Her sal roja 23’ê Nîsanê li Tirkiyê qaşo cejna zarokan tê pîroz kirin. Ev cejn ji aliyê kalê tirka da dema ku di sala 1920 cara yekem parlamena tirka li Enqerê li Ulusê di 23 ê Nîsanê de ve bû, kalê tirkan navê vê rojê danî (23 Nisan Ulusal Egemenlik ve Çocuk Bayramý) ‘23 Nîsanê roja desthilatiya neteweyî û cejna zarokan’ û diyar kir dê her sal ev cejn bê pîroz kirin.
Berî her tiştî hewceye ku bêjim tiştên ji bona zarokan ku tiştên baş be, bê kirin kêfa min jî pir jêra tê û bawerim ji bo zarokan divê her tiştên baş bêne kirin, ji ber ku zarok hebûn û pêşda çûna gelane. Zarok gul û sosina gelane, hêviya gelane.
Her tişt di zemanê xwe de xweşe zaroktî jî di zaroktiyê de pir xweşe. Ew zaroka nelîze, har nebe, bi kêf ne be, têr ne be, dilê wî çi bixweze neke, ew zarok, zarokatiya xwe baş derbas neke, ew zarok ku zewq û tama zarokatiyê dernexe, ew zarok çawa dikare ser bikeve, jîr û jêhatî be. Bi
gotin û pîroz kirina cejnan mirov nikare zarokan şa bike. Mirov bi tevgera xwe ya baş û bi hezkirinê va dikare zarokan şa bike. Lê pir mixabim li Tirkiyê rewş ji bona zarokan baş nîne.
Li rojavayê Tirkiyê Stenbolê, Îzmîrê, Enqerê û derê din ji bo zarokan hinek tiştên baş hatine kirin, lê ev li her derê Tirkiyê û Kurdistanê wisa nîne. Yanê li Tirkiyê û Kurdistanê di pirsa zarokan de jî wekhevî nîne.
Rewşa zarokan li bakurê Kurdistanê
Ne hewce ye ku mirov di pirsa zarokan da li bakurê Kurdistanê li çavkaniyan bigere û li ser analîza binivîsîne. Ez bawerim her kurdekî li Kurdistanê bûye û li wê derê mezin bûye ji xwe ew bi xwe çavkaniya herî mezine. Dema zarokatiya min têye bîra min, ez pir bi xemgîn û keder dibim, ji ber ku dewleta meymûnan bi darê zorê zimanê xwe rayê min da û rayê zarokên kurdan hemûya dida û ev pergala (sîstema) wan hê îro jî li Kurdistanê berdewame. Mamosteyê tirkan têne Kurdistanê ne ku zarokên kurdan hînî tiştan bikin, daxwaz û armanca wan a herî mezin ewe ku bila zarokên kurdan bi darê zorê zimanê wan hîn bibin, xwe înkar bikin û bêjin em tirk in.
Ez heft salî bûm, min gotinek tirkî nizanîbû, mecbûr mam wek her zarokek kurdan çûme dibistana dewleta tirkan a meymûnan.
Ez ji meymûnan lêborîna xwe dixwezim ku bila ew van gotinên min ji xwe re wek heqaret qebûl nekin.
Tiştên ku ji Mamosteyên tirka ra yên herî mihîm ku rayên me zarokên kurdan bide ev bûn, ji me re digotin bêje: ”tirk im, rast im,jîr im”, ”tirkek bedala dinyayê ye”, û ”Tirkiye welatê tirkan e” û ji boyî Mistoyê Beton digotin bêje ew kalê me hemûyane û hwd. Ne hewce ye ku ez mînakên din bidim, bawer dikim ku ev gotin tenê şovenîzm û nijandperestiya tirka baş nîşan dide.
Dema ez û hevalên xwe biçûk bûn û diçûna dibistanê, wê çaxê pir baş têye bîra min ku leşkerên tirkan her sal çend caran dihatin gundê me û hemû gundên herêm bi derewan digotin em li çek, sîlah û fîraran digerin û bi kêfa dilê xwe li kurdên belengaz îşkence, lêdan, çêr û heqaret dikirin û dicenimîn, diçûn.
Em zarokên kurdan jî me ev rûreşî û xerabiya leşkerên tirkan bi çavên xwe didît û ji tirsa wan dilerizîn. Me nizanî bû çiye, çi dibe û ev kîne? Ez bawerim ku ev bûyerên hatine serê min û hevalên min, di bakurê Kurdistanê de hatiye serê her zarokek kurd. Ev dema ez qal dikim wê demê tevgera kurd hê tunebû. Di salên 1960’î de hêjmara kesên li Bakur ji bo tevgera Kurdistanê kar bike pir hindik bûn. Yanê dewleta meymûnan nikare bêje bi gotinên xwe yên derew wê çaxê terorîst an jî terorîzm hebû û loma wan li kurdan ve heqaret dikirn û zilam û zorî li wan dikir.
Di şerê qirêj de ku 15 salan kudan dîsa yên di vê demê de herî mezin zerar dîtin zarokên kurdan bûn. Bi mîlyonan kurd ji malên wan bi destê zorê hatin durxistin, bi hezaran bajar û gundên Kurdistanê hatin şewitandin, Kurdistan hate talan û wêran kirin û bi miliyonan kurd hatin surgûn kirin. Dema ku ez yek caran diçim Tirkiyê li bajarên mezin Stenbol, Enqere, Îzmîr û yên din, li wê derê piranî di destên zarokên kurdan da di nava bajaran da dibînim ku ew ji bo debara malbata xwe tiştan difroşin, dilê min bi halên wan zarokan parçe parçe dibe, salên wan ji çar û pêncan şûn de dest pê dike. Ew bi bedena xwe ya biçûk di bajarên xelkê de ew barê giran dane ser milên xwe û debara malbata xwe dikin û li aliyê din ji destê zabit û polîsên tirkan di ah û zarê dane. Karê zarokan ne ewe ku debara malbata xwe bike, karê zarokan ewe ku bilîzin, kêf û tama zarotiyê derxin, herin hêlînê, paşê herin dibistanê mezin û ji welatên xwe ra kar bikin.
Dema di welatê mirovan da ev rewşa xerab hebe, mirov çawa dikare bêje em cejnê ji bo zarokan çê dikin û em qîmetê didin zarokan. Mirov bi gotinên derew û bi cejnên derew nikare zarokan şa û têr bike. Zik bi derewan têr nabe û mêjî jî bi derewan naxebite.
Ji xwe her tişt li Tirkiyê wisaye. Gotinek tirka heye û dibêjin: ”Bila dostên me, me li danûstandinê bibînin”.
Ka binê re dewleta meymûna di salê da ji bo leşkeriya xwe bi mîlyaran dolar xerc dike ji bona çek û sîlahan. Çek jî bilî kuştênê bi kêrî tu tiştekî nayê. Lê ew dewleta îro cejna zarokan pîroz dike di salê da ji bo zarokan çiqas peran xerç dike? Ew nikarin bersiva vê pirsê bidin, ji ber ku wan tiştek nekiriye û qîmet neda zarokan. Eger pirskim di salê da çiqas çek û sîlah stendine, ewê ji wan ra qolayîbe ku birsiv bidin vê pirsê.
Armanca tirkan ew bû ku bi vî roja 23 nîsanê rayê cîhanê bidin ku ew jî qîmetê didin zarokan û ew roj di nav navnetewî da bê nas kirin lê belê ji ber ku tu karek wan ne samîmiye lewma kirin û daxwazên wan di raya giştî da nayê nas kirin.
Di dema Ozal da dewleta tirk xwest ku xelata kalê xwe bidin kesên di cîhaê da navdar û bila bi vî awayî têkiliyên wan bi kesên navdar ra baş be û ew jî bikaribin bi vî awayî bi dîplomasiyê derewên xwe bi xelkê bidin qebûl kirin. Lê di saya Nelson Mandela da ew daxwaza wan jî di qirika wan da ma ji ber ku Mandela xelata Mistoyê Beton qebûl nekir û ji wê demê şûnda dewleta tirk dest ji wê xelatê berda.
Ji ber ku her tiştê dewleta tirk pêk tîne, armanca wan boyax kirina çavane û bi derewên xwe çavên gelê xwe û xelkê girêdide. Êdî dikin nakin sîstema wan a derewa nameşe.
Ji ber ku Serokê parlamena wan dixweze respsiyon ji bona cejna wana a 23 Nîsanê bide û ji ber ku rayadarên hukumetê dixwezin bi jinên xwe ra werin resepsyonê û ji ber ku, jinên wan dê bi turban werin resepsyonê ji nihada Serleşker, gelek sûbayên mezin, Serokkomar û partiya CHP vî resepsîyonê ji bona turbanê boykot dikin û naçin resepsiyonê.
Ka binêrin dunya alem bi çi mijûl dibe û tirk bi çi mijûl dibin. Xelk tere hîvê û niha dixwazin asansorê çêkin û bila her kes bi asansorê here ser hîvê û çend salê din dê herin ser marsê jî, hê dewleta tirkan pê tûrbanê ketine û dibêjin divê di cîhê birokrasiyê de turban tunebe.
Ev bûyerana xerabiyên bi navê laîq bûnê li Tirkiyê têne kirin. Çima Mistoyê Beton turban qedexe kiriye, loma van meymûnana hê li pê turbanê dimeşin û naxwazin tu kes di nava birokrasîyê de bi turbê bigere. Ev bûyer jî rureşiya wan a herî mezine. Dewleta meymûnan hê realîta welatê xwe qebûl nake, ew dewleta dê çawa pêşde here û ser bikeve?