Serrûpel Hejmar 59, berfanbar 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Pexşan
  • Eyüp Kiran: Pilingê Serhedê (roman)
  • Şahînê Bekirê Soreklî: Wendabûn (roman)
  • Samadî: Mixabin! Min ew dihiliya dît
  • Jiyanname: perwerde

  • Mixabin! Min ew dihiliya dît
    Samadî*
    Kurdmancî: Ebdulrehman Efîf: afifabdulrahman@hotmail.com


    Cendekpaçikê (kefenê) serçavka bûkê, yê xwe li pêşiya heyvê dadikişîne dema tu bextiyar î, yan tu diramî,- vedişêre paqijiya pak bi xweşikiyekê romantîkane bi ramanine baranê tînin an razîbûnê, netekûzî serçavkkirî. Bi jiyana baranê tîne, yê kevindaristanên xweşiyê diafirîne, yê ji kêfê re bes e û şaştiyê û gêjiyê belavdike dinav gervanan de, yên tî û birçiyên xuyayî û zelaliyê, ewên bêbejin û pak, lêbelê êdî wilo spehiyên spehîtir bêevîn evîndar.

    Dirûnên çekên min diqetin, ta ji hev vedibin. Wekko ew dilkirineke min be ez rût û tazî bim, pêre ez ji sermê diricifim.

    Teyisandinê xwe ji rûyê min daye alî. Dûmana kûr hêdî şûşeyan tevan dadigire, yên em dikarin vexwin. Ziman zuhabûyî û reş, ji perîkpênûsa xwe cuda, ya tifên wî dinivîse.- Mirov dê birame, dema mirov tenê tî be, lê hertiştê bi dest mirov dikeve têrdike. Ev dihêle mirin nexweş be,- wek sîk ji devê min dikevin, cok, wek rehên zêr di kevir de. Naxwazim kar di kargehên çiya de bikim, û ne jî mirov dê min fêmbikin.

    Bipêşde ne liv e lê dicîdemayina bipêşdeçûyinê ye. Lipaşnerîn heye tenê ji aliyê rex ve, temaşekirin tenê di buhirandinê re. Gilokeke berfê, ya xwe dinav pellan de şaşkiriye, wilo bi demê ve girêdayî ye, wek ticarî ne wilo bû,- wek ramanekê, ya xwe mijûlî rojê dike. Ez ne bêhiş im. Mixabin! Min ew dihiliya dît. Aniha ez bitenê me.

    ____________________________

    * Helbestvaneke elman e, ji Hannoverê ye, temenê wê bîstûyeksal e. şêweyê xwendina wê ji helbestê re pirr hêdî û xweş e, û yek ji endamên Open-Mic e.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: mehname@yahoo.com
    Contact us: mehname@yahoo.com

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.