Rojîne 8 (2004)
Dixwazin her tiştî
ji hev cuda bikin:
jiyanê û mirinê,
şerrî û aştiyê,
peyvê û bêdengiyê,
hişî û hisê,
Yezdanî û Şeytanî,
min û min!

Xerîbî û tenêtî pirr xweş in. Ez dizanim.

Ez ê li kû bijîm ger ev xaniyê xeyalan biherrife?

Yên naxwînin bêhiş in - û yên dixwînin.

Kurd hemî stiranbêj in. Mixabin.

Divê mirovên qenc bimirin daku çîrokên xweş biafirin.

Mirovên xirab jî tiştên baş dinivîsin.

Em ji kewan pirr hez dikin lew wan di rekehan de berbend dikin.

Yan mey û muzîk yan beyt û bade.

Xewnan nebîne, xewnan bijî.

- De baş e: ez ê bi ya dilê xwe bikim lê divê xelk jî bi ya dilê min bike.

Divê em hemî berjewendiyên neteweyî biparêzin daku neteweya me bihêz û zengîn bibe daku bikeve destê çend kesên kedxwer.

Ji hêviyê azad im.

Wêjeya armanca xwe hebe, dê rêya xwe wenda bike.

Êdî napeyive. Dengê xwe di hilbijartinan de da.

Ti tişt nîne ger bawer nekî.

Zewqek bêqam zêde ji bîstin û vegotina nûçeyên nexweş werdigirin.

Yên jîr tên xapandin.

Destê xeman nagihe miriyan.

Yar, bes e êdî peyva "yar".

Dil zeviyek nekêlayî ye.

Evîna xwe belaş nedî min, dê wê bikirrim.

Nedibîne, ne tê digihe lê her dimeşe.

Ger rastî nayê bawerkirin, derewan bike.

- Na, xwe mezin nakim lê xelkê biçûk dihesibînim.

Peyv hene ku dê yan te bikujin yan xelkê. Wan bibêje û xwe ji mirinê xilas ke.

Hêjatiyên te yên tên ecibandin hêjatiyên te yên herî kêmnirx in.

Çavên te du deryayên kûr in û ez ne melevan im.

Homoyan û şovenîstan taybetmendiyek hevpar heye: herdu berdiliyên jinan in.

Divê hunermend kesek şkestî be.

Hunerek mezin: bizanî li ser tiştên cidî bi kenokî binivîsî.

- Dilê min neketiyê lê pidê min ketiyê.

Ger xeman nexwim, dê zêde bibin.

- Çi bû yekem fikir ya ket serê te dema destê wê ket destê te?
- Gan bû.

Naxwazim dinya xweş be çiku dê hingê hesûdiyê pê bibim.

- Yar, ez ê te vekitikînim (ing. re-cat-ificate).

Pêdiviya me bi tecrûbeyên têkçûnê heye.

Ne giring e ku pergal demokratîk be; ya giring ew e ku bi xelkê bêt bawerandin ku demokratîk e.

- Serketî bî!
- Serê te jî ketî be!

Dixwazim xelk jî xemgîn be.

- Ji kerema xwe...
- Pa ne ji ya te!

Hin kes, ger xeman nexwin, dê xemgîn bibin.

- Rabin cîhadê: ereban bikujin.

- Te bihîst ku îro 5 kes hatine kuştin?
- Duh deh.

Alaya Iraqê nefret dikin. Ne ji ber ku sembolên wan jê kêm in lê ji ber ku sembolên komên dî jî lê ne.

Ez ê zivistanê çawan biborînim ger ev xaniyê xewnan biruxe.

Natirsim ku berhemên min nebin pirtûk lê ditirsim rojekê pirtûkên min bi euroyekê bên firotin.

Dinivîsim ji ber ku xemgîn im. Ango divê vexwim daku li vegerra ji bin bandora vexwarinê xemgîn bim daku binivîsim.

Ti kes nikare ne-hesûd be.

Bila ew bêt.

Jiyan kumkanê ye; her yek bi kartên wergirtî dilîze.

- Bi xêr hatî.
- Ez jî.

Ger ti dî tine be, dikarî dema xwe bi xemxwarinê jî biborînî.

Sinorê navbera xew û şiyariyê şêlî dibe.

"Biryara dadgehê bo min pozîtîv bû: Zarrok ji min hatin standin."

Çînek nû ya arîstokratan li Kurdistanê radibe ku dê warên çepgiran wêrankirî ji nû ve ava bike.

Zewqê dem bo eşqê nehêlaye.

Naxwazim îşev binivim,
wek ku ev tek şev be,
wek ku hemî stêr îşev darijin.
