar û rojnameyên kurdan de, min hinek nivîsên wî ên bi kurdî xwend. Kurdiya wî jî baş bû. Wî niha gelek baş kiriye ku bi kurdî berhemeke edebî afirandiye.

Ez ê di vê nivîsa xwe de, berhema wî a edebî “Xelat”ê bi kurtahî bidim danasînê. “Xelat” ji heft kurteçîrokan pêk hatiye. Pirtûk di nav weşanên “Sî” de, li Stenbolê derketiye û 77 rûpel e.

Nivîskar Sedat Yurtdaş bûyerên sosyal/civakî bi şêweya çîrokê û bi zimanekî edebî nivîsiye. Şêweya nivîsîna wî –bi taybetî jî çîroka dawî- şêweyeke nûjen e. Naveroka vê berhemê dewlemend e, bûyerên di çîrokan de hatiye qalkirin balkêş in. Teknîka hunandina çîrokan herikbar e û xwe bi mirov dide xwendin. Kurdiya wî jî baş e.

Di çîroka bi sernavê “Ez” de, vegotubêjê çîrokê ramanên xwe ên hundirîn bi şêweya vegotinê pêşkêş dike. Ew hal, rewş û psîkolojiya însanan, kesayetiya du rû şîrove dike. Di vegotinên gotubêj de, mirov guhertineke berbipêş dibîne. Di hest û ruhê wî de guhertineke ku dê jiyana wî bigehurîne û bibe xwedî helwesteke nû... Guhertina ku di şexsiyeta wî de pêk tê, di esasê xwe de guhertina civakî ye, serhildana ruhî ye.

Di çîroka “Qero” de, rewşeke civakî ê welatê me û rastiya malbateke pirzarok heye. Ev çîrok çîrokeke pirrengîn e û gelek hêlên wê hene ku divê mirov behs bike. Di vê çîrokê de mijara pirbûna zarokên malbatan û pêwîstiya hindik anîna zarokan, bi argumentên cuda tê qalkirin.

Ev mesela pirbûna zarokên malbatên kurd û zêdebûna nifûsa kurdî, li Tirkiyê hêj jî tê minaqeşekirin û dewleta dagirker li ser vê meselê gelek dîsekine û ji tirsa xwe dixwaze hinek tedbîran bigre û pêk bîne. Li gorê dewleta tirk, malbatên kurdan xwedî gelek zarok in. Jinên kurd heryek heşt, deh zarok tînin, hersal diwelidin. Ev jî nifûsa kurdan zêde dike û ji bo pêşeroja Tirkiyê xeter e. Li gor belge û dokumentên “MÎT”ê û “Genel Kurmay”ê, deh panzdeh sal paşê, nifûsa kurdan li Tirkiyê dibe nifûsa herî pir, herî qelebalix. Loma jî, ew dixwazin ku pêşiya vî tiştî bigrin û nehêlin ku nifûsa kurdan ewqas pir zêde bibe.

Helbet ji bo kurdan jî argumentên din hene. Ji bo bavekî kurd ê welatparêz, ew ê çend zarokên wî bi karûbarê malê re mijul bibin û çend jî di nav tevgera têkoşîna rizgariya Kurdistanê de cih bigrin û li dijê dagirkeriyê têbikoşin, şer bikin. Ji bo jinek kurd a normal, anku jina malê, pirbûna zarokan “Şênayî ne, zarok gulên malê ne, zarok jiyan in.” Li gor jinike welatparêz ku bi ramanên kurdayetî difikire; “Ew –anku dewleta dagirker a tirk- dixwazin zarokên kurdan hindik bin, hejmara wan kêm be, eslê xwe zû wenda bikin.”

Argumenta jinika mamoste, li gor jiyana sosyal a rojane, xetera pirbûna zarokan e. Li gor wê; “jinek dema heşt, deh zarok tîne, rewşa wê ya derûnî û tenduristî, sîhata wê xirab dibe, nexweş dikeve. Xwedîkirin, mezinkirin û perwerdekirina zarokan zehmet e, li stuyê dê û bav dibin bareke giran. Loma jî, li gorê wê, her malbatek yek, du zarokên wan hebin, bes e.” Helbet, mesela pirbûna zarokan pirsgirekeke malbatî û civakî ye. Ev tişt tev malbatên kurd eleqeder dike. Di berhemeke edebî de, helbijartina vê mijarê, rengeke civakî dide çîrokê û berhemê.

Alîkî din ê vê çîrokê jî ev e ku; jinek kurd, xwedî heşt zarokan e, nexweş e, lê haya wê ji nexweşiya wê tune. Bi jinikê re nexweşiya dil û şekir heye, lê ji bo ku ew qet neçûye doktor û xwîna xwe nedaye kontrolkirin, haya wê ji nexweşiya wê çênebûye. Ev tişt di hal û rewşa vê jinê de, rastiya gelek jinên kurd ê ku ew jî di vê rewşê de ne, yanî rastiyeke civakî ye.

Di vê çîroka piralî de gelek mijarên civakî hene ku hêj jî di nav civaka kurd de wek adet, anku wek tradisyon didomin. Wek mînak; di çardeh saliya xwe de zewaca keçan, xwe bi xwe welidandina jinan –yanî bê ku biçin nexweşxanê, di malê de diwelidin- ,dema mêvanekî biçe mala malbatek, xweberşêdana bûk û keçên malê, du jin anîna mêran, -anku hebûna hewîtiyê- , lêdana mêran li jinê û herweha gelek tiştên din, hêj jî di nav civaka kurd de têne pêkanîn.

Nivîskar di vê çîrokê de malbateke pirzarok wek neynika civakê digre dest. Çawa ku di nav civakê de yên baş û xirab hene, herkes newekhev e, di nav zarokên malbatê de jî yên baş û ê xirab hene. Nivîskar projektora xwe dide ser malbatê û yeko yek behsa wan dike. Ew behsa mêrik û serpêhatiyên wî, nexweşiya tendirustiya jinê û rewşa zarokan radixe holê.

Di çîroka sernavê “Nerîmankê” de, di esasê xwe de çîroka Telo têt qalkirin. Telo bi reîsê şaredarê bajêr re diçe Enqerê. Ew li wir jinike bi navê Nerîman nas dike. Ew dibin dostên hevûdu, bi hevre radizin.

Telo zewicandiye û bavê şeş zarokan e. Lê, wî ji jinikê re gotiye ku ew mirovekî dewlemend e, nezewiciye, anku ezeb e. Piştê demeke Telo êdî naçe Enqerê. Jinik, anku Nerîman tê bajarê Telo mêvaniyê. Teloyê reben, feqîr û belengaz, xwedî şeş zarokan û bê pere ye. Ew ji bo ku jinikê biezibîne, divê pere peyda bike. Ew neçar dimîne û bi çar hevalên xwe ve çek digre û diçe davêje pêşiya otobusê û rêwiyan dişelîne û paşê tê girtin. Rewşa Telo, rewşeke civakî ye. Di şûna Telo de kî be jî, dê yan dizî bike, yan xelkê bişelîne.

Nivîskar Sedat Yurtdaş mijarên çîrokên xwe ji nav jiyana civakî a gelê kurd wergirtiye. Di çîrokên wî de navê bajarê min, anku navê Amedê –Diyarbekir – bajarê qedîm û bajarê mirinê ye. Ev herdu nav jî tam li gor Amedê ne. Lewra Amed bajarekî qedîm e. Lê, Amed bajarê mirinê ye jî. Li Amedê bi sedan kuştinên bi destê qesasên nediyar û kuştinên bi destê dewleta dagirker pêk hatin. Amed bi taybetî jî di salên nodî de bûbû bajarê mirinê. Mirov dema bala xwe dide naveroka temamê çîrokan, hemû çîrokên ku di pirtûka “Xelat” de ne, çîrokên sosyal-civakî û realîst in.

Di çîroka “Termên Bêxwedî” de, rewşa çekdarên serhildêr û gundiyan, zilm û zora leşkeran, şewata gundan û koçberiya gundiyan wisa hatiye ravekirin ku, mirov di wan gotinan de, êş û drama netewî, xizanî û kambaxiya gelêrî dibîne. Tu gotinek, tu hevokek wek gotinên di vê hevokê de hatine gotin, rastiya xort û keçên çekdar –ku li çiyan bêyî perwerdekirinekî leşkerî ê baş û bêyî alîkariyeke lojîstîk li quntarên çiyan, li deşt û newalan, li daristan û kendalan telef bûn, ji alî tîmên taybetî û leşkerên ordiya hov-barbar- ve hatin qetilkirin- naniye zimên. “Tu kes nizane ku çendik û çend tevkuştin çêbûne û çendik û çend tevgorên bi dizî hatine kulan û termên çend keç û xortên bedew, termên bêxwedî tê de hatine veşartin.”

Koçberiya gundiyan û jiyana wan a di bajêr de jî bi şêweyeke baş û xweş hatiye şîrovekirin. Ji bo gundiyan jiyana bajêran zor û zehmet e. Gelek gundiyên kurd di bajaran de bêkar û şixûl, feqîr û perîşan bûn.

Nivîskar bêku navê rêxistina Xizbullahê bide, rewşa wan, kuştina rêvebirê wan, çalakiyên wan ên sator-lêdanê, di nav hunandina çîrokê de rave dike. Bozo û Nezo diçin malek ku ji wir kew bidizin. Ev mal mala fedaiyên olî, anku mala Xizbullahê ye. Ev herdu ji alî wan ve têne girtin. Nezo berê hevalê wan bûye û paşê ji wan veqetiyaye. Mîlîtanên olî wan wek sîxûr didît û qet bawer nekirin ku ew ji bo diziya kewan hatine wir.

Mîlîtanên olî herduyan digrin, -yek birîndar e- dibin dixin stargehê. Stargehên wan jî paşê derket holê ku, bê çi stargeh in! Wan di gelek malan de stargehên wisa çêkiribû ku, qet kesek nedidît, şik û guman nedibir wir. Nivîskar bi teferuat taswîra stargehê wan dike û dîmeneke balkêş derdixe pêş mirov. Nivîskar di kesayetiya mîlîtanekî olî de, dîtin, raman, armanç û sedemên çalakiyên hêza olî û karektera mîlîtanên olî, psîkolojiya wan a ruhî bi şêweyeke edebî û rexnegirî pêşkêş dike.

Bûyer û qetlîamên gelkujî yên ku li Kurdistanê pêk hatine divê netenê di nav rûpelên dîrokê de bimînin, divê ne tenê ji alî lêkolîner û dîrokzanan ve, herweha ji alî nivîskarên edebiyatvanan ve jî wek “vakanûserên” berê, bêne nivîsîn. Nivîskar gelek baş kiriye ku di çîroka bi sernavê “Deriyê Mêrdînê” de, qetlîama leşker û polîsên dagirker ku li dijê gelê kurd, li Amedê hatibû pêkanîn, nivîsiye.

Wek têt zanîn, di meşa definkirina cenazê şehîd Wedat Aydîn de –ku gelek parlamenterên endamên partiya HEPê jî amade bûn- hêzên dagirker gule bera meşvanan dan, tevkujiya gel pêk anîn, gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin. Xweşka min jî ew dem birîndar bûbû. Nivîskar ji ber vê bûyera rasteqîn, çîroka bi sernavê “Deriyê Mêrdînê” afirandiye. Wî bi vê çîrokê bûyera tevkujiyê bi bîr aniye û bûyerê bi şêweyeke edebî nivîsiye û diyariyê edebiyata kurdî kiriye.

Mirov dema çîroka qetlîama tevkujiya gel a li “Derê Mêrdînê – li Amedê” dixwîne, xemgîn dibe, dilê mirov bi êş dibe. Mirov herwekî ku di nav meşvanan de be û wê qetlîamê bi çavên serê xwe bibîne, di heşê xwe de carek din ji nûve wê demê dijî. Nivîskar di vê çîrokê de, êsîrî-dîlketî-ya gelekî bindest, zilm û zorê, neheqî û çavsoriya hêzên dagirker bi taswîrekî edebî pêşkêşê xwendevanan dike. Ji bo ku nivîskar bi xwe di nav meşvanan de bûye û wê bûyerê jiyaye û hemû tiştan bi çavên serê xwe dîtiye, loma jî gelek baş û bi teferuat bûyera tevkujiya gel nivîsiye û rave kiriye.

Di nav hemû civakên dinê de, hinek kes hene ku, dîn û îmanê wan, fikr û ramanên wan, anku hertiştên wan pere ye. Ew ji peran wisa hez dikin ku, êdî bûne perestvan. Bawermendekî oldar çawa Xwedê diparêze, ew jî pere diparêzin. Ji bo kesên weha Xwedê pere ye, ew jî ji pere re secde dikin. Di sernivîsa “Rengê Dewrê” de ev mijara pereparastvanan heye. “Rengê Dewrê” bi min çîrok nîn e. Ew ne wek çîrok, lê herweha wek vegotinê hatiye nivîsîn. Mirov dikare wek ceribandin –deneme- bi nav bike. Lê, mijara wê gelek baş û balkêş e.

Min dema vê nivîsa nivîskar Sedat Yurtdaş xwend, min ji xwe re got : “Heger Sedat ceribandin –deneme- binivîse, dê di vê hêlê de jî bi serkeve.” Ev nivîsa wî eynê wek ceribandinên –deneme- Ahmed Altan tehm û lezeteke xwendinê dide mirov. (Min temamê roman û ceribandinên Ahmed Altan xwendiye. Berhemên wî tehm û lezeteke edebî didin mirov.) Ceribandin jî di edebiyatê de şaxeke û şaxeke gelek girîng e jî. Bi min –li gor bîr û raya min – divê nivîskar Sedat Yurtdaş nivîsên ceribandinê jî bi kurdî binivîse û di vê hêlê de jî edebiyata kurdî dewlemend bike. Edebiyata kurdî di hêla nivîsên ceribandinê de qels maye. Pirtûkên kurdî yên ceribandinê ji sê, çar pirtûkan zêdetir nîn in. Ev jî hal û rewş û qelsiya vê şaxê edebiyata kurdî dide nîşandan.

Di pirtûka nivîskar Sedat Yurtdaş “Xelat”ê de, çîroka dawî sernavê wê “Tu” ye. Ev çîrok ji hemû çîrokên din ên di pirtûkê de hene, cudatir e. Ev bi teknîk û stîleke nû û modern hatiye nivîsîn. Bi peyv û hevokên edebî hatiye nexşandin. Çîrokên din bi şêweya ekola edebiyata realîst hatine afirandin. Lê, ev çîroka dawî, di teknîk û stîla çîroknivîsîna nivîskar de guhertineke berbiçav e, xwenûkirin e û nûjentî ye. Nivîskar di vê çîrokê de xeyal û forma “Ez” bi hostatî pêkaniye.

Min dema vê çîrokê xwend, berhemên nivîskar Cezmî Ersoz ketin bîra min. Min temamê pirtûkên Cezmî Ersoz xwendiye û stîla nivîsîna wî gelek xweşa min diçe û ez hemû berhemên wî diecibînim. Ev çîroka dawî a di pirtûka “Xelat”ê de, di çapa çîrokên Cezmî Ersoz de ye. Ev çîrok heger ji yê wî zêdetir nebe, jê kêmtir jî nîn e. Nivîskar Sedat Yurtdaş, heger bi vî stîlê çîroknivîseriya xwe bidomîne, ez dikarim bibêjim ku, dê Cezmî Ersoz’ekî edebiyata kurdî jî, êdî hebe.

Ez nivîskar Sedat Yurtdaş pîroz dikim ku berhemeke hêja afirandiye û li edebiyata kurdî zêde kiriye. Wî bi afirandina vê berhema xwe edebiyata kurdî dewlemend kiriye. Ez hêvîdar im ku, ew ê bi afirandina gelek berhemên din ên edebî, edebiyata kurdî hîn dewlemendtir bike.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.