Serrûpel Hejmar 38, adar 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Ziman

Ferheng: soranî-kurmancî -B-


FERHENG: SORANÎ-KURMANCÎ

Bb (ب)

Husein Muhammed: mehname@yahoo.com

ba 1) ba 2) belê, erê; bila

babole balolk

babet mijar, babet

babuske gewr

bac bac, bêş, vêrgî

bace, bacî xwişka mezin, hemberî "kek" bo keçan

baçe belek, rengereng

badam bahîv, behîv

badawe, badewe berfebahoz, berfebarove

bade mey

badîhewa bêfeyde, bêencam

baft hejî, hêja, hêjayî tiştekî

bahêr beyar, ziha, hişk

bak kul, xem, tirs

bakûr bakûr, şîmal, silal, jor

bal çeng, bask

bala 1) bilind, berz 2) bejn, bejnûbal

balabiste bejnbost, bejnqut, quto, qutok

balbaz leşker, esker

balê belê

balêf balguh, balîfk

balole balolk

balon pivdank, balon

ban 1) ban, serban 2) ser: le ban mêzeke li ser maseyê

bang bang, gazî; bang, ezan

bangirdên bagurdan, bangurdan, kevirê / berê li ser banên xaniyan têt gerandin daku ban qayim bibe û dilopan neke

bank banke

banû xatûn

bapîr kal, bapîr, bavûkal

baqe baq, dest (destek gulan û ww)

baqir jeng, zeng

baqo kerrik, kojik, çilmik, negihiştî (fêkî û ww)

bar xort, negihayî

Baram Merîx, Mars

bare par, behir, pişk

barimte mişkane, barimte, îpotek

barist berz, bala, bilind

barişt nermebaran, lêzme

barîk tenik, nazik

bas bas, behs, mijar

bask çeng, bask

bastan berê, zemanê berê

bastannas arkeolog

bastannasî arkeolojî

basturme sosîs, bastirme

baş çê, qenc, baş, rind

başûr başûr, jêr

batek rewişt, reftar, tevger, rabûn-rûniştin

bateqa hindî, bi qasî, temetî

batî şûna, li şûna, li ciyê

batû gun, ritil, hêlik

baw bav, bab

baweqot bejnbost, bejnqut, quto, qutok

bawer bawer

baweş hemêz, himbêz

bawêşk bawişk

bawî bahîv, behîv

bawk bav, bab

bax rez, bax, baxçe, gulistan; cinîn

baxel paxil, paşil

bayex nirx, biha, bihagiranî, bayix, giramî, hêjayî

bayincan bacan

~î reş bacanreş(k)

~î sûr bacansor(k)

bayist sedem, ho, faktor; mebest, merem

bayî biha, lêçûn: bayî çend e? bi çendê / çiqasî ye?

bazd bez; rev

bazirgan bazirgan, ticar, tacir

bazî yarî, lîstik

bazor baz

bazû belek, rengereng

be (1) be (daweya fermanî ya yekhejmar ji lêkera 'bûn'): Zû be! Zû be!

be (2) 1) bi: be şew bi şev; be Xwa bi Xwedê; be rastî bi rastî 2) (be ... ewe) bi ... ve: be dîwarewe bi dîwar ve 3) li şûna destpêkirinê: Înca bû be baran Vêca bû baran, Vêca dest bi baranê kir 4) bi- (bo çêkirina rengdêran ji navdêran): betam bitam, betirs bitirs 5) bi (bo çêkirina hokeran ji rengdêran) be çakî bi başî, bi dil û giyan bi dil û can. 3) biwêj: be daxewe mixabin

~ daxewe mixabin, heyf e ku

~ be dest kewtin bi dest ketin; bi dest xistin

~ kar hênan bi kar anîn

~ rê we birdin bi rê ve birin

bed nebaş, bed, xerab

bedbext bextreş, bêsiûd, bênesîb

bedreqe rêber, raber

befir berf, befir

beha biha, nirx, qîmet, fiyet

behane hêcet, hincet, bihane

beharat biharat

beheşt, beheşt biheşt, buhuşt, cennet, paradîs

behr par, pişk, behr

behr derya, zerya, behr

behre qabîliyet, tiwana, karîn, jêhatîtî

bej erd, ax, beyaristan, bej

bel şorr, daliqandî, hilawîstî

bela bela, qeza

belam lê, lêbelê, welê

belaş belaş, bêpare

belayen alîgir, bialî, ne bêalî

belayenî alîgirî, bialîtî, ne bêalîtî

beled şareza, nas, aşna

belek belek, rengereng

belem beleme, keştîk, qayik

belez bilez, lezgîn

beleyandin pesend kirin, pejirandin, beliyandin, qebûl kirin

belê belê, lebê, erê, rast e

belge belge, nîşane, delîl, govahî

belkû, belkim belkî, belku, dibe ku

bem, beme bi vê, bi vî

beman, bemane bi van

bemaneş, bemanîş bi van jî

bemeş, bemîş bi vê / vî jî

ben (1) ben, benik, dezî, qeytan

ben (2) kezwan

benawbang navdar, binavûdeng, meşhûr

bend bend; bend, baraj

bende xulam; kole

bendegî xulamî; koletî

beng heşîş; tilyak

~kêş heşîşkêş; tilyakkêş

beq nêrekew, kewê nêr

beqal beqal, firoşkar, bifiroş

beqlîsok bêşerm, bênamûs, bêşeref

ber (1) berhem, ber

ber (2) alî, ber

ber (3) berfirehî, ber

ber (4) berî, pêş: berbeyan berbang, elind, spêde; ber le berî: ber le beyanî berî spêdeyê, berî serê sibê

berawird kirdin berhev dan, miqayese kirin

berayî destpêk, pêşekî

berd kevir, ber

berdewk xweşheval, dost, birader

bere enî, bere: Berey Kurdistanî Bereyê Kurdistanî, Eniya Kurdistanî

berew ber, ber bi, ber bi ... ve, ber bi ... de, berev, ber bi derekê ve: berew ayindeyêkî nadiyar ber bi pêşerojek nediyar

berewjêrke nişîvî, berejêrk

berewjorke evrazî, berejork

bereze aware, derbider, bêmal

berêz birêz, hêja

bergirî berevanî

berjewend bimenfeet, berjewend, bimifa, bisûd, bikelke, bifeyde

berjewendî berjewendî, menfeet, mifa, sûd, kelke, feyde

berf befir, berf

berg berg, cild, rû

berge şiyan, taqet, tiwana, karîn

bergeşte bextreş, bêsiûd, bênesîb

bertîl bertîl, rişwet

berûdiwa berûpişt

berwar roj, dem, tarîx, dema dê tiştek bibe yan bêt kirin

berz bilind, bala, berz; bihagiran, jêhatî, berkeftî, hêja

berze hinda, wenda, berze, nediyar, nexwiya

besir betir: besirpêrar betirpêrar, berî sê salan, sê sal berî niha

beste pûte, giringî, watedarî

bestin girtin, bestin; li dar xistin

beş par, behr, pişk, beş; parçe, ker; babet; biwêj: Beşî naka têra nake

beşdar beşdar, tevîbûyî, ya/yê di civînekê / karekî û hwd de amade bûye yan tê de xebitiye.

beşka, beşkim belkî, dibe ku

betal 1) vale, xalî, bênaverok 2) betal, bêkar, bêşol, bêîş

betlane azane, betlane, tatîl

bew (ji "be ew") bi wê, bi wî

bewan (ji "be wan") bi wan

bewr piling

Bexa Bexda, serbajarê Iraqê

bexş diyarî, xelat; efû

bexşandin efû kirin, bexşandin

bexşende dilovan, mihrevan, camêr, merd, bexşende

bexşendeyî dilovanî, mihrevanî, camêrî, merdî, bexşendeyî

bext bext, şans, nesîb

bextewer bextbaş, binesîb

bextiyar dilşad, kêfxweş, bextiyar

bextreş bextreş, bênesîb

beyan (1) spêde, elind, berbang, şefeq

beyan (2) daxwiyanî, ragihandin, îlan

beyanî spêde, sibe, serê sibê, sihar

beyanname daxwiyanî, îlan

beyar beyar, erdê ziha / hişk

beyax ala, perçem, beyrax

beyaz destnivîs; dîwan

beyçel stewr, jina zarok nabin

beydax ala, perçem, beyrax

beydest bêdest, bêdestûdar, bêdesthilat, bêhêz

beynet pêbawerî, emînî, sadiqî, bawerîpêanîn

beynetdar pêbawer, sadiq, emîn

beze guneh, xerabî, tewan

bezeyî dilsozî, sempatî; dilsojî, dilşewitîn, gunehpêhatin

bezm 1) şahî, şehyan, kêfxweşî, aheng 2) mijar, babet

bê (1) were (raweya fermanî ya yekhejmar ji lêkera 'hatin'): Zû bê êre! Zû were vir!

bê (2) (hoker) bê: Bê ewey ke pêm bilê Bê ku bêje min

bê (3) be: Çon bê? Çawan be?

bê- (pêşpirtik bo sazkirina rengdêran ji navdêran) bê-: bêaw bêav, bêeql bêaqil

bêcge bilî, xeynî

~ le ji bilî, xeynî: Bêcge le ewan ji bilî wan, xeynî wan

bêçû têjik, sava (lawirên nûwelidî / nûbûyî)

bêdar hişyar, miqate, liserxwe, haydar, agadar

bêgane biyan, xerîb, biyanî; ecêb, seyr, sosret

bêguman bêşik, bêguman; bivê-nevê, bêvirde-wirde, bêhirve-wirve

bêhîwa bêhêvî

-bêj -bêj, ya/yê dibêje: goranîbêj stranbêj

bêjar pîne, pinî

bêlayen bêal, bêalî

bêlayenî bêalîtî

bên (1) werin (raweya fermanî ya pirrhejmar ji lêkera 'hatin')

bên (2) bên, bihn, bîn, bêhn

bênewbere prose, pêvajo

bêserûşiwên bêsereder, nediyar, wenda

bêstan bûstan, bîstan

bêşe dal, dehl, dirrîk, daristanok, tirraşistan

bêşelan dalistan, dehlistan

bêşke landik, dergûş, lehindik, dergûşan

bêtar tengasî, tengije, tengavî, alozî, kosp

bêwe bî-: bêwejin bîjin (jina mêrê wê mirî / jê cuda bûyî), bêwepiyaw bîmêr (mêrê jina wî mirî / jê cuda bûyî)

bêwle hirçok, têjika hirçê; berazok, têjika beraz

bêx bingeh, esas

bêxbir akam, encam, dawî

bêzar betilî, bêzar, tengezar, westayî

biçej biçêj, bitam, bilezet

bidû xeberxweş, biaxiftin

bijarde bijare

bijardin bijartin

bijûlk bûjang, mûjang

bilaw belav

bilh bêwec, bêfeyde, bilh

bilind bilind, berz, bala

bilîmet dahî, bilîmet

bilît bilêt

bilq peqlîşk, bilq, bilqok

bilûr belûr, krîstal

binaxe bingeh, esas

binçe nifş, cêl

binçîne bingeh, esas

binçîneyî bingehîn, esasî

binema bingeh, esas

binewş binefş

binewşe binefşî

binêşt benîşt, bênîşt, 'ilk

binke bingeh, esas

bir hin; piç

birêk hinek; piçek

birader dost, heval, birader

birajin jinbira, jina birayê yekê/î

biraw birrî, qutkirî, veqetandî

birdemenî hûrûmûr

birdin birin

biring cew, birring

birîtî pêkhatî: Em kitêbe birîtî ye le sê beş Ev pirtûk pêk hatiye ji sê beşan

birjandin biraştin

birjaw biraştî

birjang bûjang, mûjang

birmên wêrek, biste, mêr

biro birû

biro here

birsêtî birs, birçîtî, birsatî

birsî birçî, birsî

birûske 1) telegraf, birûske 2) çirûsk

birwa bawerî

~name karne, bawerîname

birxû birxowî, boxrî, vîde, cer

birya xwezî, keşke, xozî

biryar biryar, qerar

bisên bikirr, bistîn, kirryar, ya/yê dikirre / distîne

biske girnij, bişir

bişêwe tevlihevî, alozî

bit pût, senem

biv, bive bive, xeter, talûke

biwêr wêrek, biste, cesûr, bicesaret

biyanî biyanî, xerîb, yabancî, ecnebî, xaricî

biyanû bihane, hêcet, hincet

biz boq, zîq (çavên vekirî)

bizav tevger, bizav, hereket

bizan pispor, zana

bizawtin bizaftin, lezandin; livandin

bizir berze, nediyar, nemewcûd, hinda, wenda

bizgur bêbiha, erzan

bizûtnewe bizav, tevger, hereke

bih, bî

bîbin kemer, kember, şal

bîbî 1) bîbok, pitik, sava 2) bûkok, hirçok

bîcame pîjama, bîcame

bîçm biçm, serûçav, bejnûbal, rû, derdirûv

bîjû bîje, bîjî (zaroka/ê ne ji dêbavên markirî welidî)

bîkmar margîsok

bîlbîle bûbok (ya çavan)

bîm tirs

bîmar nesax, nexweş, nisax, xeste

bîmaristan nexweşxane, nesaxxane

bîr (1) 1) bîr 2) bêrî 3) raman, pûnij, fikir, hizir

~ bûn hatin bîrê

~ kirdin bêrî kirin

le ~ çûn ji bîrê çûn

bîr (2) bîr, bîra avê

bîraz lome; lêdan

bîre bîre, bîra

bîrtesk bênteng

bîrûra bîrewerî, dîtin û nerîn, bawerî

bîsta guhdar

bîster bihîster, guhdar

bîstin bihîstin, bîstin, guh lê bûn

bîstok telefon, bîstok, bihîstok; wergirk

bîstraw bihîstî, ya hatî guhlêbûn

bîvir bivir, darbirrk

bo (1) 1) bo, ji bo, ji bona, ji boyî 2) jê re, ji ... re 2) (~ çi) bo çi, çima, çire, ji ber çi

bo (2) bên, bîn, bêhn, bihn

boçûn dîtin û nerîn, helwest, boçûn, bîrewerî

bon bên, bîn, bêhn, bihn

bone sedem; minasibet, bone

boran bahoz, barrove, bagerr

boran orîn (çêl)

borçîn qaza / werdeka mê

bordin borîn, buhurîn, bihirîn

boq beq

boqete patik, paşsto

boş betal, boş, vale

boye (1) 1) (bo ewe, le ber ewe) lewre, loma, bo wê, bo hindê

boye (2) (boyax) boyax, boye, siboq

boyinbax stobend, krawat

buwêj biaxiftin, devbixeber, zêdebêj

buxçe buxçik, buxçe

buxtan newehî, sêf, fesad, buxtan

bûdir kun, qul (bi taybetî yên lawir ji xwe re çêdikin û tê ve dijîn)

bûdîne nane

bûjan vejîn, vejiyan

bûjandin vejandin, vejiyandin

bûm 1) erd, zevî, ax, xak 2) avanî, sazî

bûmelerze erdhej, zelzele

bûrdin ji hal çûn

bûrdû rizî, zêdegihiştî (fêkî)

bûse xweveşartin, veşartokane

bûwardin borîn, buhurîn; borandin, buhurandin



Kurmancî

Hêjayan

Ev FERHENGA SORANÎ-KURMANCÎ dê beş bi beş di Kovara Mehname de bê weşandin.

Li gor zanîna me, ev yekem ferhenga soranî-kurmancî ye. Ferheng bi taybetî bo kurmancîaxivan hatiye amadekirin daku di bêje û biwêjên soranî bigihin. Lê ferheng dikare bo soranîaxivan jî pirr sûdedar be. Herwiha zimannas jî dikarin bi taybetî bo berhevdana zaravayên kurdî bi kar bînin.

Em hêvîdar in ku ev ferheng rê li ber fêrbûna soranî ji kurmancîaxivan û kurmancî ji soranîaxivan re vebike.


Soranî

Hêjayan

Em FERHENGÎ SORANÎ-KURMANCÎ beş be beş le govarekeman da bilaw dekirê.

Be pêy zanyarîman, eme yekem ferhengî soranî-kurmancî ye. Ferhengeke be taybetî bo kirmancîaxêwan amade kirawe bo ke bitiwanin wûşe û îdyomî soranî tê bigen. Belam ferhengeke detiwanê bo soranîaxêwanîş zor bekelk bê. Herwa zimannasanîş detiwanin bo berawirdkirdinî zarawekanî kurdî be kar bênin.

Hîwadar în ke em ferhenge rêga le ber fêrbûnî soranî bo kurmancîaxêwan û kurmancî bo soranîaxêwan bikatewe.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.