Dijwar e Parîsê bihêlim ji ber ku, ger wa bikim, dê neçar bibim dostên xwe bihêlim. Dijwar e gundî bihêlim ji ber ku, ger wa bikim, dê neçar bibim xwe bihêlim.
Joseph Joubert

Ca çendî şeyda ne dil: / dema em bi hev re jî / em bêriya hev dikin.
Fukayabu

Darên lal jî / li nêzî xwe hene / xwişk û bira. / Xemgîm im ku / neçar im bi tenê bim.
Ichihara Shinno

Mirovê tenê ji xwe hez bike, ji her tiştî zêdetir ji tenêtiyê ditirse.
Blaise Pascal

Heyv ava dibe rojava, / bayê payizê tê / û ez bi tenê me, / bi tenê me û bêriyê dikim, / westiyayî bi tenê bendewar im.
nenas (Japonya)

Tu li bal min? / Yan ez li bal te? / Nayê bîra min / di xewê de yan şiyar, / rastî yan xewn? De bêje.
nenas (Japonya)

Ne xirab e azad bî yan kole bî ger hema qenc bî.
Euripides

Qîmetê bide wê wekheviyê ya ku hevaltiyê xurt dike.
Euripides

Mirov hemî tiştî ji têkiliyên xwe yên li gel xelkê fêr dibe.
Euripides

Mirov heywanek civakî ye.
Lucius Annaeaus Seneca

Dijwarî wa dikin ku mirov xwe bikin yek.
Athenaios

Dewlet ne tenê ji lebx û libinan lê ji mal û mirovan pêk tê.
Marcus Tullius Cicero

Her dewlet ji malbatan pêk tê.
Aristoteles

Mirovê bi tenê hertim di civatek nebaş de ye.
Paul Valery

Dewlet hevgiriya mirovan e lê dîsan jî mirov û dewlet ne tam eynî ne. Dibe dewlet hilweşe lê mirovatî her dimîne.
Montesquieu

Her tiştê te yê min e, û bêguman her tiştê min jî yê te ye.
Titus Maccius Plautus

Di navbera dostên dilsoz û pêbawer de her tişt hevbeş e.
William Hugh

Çi yê te be yê min e, û çi yê min be yê min e.
Jonathan Swift

Nakokî silhê şirîntir dike.
Publius Syrus

Wek çawan dermank tamek tîj didin goştî, wisan kul û derd jî tamê didin jiyana tena û rehet.
George Pettie

Dema li mal bim, hizrên min li dûr in; dema li dûr bim, hizrên min li mal in.
Titus Maccius Plautus

Mirov dikare hevseriyê (jiyana bi hev re ya jin û mêran) bişibîne rekehan: yên li derê dixwazin bikevin hindirr, yên li hindirr dixwazin derkevin.
Michel de Montaigne

Yên bi rêyên cuda dimeşin bi hev re planan danaînin.
Konfuçe

Hiş û axiftin mirovan bi civakê ve girê didin.
Marcus Tullius Cicero

Civakê mirov guherrandiye. Êdî ne dikare û ne jî diwêre bi tenê bijî.
William Blackstone

Mirov ji civakê li mifa û penayê digerre.
Francis Bacon

Civak bûye binirxtirîn malê mirovî. Hewayê pak baş e lê kes naxwaze bi tenê hilm bikiyê.
Benjamin Tucker

Hemî rêveberî, ya ku bêyî rezamendiya welatiyan tê kirin, dikare wek koletî bêt hesibandin.
Jonathan Swift

Heqî û rastî civakê diparêzin.
John Locke

Civak dermanek e dijî neheqiyê.
William Warburton

Civak ji zindanan ya herî teng e bo wan kesan yên dijî civakê ne.
Camî

Civak hevbendiya mirovan e, ne mirov bi tenê ye.
Montesquieu

Takekes dikarin civatan pêk bînin lê tenê dezgeh dikarin bibin dewlet.
Benjamin Disraeli

Nîşana rêveberiya lîberal ew e ku ew ne ti kesî diêşîne û ne jî ti kesî bêxwedî dihêle.
Laotse

Li gor demokratan heqî ew e ya ku pirraniya xelkê bawer dike ku baş e.
Aristoteles

Her kes, yê ku divê pabendî qanûnan be, divê bikare bandorê li danîna wan jî bike.
Jean-Jacques Rousseau

Ti car bêhurmet basa civakê neke. Tenê kesên li derî wê hatine hêlan wa dikin.
Oscar Wilde

Em bo civakê ne. Em hatine afirandin bo pêşxistina bextiyariyê.
Samuel Butler

Dê bêt dîtin ku dewlet hejî takekesên xwe ye.
John Stuart Mill

Rêbaza amerîkîtiyê demokrasî divê - bi gotinek dî: rêveberiya hemî xelkê, rêveberiya nûneriya hemî xelkê bike û bo hemî xelkê bipeyive.
Theodore Parker

Şerrê hemiyan dijî hemiyan.
Thomas Hobbes

Demokrasî rê dide her kesî ku neheqiyê li xwe bike.
James Russell Lowell

Theodore Parker got ku demokrasî nayê wateya "Ez hindî te baş im" lê "Tu hindî min baş î."
James Russell Lowell

Em dikarin bi serbilindî ragihînin ku ev neteweyê Yezdan diparêze dê ji nû ve azad biwelide, û ku ew rêveberî, ya ku ji gel e, ya ku ya gel e û bo gel e, ji dinyayê hinda nabe.
Abraham Lincoln

Hikûmet em in, em hikûmet in, ez û tu.
Theodore Roosevelt

Demokrasî bi kurtî tê wateya pelixandina gel bi destê gel bo gel.
Oscar Wilde

Xwezî bi dengdana gel neyêm mehkûmkirin!
ji nivîsek Kevne-Misrê

Deng divê bên pîvandin, ne hesibandin.
Friedrich von Schiller

Madem hemî çewt in, hemî dirist in.
Pierre-Claude N. de La Chaussée

Dewlet hin makîneyên mezin in yên ku hêdîka dilivin.
Francis Bacon

Her kes bi tenê tava rojê dibîne. / Her kes bi tena serê xwe mezin dibe û digihe xurtiya xortiya xwe. / Keyf û xweşiyên wî yên wî bi xwe ne. / Ew berev mirinê ve dimeşe - bi tenê.
Mahabharata

Bi tenê yî, mirov, di nav hemiyan de bi tenê, / bi tenê welidiyî, dê bi tenê biçî. / ... / Tek dilsoza te siya te bi xwe ye.
V. A. Koskenniemi

Dûriya ji mirovan tê wateya hilgirtina hemî barê rezîlî û riswayiyê.
Thomas Carlyle

Tarî ye xanîkê bêbav, sar e saunaya bêdê.
pendek fînlendî

Jîna bêyî ti dostek rastîn kembaxtirîn tenêtî ye.
Francis Bacon

Gel jibîrkirî, gelî jibîrkirî.
Quintus Horatius Flaccus

Dinya jibîrkirî, dinyayê jibîrkirî.
Alexander Pope

Tenêtî ew biha ye, ku divê em bidin, ji ber ku em welidîne vê serdema nûjen. Bihayê vê dema tijî azadî, xweserî û jixwerazîtî.
Natsume Sóseki

Xwehezî hertim hevrêya tenêtiyê ye.
Efleton (Platon)

Tenêtî di me de ye.
Joseph Roux

Mirov ne bi tenê ye çiku her yek dinyayê wek mîkrokosmos bi xwe re digerrîne.
Sir Thomas Browne

Ma çima hest bi tenêtiyê bikim? Nê planeta me li Rêya Kadizan e.
Henry David Thoreau

Pêl nikare bi tenê bijî lew hertim pişkek e ji deryaya livdar. Wisan em jî nikarin bi tenê bijîn lew divê em beşdarî jiyana têrliv ya derdorî xwe bibin.
Albert Scweitzer

Di navoka min de kuncikek heye ku hertim lê bi tenê me. Û li wir nû dikim wan kaniyan yên qet qut nabin.
Pearl S. Buck

Ger tenêtî bo mirovên mezin kaniya îlhamê be, bo mirovên biçûk belayek mezin e.
Samuel Smiles

Xwezî min xanîkek li çolê heba! Min ê gelê xwe bihêlaya û ji mirovan birevîma!
Peymana Kevn

Ey tenêtiya pîroz, xweveşartingeha xwedayan, bijartiya aqilî, hesûdîpêbiriya hêzdaran.
Edward Young

Mîna ewran bitenê dimeşîm.
William Wordsworth

Razber û jixwetêr, û bitenê mîna oysterê.
Charles Dickens

Bitenê mîna yekşemê.
Mark Twain

Bitenê mîna fenergeha deryayê.
Raymond Chandler

Bextiyartirîn şêweyê jiyanê tenêtiya bi xebatê dagirtî ye.
Voltaire

Bitenêbûn baştirîn qûtê berhemdariyê ye.
Johann Wolfgang von Goethe

Ramanên min hevrêyên min in.
Henry Wadsworth Longfellow

Min hê ti hevalên ji tenêtiyê çîrrxweştir nedîtine.
Henry David Thoreau

Bêkêmasîtirîn bextiyarî çi ye? Mana li mal e.
Bhartrihari

Tenêtî hingê herî kêm e dema bitenê me.
Scipio Africanus maior

Scipio digot ku ti car kêmtir hest bi tenêtiyê nedikir ji hingê ku bitenê bû çiku dema cihek bitenê ji xwe re didît, di dilê xwe de bi xwe re diket suhbetên kûr.
Stefano Guazzo

Nîne hunermend yê ku xefsa dudiliyê lê nebarîbe: dema jiyan bi tundî wî virve û wirve biavêje, ew bêriya tenahiyê (rehetiyê) dike. Lê dema digihe wê tenahiya bêrî kiriye, dîsan ji nû ve dest bi bêrîkirina jiyana têrliv ya berê dike.
Stefan Zweig

Tenêtî ramangêrriyê ko dike, qerebalix ramanan pelate dike.
Thomas Fuller

Suhbet wa dike ku em ji xelkê hez bikin, tenêtî wa dike ku em ji xwe hez bikin.
Thomas Fuller

Seredana tenêtiyê xweş e lê mana lê kembax e.
Josh Billings

Tenêtî ne ji ber hindê şkence ye ku ti kes nîne barê min harî min hilgire lê ji ber ku ti kes nîne ku barê wî jî hilgirim.
Dag Hammarskjöld

Tenêtî bendewariya li Yezdanî ye.
Walter Landor

Dema bi tenê bî, li kêmasiyên xwe bipûnije. Dema li nav civatê bî, basa kêmasiyên xelkê neke.
pendek çînî

Bextreş e ew yê nikare rojekê jî bi tenê be bêyî hest bi hesret û xerîbiyê bike û yê ku dikeve suhbeta bi tirredînan re li şûna suhbetê bi xwe re bike.
Xavier de Maistre

Berî avakirina tan û çeperan divê ji xwe bipirsî ka divê çi li hindirrî û çi jî li derî wan bihêlim û ka dê kê bi wan bixeyidînim.
Robert Frost

Tenêtî vedijîne, vederbûn vedimirîne.
Joseph Roux

Tenêtî bo giyanê mîna parêzê (diyet, dîet) bo bedenê ye: pêdivî ye lê ger dirêj vekişe, dê bikuje.
Luc de Vauvenargues

Ti kes dema spaghetti dixwe hest bi tenêtiyê nake: ev xwarin wa hewceyî baldarî û hişyariyê ye.
Christopher Morley

Hemî mirov bitenê ne. Lê hin mirovan wa pirr kes li derdorî xwe hene ku hay ji tenêtiya xwe nabin.
Bo Balderson

Xwegirêdana hestane bi kesekî ve bêguman dijwar e lê tenêtî bi temamî negengazî ye.
Stephen Sondheim

Jiyan dibe hilm / wek xunava spêdeyê. / Lê gerçi pîr jî dibim, / dîsan jî xort im, yar, / dema bendewarî te me.
nenas (Japonya)

Hesretê, yar, / kiriye hezar pirt / ev dil. / Lê pirtek tenê jî / pûç neçûye.
Izumi Shikibu

Wek niha ku sax im / dê di gorrê de jî / li benda te bim.
Iwa no Hime

Min ti dost ji tenêtiyê dosttir nedîtine.
Henry David Thoreau

Berhevkirin û wergerandin: Husein Muhammed: mehname@yahoo.com