Li Tirkiyź hinek kovarźn ku bi taybetī jibo danasīn ū analīza pirtūkan derdikevin hene. Di her hejmara van kovaran de hercarź sī, ēil pirtūk didin danasīnź. Li ser hinek pirtūkan kurtenivīs ū li ser hinekan nivīsźn dirźj derdikevin.
Kovara Vīrgul , Radīkal Kītap , Cumhurīyet Kītap , Dunya Kītap , Kītap Gazetesī ū Edītor kovarźn danasīn ū analīza pirtūkan in. (Mixabin ź me kurdan kovareke me ź weha tune.) Di van kovarźn danasīna pirtūkan de, di dawiya salź de tź diyarkirin ku ew sal kījan pirtūk herī pir hatine firotin.
Xwendevanźn kurd, di dawiya salź de nizanin ku kījan pirtūkźn kurdī herī pir hatine firotin. Kovar ū rojnameyźn kurdan yźn heyī bi tiştźn weha re mijul nabin(!) Qet xema wan nīn e ku ew sal kījan pirtūkźn kurdī pir hatine firotin. Yan jī lźnapirsin ku di sala bihurī de bi tevahī ēend pirtūkźn kurdī hatine weşandin?
Dema min di Radīkal Kītapź de līsteya pirtūkźn ku di sala 2002an de herī pir hatine firotin dīt, min li gor īmkanźn xwe lźpirsīnek kir, ji hinek weşanxane ū pirtūkxaneyan kitźbxanźn kurdan- pirs kir ku; gelo di sala 2002an de kījan pirtūkźn kurdī herī pir hatine firotin?
Helbet, pirtūkźn kurdī pir nayźn firotin. Firotina pirtūkźn kurdī ne wek firotina pirtūkźn tirkī ne. Lź, herēiqas hindik bźn firotin jī, min xwest ku ez fźr bibim ku kījan pirtūkźn kurdī pir hatine firotin.
Dema xwedīyź weşanźn Pźrī Ahmed Onal- ji min re got : Pirtūka te Rojnamevan li Kiziltepź baş hate firotin. Keyfa min hat. Xweziya li hemū bajar ū navēeyźn Kurdistanź pirtūkźn min ū yźn hemū nivīskarźn kurd baş bihatana firotin.
Li gorź kovarźn danasīna pirtūkan źn Tirkiyź, di sala 2002an de herī pir pirtūkźn van nivīskaran hatine firotin:
1 Yaşar Kemal Karincanin Su Īētigi
2 Ahmed Altan Aldatmak
3 Murathan Mungan Yuksek Topuklar
4 Orhan Pamuk Kar
5 Perīhan Magden Īkī Genē Kizin Romanī
6 Buket Uzuner Gelībolu
7 Ayşe Kulīn Īēīmde Kizil Bīr Gul Gībī
8 Tarīk Akan Anne Başimda Bīt Var
9 Can Dundar Uzaklar
10 Oktay Sīnanoglu Hedef Turkīye
Li gorź lźpirsīna min, pirtūkźn ku li Stenbolź ji alī weşanxanźn kurdan ve hatine weşandin ū yźn ku bi kurdī ne, di sala 2002an de herī pir hatine firotin ev in:
1 Mehmed Uzun Hawara Dījle
2 Orhan Pamuk Navź Min Sor e. Wergźr : M. Aydogan
3 Lokman Polat Rojnamevan
4 Hesenź Metź Labīrenta Cinan
5 Enwer Karahan Ēīrokźn Ževźn Xalī
6 Mustafa Aydogan Berź Gotin Hebū
7 Ībrahīm Seydo Aydogan Reş ū Spī
8 Evdila Koēer Govendīstan
9 Dīlawer Zeraq Kakil
10 Sedat Yurtaş Xelat
Di nav nivīskarźn kokkurd ku bi tirkī dinivīsīnin yan li tirkī hatine wergerandin ū pirtūkźn wan li Stenbolź bi tirkī derketine, herī pir pirtūkźn Abdullah Ocalan, Mesūd Barzanī, Kemal Burkay, Osman Aytar, Bayram Ayaz, Nacī Kutlay, Yilmaz Ēamlībel, Rohat Alakom, Hasan Yildiz ū Ferzende Kaya hatine firotin.