Serrûpel Hejmar 54, tîrmeh 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nûçe
  • Ji Swêdê 140 hezar pirtûk diyarî Kurdistanê
  • Pêşangeha pirtûkên kurdî li Berlînê
  • Pirtûk li festîvala hunerî ya Amedê
  • Sûriye partiyên kurdî qedexe dike

  • Apociyan êrişî pêşangeha pirtûkên kurdî kir
    Êriş zirr-demokratîkiya PKKê diyar dike


    Ragihandin: Serhat Aydin: serhat_aydin2002@yahoo.com

    MEHNAME - BERLÎN. Li dawiya meha gulanê, li Elmanyayê pêşangehek dewlemend ya pirtûkên kurdî hat lidarxistin.

    Cara berî vê, konsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Elmanyayê xwestibû rê li pêşangeha pirtûkên kurdî bigire.

    Vê carê tirkan deng nekir. Lê apociyan (PKKyiyên li ser rêya Abdullah Öcalanî dimeşin) êrişî pêşangeha pirtûkan û ronakbîrên kurd kir. Apociyan xwest pêşangehê têk bibin û gef dan ronakbîrên kurd.

    Hedefên wan yên serekî hunermend Şivan Perwer û berpirsê malpera nasname.de Şükrü Gülmüş bûn. Lê rêzdar Perwer ne hatibû pêşangehê.

    Durûtiya apociyan ji êrişên van salên dawîn yên li ser dezgeh û şahiyên kurdî pirr zelal diyar e. Li aliyekî hemberî tirkan nermovîç in û qaşo demokrasiyê dixwazin. Lê ti tehemila wan hemberî pêşketina kurdan nîne. Ew qaşo demokrasiyê dixwazin lê rexneyên nerm jî li xwe qebûl nakin.

    Apocî bi taybetî ji ronakbîrên kurd bi kerb û kîn in ji ber ku ronakbîrên kurd rastiya wan fam kiriye û ji wan veqetiyane û nokeriya wan nakin. Li aliyê dî, ronakbîrên kurd yên Bakurê Kurdistanê xwe nêzî ronakbîrên Başûr dikin û bihêvî ne ku dikarin bi hevkariya li gel wan xwe bigihînin encamên baş. Ji ber ku ji destpêka rizgarbûna hin beşên Başûrê Kurdistanê li destpêka salên 1990ê ta niha apocî dijî Başûriyan derketine, nêzbûna ronakbîrên Bakur û Başûr li hev apociyan diqehirîne.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: mehname@yahoo.com
    Contact us: mehname@yahoo.com

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.