Radyoya Tehranê ya dewleta Îranê beşa kurdî dîsa bi Fuat Akpinar re
di roja 26.04.2003 da heypeyvînek çêkir û ev heypeyvîn di radiyoyê da bi kurdî û farisî hat weşandin. Pirsa radiyoyê vê carê ji bo gotinên Serokê Zagona Bingehîn a Tirk Mustafa Bumin bû, ji ber ku Bumin di roja 25.04.2003 da li ser salvegera 41 saliya Zagona Bingehîn a Tirk dibêje ku “Eger pirs çareser nebin, bawerî bi edaletê namîne dê mafya bikeve dewrê.” Bumin, balê dikişîne ser Şûraya Bilind ya Leşkerîyê (YAŞ) û ser Sazûmana Bilind a Dadger (hakim) û Dozgeran (sawcî) (HSYK) û dibêje bila biryar bê girtin ku ev her du rêxistin bikevin bin kontrola dadigehê û Zagona sala 1982’yan bê guhertin:
1. Hûn gotinên Serokê Zagona Bingehîn a Tirkan Mustafa Bumin çawa dinirxînin?
Fuat Akpinar wiha got:
Ev pirsên ku Serokê Zangona Bingehîn a Tirkiyê Mustafa Bumin qal dike û dibêje bila di warê hiqûqê da guhertin çêbibe û her tişt têkeve bin kontrola hiqûqê, gotinên demokratîk û maqûlin. Mustafa Bumin bi van gotinana balê dikişîne û dixwaze hikûmetê hişyar bike da ku li Tirkiyê Zagona Bingehîn bê guhertin û her tişt li Tirkiyê bi awayê demokratîk pêk bê. Lê belê ez bawerim heta li Tirkiyê pergala (sîstem) kemalîzmê neyê guhertin, tu tiştek nayê guhertin û bi awayê demokrasiyê nameşe, ji ber ku kemalîzim pêşiya her tiştî girtiye. Jixwe van rojana endamê parlemena Ewropa parlementer Arie Oostlander Endamê Koma Xiristiyanên Demokrat ê Holandî jî raporek li ser Tirkiyê ji bo parlemena Ewropayê amade kiribû û ew jî di wê raporê da balê dikişîne ser sîstema îdeolojiya kemalîzmê. Yane bi kurtahî heta li Tirkiyê sîstema îdeolojiya kemalîzmê neyê guhertin tu tişt nayê guhertin. Divê li Tirikyê berî her tiştî li ser kemalîzmê bi firehî bê minaqişe kirin û ji her warî da guhertin çêbibe. Heta elîtên tirkan hazir nebin ku li ser kemalîzmê minaqişe bê çêkirin û sîstemeke nû ava nebe Tirkiye ji tengasiyan xelas nabe.
Kemalîzim wisa teng difikire ku elît û brokratên tirkan kiriye rewşeke pir xerab. Ka binêrin li Tirkiyê hê mirov bi awayek fermî nikare qala kurd û Kurdistanê bike. Ji ber ku hebûna gelê kurd înkar dikin hê di tu biryar û qanûnek tirkan da gotinek qala kurda nehatiye kirin. Ez dikarim mînakê bidim dema li Tirkiyê an jî li bakurê Kurdistanê kurdek derê pêşiya dadgehê (Mahkemê) û bi kurdî biaxive, dozger û dadgerên tirkan di raporan da dibêjin ew kes bi zimanekî ku nayê famkirin diaxive (qise dike). Ev tenê baş nîşan dide ku dewleta tirk û dadgehên wan di pirsa kurdan da çi qas bi siyasetek şowenîst û nijadperestî dişopînin û bi vî awayî bi milyonan kurdan înkar dikin. Mesela ez baş dizanim li Îranê, Tehranê cadeyeke mezin navê wê Kurdistan e, li ser riya wê cada Kurdistanê jî Enstîtuya Kurdistan heye û di Radyoya Tehranê da beşa kurdî heye û ji herêma kurdan ra bi awayek fermî dibêjin Kurdistan. Evan gotinana li Tirkiyê hê tabû ne. Dewleta Tirk hê li pê turbanê ketiye û realîta welatê xwe înkar dike û dibêje bila di bûrokrasiyê da turban tune be. Dewletek siyasetek wisa bidomîne û rewşa welatê xwe nas neke, ew dewlet nikare pêşda here, ew dewlet mecbûr e di pêşerojê da mehkûm bibe.