MEHNAME - STOCKHOLM. Dewleta Swźdź alīkariya maddī raberī Weqfa Kultura Kurdī li Stockholmź dike daku 140 000 pirtūkźn kurdī diyarī Kurdistanź bike.
Ta niha 90 000 pirtūk hatine ēapkirin ū yźn mayī jī li ber derketinź ne.
Bi rźya Enstītuya Kurdī ya Stenbolź, Şaredariya Sūrź ya Amedź dź van pirtūkan li zarokźn kurd belav bike. Belavkirinź li meha gulanź, li gel Festīvala Zarokan dest pź kiriye ū niha jī berdewam e.
Ta niha 18 pirtūkźn navcuda hatine weşandin ku jź 11 bi kurmancī ū 7 jī bi dimilī (zazakī) ne. Ji her pirtūkek kurmancī 5 000 ū ji her yek ya dimilī jī 3 000 nisxe hatine ēapkirin.
Hejī gotinź ye ku hemī lźēūn ji alī dezgeha alīkarī ya dewleta Swźdź, SIDA, ve tźn dan.
Piraniya pirtūkan ēīrok ū pirtūkźn bi wźne yźn nīşankirinź ne. Di pirtūkźn nīşankirinź de, li ser hin temayan yan bźje yan jī hevok hene. Li gor wan bźje ū hevokan wźne hatine ēźkirin. Piraniya pirtūkźn nīşankirinź ji swźdī hatine wergerandin. Lź hemū wźne orjīnal in ū ji alī Leyla Atak, Ulf Löfgren, Ivanka Lopardova ū Lisbeth Holmberg ve li Swźdź hatine ēźkirin.