Serrûpel Hejmar 59, berfanbar 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Pexşan
  • Eyüp Kiran: Pilingê Serhedê (roman)
  • Şahînê Bekirê Soreklî: Wendabûn (roman)
  • Samadî: Mixabin! Min ew dihiliya dît
  • Jiyanname: perwerde

  • PILINGÊ SERHEDÊ
    (Roman)
    Eyüp KIRAN


    Ji bo redaksiyonê ji Songul Keskînê re spas dikim
    - Nivîser

    ________________________________________

    Eyüp Kiran 1945ê li Siwêregê hatiye dinyayê. Piştî qedandina dibistana destpêkî û ya navincî, ew ji Lîseya Ziya Gökalp ya Amedê derçûye. Kiranê endazyarê çandinnasiyê bi salan li Enstîtûya Vekolîna Têkoşîna Cotemenî ya Amedê ya têkildarî Wezareta Werzêriyê xebitiye, salên 1994 – 2002 rêveberiya wê saziyê kir. Wî projeyên li ser du berhemên li herêmê giring, dexlûdan û pembû, pêk anîne. Kiranê niha malnişîn di dema karkirina li Enstîtûya Vekolînê rêveberiya gelek projeyên vekolînî kir, beşdarî çendîn sempozyûm û kongreyên zanistî bû û danezanên têkildarî pîşeyê xwe pêşkêş kirin.

    Romana wî Dewrêşê Evdî û pirtûka wî ya vekolînî “Kürt Mýlan Aşiret Konfederasyonu, Ekolojik, Toplumsal ve Siyasal Ýnceleme” di nav Weşanên Elma de derketine.

    - Kovara Mehname

    ________________________________________

    PILINGÊ SERHEDÊ

    <3>Koçer ji zozanan vegeriyan
    Koçer, 
    Kerî li çêrê, mal li waran e,
    Zivistanê li deşt û berriyan e
    Havînê li zozan û çiyan e,
    Dagirkerî derd û bela serê wan e,
    Tev de talan û xwîn e.
    Rev û xelasî, azadî û serxwebûn e,
    Loma hurmîna koç û keryan e.
    

    Panzdê Têbaxê bi paşketibû, Stêrka Qurixê hilatibû, guvu-guva bayê kur zêde bûbû, êdî dinya sar bû, ne şipxapînk, ne kund, ne kewhêşink û delûce, teyr û tulur, hemû çûkan koç kiribûn, kêm bûbûn, buhuk û kêzik hilatibûn, mar û marîjok vekşiyabûn. Berazan xwe berjêr berdabûn, germiyana. Li zozanên Çiyayê Bîngolê çêra pez qels bûbû, çiravên bêsûyên berfê û avên golan ber bi qerisandinê diçûn, pez xwe ji sermê vedikişand, bêvila pez lîçik pê diket û serê sibê fişke-fişka mî û bizinan bû, dikuxiyan. Bi şev ji nîvê şevê şûn de ji sermê stare nediket merû û terşên çêrê. Bêyî viya êdî di wê sermê de mî nedihatin beran, bizin nedihatin nêrî. Çêkirina Xwedê wiha ye, di sermê de dilê heywên jî şadimaniyê naxwaze.

    Wexta şivan li hev rûdiniştin qala rewşa terşê xwe dikirin. Di nav şivan û xweyê mal de jî pirr got û gota hatina mî ya beran û hatina bizinan a nêrî derbas dibû, heryekî bi babetekî îfade dikir:

    “Wele miyên me nayên beran.”

    “Bizinên me jî nayên nêrî.”

    “Law ma beranên me tew miyan bîn nakin, poz nakin.”

    “Şîr çikyaye, bizin û mî stewr bûne.”

    “Bizin tên nêrî?

    “Mî tên beran?”

    “Na wele beran tew ber bi miyan narin, ne bînkirin û ne daketin.”

    “Law zû em xwe berjêr berdin. Em li van deran bimînin, emê nebin xwediyê berx û karan.”

    “Zû-zû em herin deştê, bira miyên me stewr nemînin.”

    Û koçera ji wargehên zozanan xwe berjêr berdidan. Meydan ji kovî û hoviyan re dima, pezkoviyên reş û spî li serê zinaran, gakovî li quntara kuran, mêrg, çîmen û dahl ji hirçan û berazan re dima. Dêle gur bi teleb, maka beraz bi ga, geh a li vir û geh a li wir, li ku derê nêr li a mê kês anî, yên din li dorê, di geliyan de, di dahlan de, di deviyan de dihatin dîtin.

    Bi zanebûna pêşdiran û rîspiyan li zozanên Çiyayê Bîngolê, di vî deraxî de yek sala şilî, şepelî û pûk zû dihatin, guman bû ku bi pûk ba û mal tevî terş di bin berfê de jî bimana. Qalindiya berfê berê çogekê, dû re navikê û paşê bejnekê û zêdetir dibarî û li erdê ser hev de dima û dima ta biharê. Gora qalkirinan hinek malbat dereng mane, ji zozanan zû berjêr nebûne û berfa zêdebarî bi ser de hatiye û qirbûne. Bi serê peşdiran de hatiye, dîtine û ji nifşê pê xwe re hertim gotine, divê merû bi tedbîr be. Loma ev hefteyek bû, malên Feran tevî kon û terşên xwe ji warên zozanên Çiyayê Bîngolê vegeryabûn Gundê Qasimanê.

    Qasiman gundekî ji navenda Deşta Ûskiran e û li ber Çemê Mengelê li hêlâ bakur e. Xwezî bi wê çaxê, Çemê Mengelê tije masî bû, biharê bi ava berfê re qiyame diçûn, xwe ji ser kevirên sukran re çind dikirin, li qeraxê çêm, derên ava wê tenik li giyayê teze diçêriyan. Li qiraxên çem mêrg û çimenên sipehî hebûn, bi nefelan cûrbecûr xemilandî bû. Li qiraxê çem darên sipîndaran û darên biyê rêz bi rêz bûn. Di meha tîrmehê de siya wan de rûniştin rind bû. Sura bayekî sivik bihata, dengê xuşîna pelan dihat û wexta şewqa tîrêjên rojê lê dixist mîna zîv dibiriqîn. Di nav de darên gezê jî hebûn, keskayiya wan fena xumamê xuya dikir. Havînê li qeraxê çem bîna pûngê bi ser mirov diket. Çayir û mêrg bi nefel û genimokê mişt dibû. Her babet nefelê kulîlk vedikirin, bîna wan mîna lawantê merû mest dikir, genimokan simil berdida. Wexta kulîlkê nefelên zer, spî, sor û mor vedikir ji bîna wan û merû ji dîmenên wan pirr hez digirt ku di nav çayiran de bimeşiya, lê mêzekira, xwe li ser vezelenda, vegevizanda û xwe borkira. Hezar babet mêş, moz, pinpinîk û wekî din bihukan li ser kulîlkên nefelê vedinîştin, dimêtin û hildihatin, dadihatin. Di germê de dengê mêş û mozan mîna ji merû re li tembûrê xin. Qijikên belek qije-qîja wan bû, geh li ser guliyên dara vedinîştin, geh xwe berdidan erdê. Beyî qijikan dengê şestûşeş babet çûkên din bi hev diket.

    Bi gotinan berê li vê derê, yanê li Qasimanê hew gomek bi navê Qasimê Ermenî hebûye. Çaxa mala Feran hatine, çend malên Ermeniyan jî tê de hebûne. Ji hewildan û tevgerên ermeniyan wan salên dawiyê bê şer û şonik malên xwe ji wir bar kirine. Çimkî wan deman li herêmê ermeniyan yek cî vala dikirin, yek cî dadigirtin. Ermeniyan tevdîrin digerandin lê haya kurda jê tune bû ku çi tevdîrê digerînin. Kurdan li roja xwe mêze dikirin, bîra paşerojê nedibirin. Û Gundê Qasiman di destê mala Feran de mabû û êdî bûbû milkê wan. Li gund nêzîkê panzdeh-bîst mal rûdiniştin û hemû xizmên hev bûn, hinek ap û birazî, hinek xal û xwarziyê hev bûn. Mezinê mala Feran, Talo bû, yanê bavê Îbrahîm û Welî bû, Talo êdî kokimekî pîr bûbû, keti bû, hedimî bû û nikarî bû bimeşiya. Qeda li dinyayê keve, Talo wextekî mîna şêran bû, pirr ne, neh-deh sal berê wexta Herba Nodûsisiyan de Ûris avêtibû ser Qers û Erzeromê, wî Xormekî di bin emrê xwe de civandibû û bi Ûris re şer kiri bû. Li hêlekê Cibran, li hêlekê Xormekan li hember arteşên Ûris pî dabûn ber hev. Serokê Cibran jî Elî Axa bû. Di Şerê Ûris de herduyan jî lêhengiyên bi nav û deng kiribûn, Elî Axa li Hesenqalayê şehîd ketibû, li ser lêhengiyên wan dengbêjan distran, lê aniha xûz bûbû û bi gopal dimeşiya. Loma tevdira êlê, mezintiya malbatê û gund destê lawê wi yê mezin Îbrahîm de mabû. Îbrahîm peyayekî bi dilê mirov gir bû, bi bejn û bala xwe, bi tevgera xwe, bi giranbûyina xwe. Di her meselê de hema bi heyecan, an jî bi hêrs hol nedibû, bi giranî, rind di hişê xwe de dibir û dianî û biryarên ku digirtin, paşê hemû merivên wî jê razî dibûn. Feran zivistanê li Gundê Qasimanê diman, havinê ya diçûn Şerefdînê, yan jî diçûn zozanên Bîngolê. Yek salan çêre xweşba berê diçûn Şerefdînê, Çiyapanik, warê Heftrengê, paşê diçûn Zozanên Bîngolê.

    Erê, Malên Feran wekî hemû koçer û nîv koçeran ji zozanan vegeryabûn. Malên ji zozanan hatibûn di xaniyan de cî dabûn nivîn, qatixê û fer û folên xwe. Hîz û cewdikên rûn, iyarên tomastê, kupên penêrê safî, penêrê bisîrik di kulînan de ciyên xwe girtibûn. Histêrên nivînan bi serlihêfên rengîn hatibûn nixamtin û xemilandin. Sawar hatibû kelandin, di coniyan de dan dihat kutan, bi şev li yek malan şiîre dihat birrîn, ji yek malan dengê girrîna destarê savarê dihat, genim, ce û garis ji bo arvanan hatibû şuştin, zuhakirin û ketibûn çewalan, hinek çûbûn aşan, hinek li hêviya zivistanê mabû.

    Pîrek û peya, zaro, ciwan, navsal û kal, mîna gêre û mûriyan dişixulin. Ji serê havînê de giyayê çayir û mêrgan hemû hatibû çinîn, hatibû dirûn, û kiribûn gurz, îcar gurz dikşandin û li nêzîkî her goma pez du-sê lod berz dikirin. Kadîn jî tije ka bûbûn, tevdîra alifê terş hatibû girtin, zivistan ne hêsan bû, berf carna wisa dibarî, hetanî ber sivînekan û nêzîkê pênc meha pez û terşên din di hundir de dima.

    Li ber her xaniyekî komê sergînan mîna hefşoyan hatibûn lêkirin. Kermeyên binê axûran ji bo şewata ardû li nezîkê mutbexan de rêz bûbû. Kokên gunî û keleman hatibûn berhevkirin û him li hundir him jî li hewşê rêz bûbû.

    Li Gundê Mîra Dawet e

    Gundê Emeran ser Gundê Qasiman re bû, wê demê file lê rûdiniştin, ew ji li ber çem bû û aşê avê lê digeriya. Binaya Gundê Qasiman de dîsa li ber çem Gundê Badan hebû, nîvî file, nîvî Xormekî lê rûdiniştin. Di biniya Badan de jî Gundê Mîra heye. Di binya Gundê Mîran de jî Gundê Tatan heye.

    Du roj berê fileyên Gundê Mîra xelata dawetê ji mala Feran re şandibûn. Îbrahîm Talo û çend peyayên din du ogeçê qelew jî bi xelatî bi xwe re birin û çûn daweta wan. Hespa Îbrahîmê Talo navê wê Şengal bû û kumêt bû. Beş bû û herdu simên peşyê hetanî kabê spî bûn. Fileyan ji mêvanên xwe yên kurd re izet û îkram kirin, cîranên hev bûn, gelek karê wan bi hev disekinî. Sohbet kirin, nan xwarin, henek kirin, govend girêdan û gerandin, hesp dan cirîta û bezandin.

    Di Gundê Mîran de dêrek hebû, îcar dêrek hîn mezin lêdikirin, dîwarên wê temam kiribûn, li hêviya darên ji bo jîk û maxan, mertekan û kewaşe bûn. Îbrahîm Talo jî birin li hundirê dêrê mêze kirin. Dêr li ser sê kutan bû. Binê dêrê bi xîçirên mermerên rengîn xemilandibûn. Bi raxistina van xîçirana dêrê him av dibinîre nedikamand û him jî paqij bû. Hemû dêr binî bi xîçirên mermeran dihat xemilandin, resim tê de çêdikirin, ew jî hunerek bû.

    Cemaeta mala dawetê pirr boge û geş bû, gelek mijar dihatin qisekirin, xwedîkirina pez û hilanîna qatix, cotkarîtî, bihayî û erzaniya bajaran, xwendin û perwerdeya zarokan, şerê Ûris û Osmaniyan, bazirganiya welêt, tiving û wekî din çekên agirî nu derketin mijara şêwran bû. Qise hat ser qisê, fileyan di sohbeta xwe de qala xwendinê kirin. Ji wî gundî salik berê du zaro şandibûn Xarpêtê, sisê jî şandibûn Erziromê. Yên ku çûbûn hatibûn qala mekteba wan zarokan, qala Mezrê û Xarpêtê dikirin. Zaroyên li mektebên Erzirom û Xarpêtê dixwendin çaxa xizmet dikirin bi ber çavê Îbrahîmê Talo jî ketin. Ji tevgêra zaroyan dixuya ku xwendevan bûn, ji zaroyên din bi rihetî dihatin ferq kirin. Sekinandina wan, libas û midasên wan, tewr û hereketên wan bersîv dayina wan, xizmeta wan, bîr û baweriya wan bi rehetî dihat ferqkirin. Dilê Îbrahîmê Talo bijiya xwendina zaroyên fileyan.

    Xwediyê malê Seropê Mezin ji Îbrahîm re got: “Kirîv, te divê em zaroyên we jî bi yên xwe re bişînin mekteban.”

    Îbrahîm got: “Mala te ava be kirîv, hila ez mêze kim, kete serê min ezê bi zaroyên we re bişînim, lê îşê me bi hev nekeve em nikarin bişînin, dîsa jî gelek spas.”

    Wexta Îbrahîmê Talo ji daweta fileyan vegeriya, bi rê de hevalên wî qise dikirin, hema ew difikirî ku çima Zeynelê wî mektebê naxwîne. Zeynel pirr jîr û jêhatî bû ku bixwinda belkî biba mulazim, biba mûalîm, biba qadî, biba yuzbaşî û wekî din. Ta hate mal dihişê xwe de dibir û dianî ku Zeynelê xwe li ku derê bide xwendinê. Fileyan gotibû bi ên me re bişîne, lê çima bi wan re? Ax ma ne dibû li van nêzîka mekteb heba? Di hişê xwe de digot: “Law li çolê, di kar de, di mêrxasiyê de em bi her awayî ji fileyan xurttirin, lê em ji bo zaroyên xwe nikarin tu tiştekî bikin. Em nezanin û nikarin mektebekê lêkin bi ser nigan xin, qenekê bira zaroyên me bixwînin. Bav û kalên me hemû riziyan, qebr û gorên wan hinekan li Girlawika Ezirganê, hinekan li Cîwarika Dêrsimê, hinekan li Qarerê man, me ji xwe re li vê deşta Ûskiran stare dîtiye, lê em jî vaye bi saxî riziyan, zaroyên me jî wê birizin. Welhasil ev ne tu hal e, hema Homa çêbike.”

    Îbrahîmê Talo çû Gimgimê

    Sê roj şûn de, ji bo asayişa herêmê, qeymeqamê Gimgimê şandibû pê Îbrahîmê Talo. Îbrahîm bi xwe re ji bo qeymeqam cewdikek tomast û cewdikek penêrê iyar jî avêt paş zinê Şengalê û çû Gimgimê.

    Gimgim di koka Çiyayê Bîngolê de ava bûbû û tevhev ya sed mal hebû ya tune bû. Van salên dawiyê Dewletê ji bo asayişê kiribû qeymeqamlix. Dewletê di pê şerê Ûris re tedbîr digirt.

    Gimgim li ber serê Çiyayê Bîngolê li hêla başûr di bihara qert bûyî de, li qûntara çiyê mîna navikek hêşin dixuya. Di nav darên bî û spîndaran de winda bûye. Pişta wê spartiye Çiyayê Bîngolê û rûyê wê dayê Çiyayê Şerefdînê. Çiyayê Bingolê jê re bûye sitare, bayê kur qet lê naxe.

    Di zemanên kevn de ser Gimgimê re Kela Şeman hebû. Kela Şeman hesarekî kurdan ê kevn bû, romiyan, tirkman û moxolan xira kiribûn, hedimandibûn û êdî xirabe mabû. Berê koçer bi Kela Şeman disekinîn, niha bi Gimgimê disekinîn. Bi hezaran malê koçeran, bi taybetî eşîrên Milan, e’şîra Bertiyan havînê tên Çiyayê Bîngolê, hinek derbas dibin diçin Çiyayên Palandokenê. Loma havînê karê qeymeqamê Gimgimê pirr zêde bû. Hezar derd û belayên koçeran hebûn. Akinciyên dora Erzeromê ji koçerên Milan pirr gazin dikirin. Akinciyan û koçeran mîna tahjî û pisikan hertim pevdiçinîn. Akincî ji koçeran ditirsiyan, çimkî koçeran hemûyan pişta hev digirtin, akinciyan hevza xwe dikirin. Koçeran di şer de pişta hev digirtin, akincî kî ji kê re, bi hev têkil nedibûn. Îcar çaxa koçer payizê berjêr dibûn, akinciyên bi wan re ne rind bûn talan dikirin û diçûn, heta salêk din dîsa dihatin.

    Berî nimêja nivro Îbrahîm Axa gihişte Gimgimê, hespa xwe li ber mala Selîmê Reqasan girêda û çû cem qeymeqam. Odeciyê qeymeqam xeber dayê û Îbrahîm çû hundir meqama wî. Qeymeqam ji ser kursiya xwe rabû pê û destê xwe da Îbrahîm Axa, jê re got: “Tu bi xêr hat.” Cî rê dayê got: “Rûne.” Îbrahîm Axa bi usûl rûnişt.

    Qeymeqam peyayekê navsal, temenî wî dora pênce salî bû û Çerkez bû. Ev sî sal bû, hatibûn. Simêlên mor, drêj û serberjêr bû, papax ji eyarê koviyan li serî bû. Çavên wî hêşin û mezin bûn. Qeymeqam ewilî qala şerê Çerkez, Çeçen û Ûris kir, Ûris çer niheqî li wan kiribûn û çer koçber bûbûn. Şêx Şamîl çima li ber Ûris rabûbû, çawa Ûris pêrîşan kiribû, paşê çawa dîl hatibû girtin, lêhengên wî bi taybetî jî Hecî Murat çawa hatibû girtin û eskerên Ûris çawa serê wî jêkiribûn giş ji Îbrahîm re qal kirin. Jixwe qeymeqam dixwest ku mêvanî wî yê wek Îbrahîm Axa werin û ew jê re qala Çeçanan, Çerkezan û zulumkariya Ûrisan, filan bike. Paşê qise hat ser Xormekan, Cibran û filan. Ji bo qire-cira nav Xormekan û Cibran sohbet û şîret li Îbrahîm Axa kirin. Di nav qisekirina wan de, Qeymeqam lome û daxwaziyên xwe jî li Îbrahîm Axa kirin.

    Qeymeqam ji Îbrahîm Axa re got: “Îbrahîm baqilbin, mêze wa ye file li her devera welêt, li bajar û gundên mezin mekteban ava dikin, vedikin û zaroyên xwe perwerde dikin, bi vî awayî ew ên pirr di peş me kevin. Tew dibe ku serî hildin, me û we tev ji van deran derxin. Dinav me de çi îş û karên baş û bazirganiyan hene hemû ew dikin, dever û gundên nakevin serê wan jê bar dikin, li gundê mezin dicivin ser hev, fisek, tiştekî genî di vî îş û karê wan de heye, bîna genîbûnê wê jê der keve, guhê me hertim li ser wan e, hûn kurd jî wisa li hewûdin dixin, ro tuneye ku deng ji we û Cibran nê, em aciz dimînin, ez nikarim layihan bişînim jor, em ometa Mihemed giş birayên hevin, gerek em bi hev re hevkariyê bikin, li hember diwêl û fileyan dest bi ber hev din. Ez dixwazim hûn jî zaroyên xwe bidin xwendin. Niha ji destê min nayê ku em mektebê li vir vekin, dibe ku salên pêş em li vir jî mekteb û medreseyan vekin. Eger tu gurra min bikî tu yê zaroyên xwe yê ji xwendinê re dibe bişîni Xarpêtê. Li navbera Xarpêt û Mezrê mektebek rind vebûye. Îdadiya leyli ye, di hundirê wê de him iptidaî û him jî ruştiye heye, jê re dibêjin Siltanî. Siltan Evdilhemid van mektebana ji bo ‘Xizmeta yekitiya wetenê mişterekê Ê’lî Osmanî û ometa Mihemed’ vedike. Waliyê Mamuretulezizê Hecî Hesen beg çêkiriye, min dîtiye, ciyê wê, mialimên wê, her tiştên wê sipehi ye. Eger tu qayil bibe û lawê xwe bişîne, midûrê wê hevalê min ê mektebê ye, ez dikarim nameyek ji midûrê wê mektebê re bişînim wê mitleqe qebûl bike.”

    Li ser van gotinên Qeymeqêm, mîna roj li Îbrahîmê Talo hilê. Hema bi dilgermî vegeriya ser qeymeqam û got: “Qeymeqam beg wele em çi dikşînin ji destê cahîliya xwe dikişînin, te got qire-cira nav we û Cibran, li zozanan şivan ji bo çêra pez bi hev dikevin, li hev dixin, paşê gaziyê dixwazin, em û wan li ber hev disekinin, mîna dijminan li ber hev pan dibin û belaheq li hev dixin, çi keda ku me li zozanan dayi ser hev em gişî bi wê pevçûnê û lecê bela dikin, yên tên kuştin jî ji kîsê me diçin. Di nav fileyan de ne xire-cir û ne jî pevçûn tiştekî wiha tuneye baw. Îcar tu dibêje xwendin, ez pêr çûm Gundê Mîra, min dît li cemaata wan jî qala xwendina zaroyan dikirin, jixwe di gundên wan de mekteb heye, gelek zaroyên xwe jî şandine Xarpêtê û Erziromê, dibêjin diwêlên mezin, Frensiz û Emerîka jî li wir mektep vekirine, ew çend zaroyên xwe dişînin Xarpête, çendan jî dişînin Erzeromê, kolê te be lawekî min î pirr baqil û jîr heye, ez jî dixwazim wî bidim xwendin, belkî ew heyata xwe xelas ke û nafa wî bi gihîje omidiyên wî. Fileyan jî ji min re gotin tu jî lawê xwe bi ê me re bişîne, ez naxwazim bi ê wan re bişînim. Çima em têkevin bin minetên wan.”

    Qeymeqam got: “Erê erê, li kîjan gundên fileyan mekteb û dêr vedibin û kê zaroyên xwe şandine mektebê ez dişopînim, digrim bin zepta, mizakere dikim û dişînim merkezê. Berê jixwe li gelek gundan dêr û kilîsên wan hebûn, îcar bi yekê û duda nasekinin tew zêdedikin, her roj nû ve dêran avadikin, zaroyên xwe li kilîsan top dikin û wan perwerde dikin, li ser dinê Îsa, Xristanîtiyê perwerde dikin, keşe dixwazin zaroyên biçûk di rêya Xwedê kevin, xrîstanîtiyê bizanibin, xwe ji misilmanan bigerînin û ermenîtiya xwe jî rind zanibin. Em dikin nakin dewlet bi a me nake, min xwestiye ku li navenda Gimgimê û li Ûskiran him mekteb û him jî mizgeft lêbe, lê emir hîn derneketiye.”

    Wexta Qeymeqam got min ji bona Gimgim û Ûskiran xwestiye, Îbrahîmê Talo gelek kêfxweş bû. Çimkî wê zaroyên xwe yên din jî bişîne Ûskiran. Tew belkî mala xwe jî bibe wira.

    Îbrahîm Axa got: “Qeymeqam Beg wele min biryar da, ez ê lawê xwe bibim Xarpêtê, ew mekteba tu dibêje leylî ye, ji kerema xwe re mektûbekê ji midûrê wê re binivisîne.”

    Qeymeqam li ser xwestina Îbrahîm Axa dest avêt pênûsa ji perê qertel ji nav divîtê derxist û qaxezik li ber xwe xweş kir û nivisî, qaxez çar qat kir û xiste nav zerfekê û da Îbrahîm Axa û jê re got: “A ji te re mektûb, midûr hevalê min e, ji dêla min ve jî pirr silav ke, û ji te re oxir be, Xwedê tebaîşê te be. Na Wele hila bisekine tiştekî dinê pirr muhim heye.”

    Îbrahîm Axa got: “Emir bike qeymeqam beg.”

    Qeymeqam got: “Îbrahîm, pismamê te Selîm rehet nasekine, ewê pirr zirarê bibîne, nigê wî yê li we jî keve, him bi Qergepazariyan re, him jî bi ermeniyan re di lecê de ye. Wiha nameşe, hinek eskerê arnavit ji min re tê, pirrî no ye, ez mecbûr bibim ezê bişînim ser wî.”

    Îbrahîm Axa ji qeymeqam re got: “Begê min, terşekî pirr zêde li ser wan e û çêra wan tenge. Şer û şonikê wan ji bo îş û kar e, ne ji bo tiştê vala ye, pismamê min Selîm ayidê min, ez ê wî bişînim hinda te.”

    Qeymeqam got: “Temam, ez te zanim.”

    Îbrahîm xatir xwest û berî da Qasimanê. Di navbera esir û muxurbe de Îbrahîm Axa name di paşilê de bikêfxweşî vegeriya Qasimanê, ji Şengalê peya bû. Serê hespa wî zaroyan girtin, heqîb û mitirh ji ser danîn, qeyd xistin nigê wê û berdan. Şengalê serî û dêl li ba kir û çû guherê çêrê. Wê jî bîriya guherê û hespên din kiribû. Îbrahîm Axa jî derbasê oda peya bû.

    Îbrahîm Axa û jina wî Besê bi hev şêwirin

    Îbrahîm Talo peyayekî bi dilê mirov gir bû, bi zend û bend bû. Rengê canê wî spî bû, lê ser çav û dest û piyên wî di îş û kar de, li ber rojê qemitî bûn, êdî sifetê wî esmer xuya dikir. Simbêlên pale hetanî belka guhan dihat. Por, simbêl û riya wî hevdê spî ketibûnê. Ber mixurbe bû, Îbrahîm Axa li ber êrgûn rûnişti bû. Li ser kuçikên tifikê di beroşa mezin de şîv malê dikeliya, heska darîn li ser devê beroşê bû, bîna meyira çortanî jê hildibû û difûriya. Îbrahîm Axa bi arkolekî ar tevdida, arî vediqetand, darên dû jê derdiketin pêş de dikir, yek pirîskên agir jê dipijiqîn û dengê qirçe-qirça wan dihat. Çaxa agir boge dibû, bi agir re rûyê wî jî ronî dibû, eniya wî ya pan êdî qerçimonek ketibûnê, simêla pale mîna qoçên evûriya xwe digihan belka guha. Siya wî li ser dîwêr bi bogebûna agir re geh mezin dibû, geh piçûk dibû.

    Lê Îbrahîm diponijî, gelo ji bo çi diponijî? Wan rojan ne şer û şonik hebûn û çi bûyerên xirab jî neqewimîbûn. Carna çaxa agir geş dibû ser çavên wî rind ronî dibû.

    Jina Îbrahîm Axa ya piçûk û delalî daka Besê qûtê mirîşkan û şîva kuçikan dabûyê, ji malbatê re şîv hazir dikir, carna jî di bin çavan re li mêrê xwe mêze dikir. Dilê wê dibijiya mêrê wê. Derdê hewîtiyê dikişand. Hewiya wê ji wê mezintir bû. Îbrahîm Axa du şevan diket cem wê, şevikê diket cem hewiya wê. Îşev dora wê bû. Lêbelê, ponîjandina mêrê wê bala wê dikişand û deng li mêrê xwe kir, got: “Ero Îbrahîm tu çima wiha diponijî, çi bûye, çi qewimiye?”

    Îbrahîm Axa got : “Gewra min, wele ez nizanim tu yê çi bibêjî, lê min qerar daye, ez ê Zeynel ê xwe bibim Xarpêtê li mektebê qeyd kim, em riziyan belkî ew xwe xelas ke.”

    Besê nîvkenî û şaşmayî got: “Rihe min ev ji ku derket, Xarpêt riya sê roja dûrî me ye, lawê min ê li ku derê bi hêwire? wê çi buxwe? çi vexwe?”

    Îbrahîm Axa got: “Wey, hela li aqilê rinda min mêze ke, keçê ma qey ez ê lawê xwe bavêm çolê, ez dibêm bira bixwîne, bibe meriv, bibe mulazim, bibe qadî, bibe qeymeqam, ez ê ji bo vîna bibim mektebê, îcar tu dibêje ew ê çawa bibe, mektebek pirr rind heye li Xarpêtê, ew ê li wir rakeve, li wir bixwe, li wir mutalee bibe û dersan bibîne. Min bi qeymeqam re qise kir, wî ji bo Zeynî mektûbek ji midûrê wê mektebê re nivisî û da min. Ma file giş zaroyên xwe li Erzeromê û Xarpêtê nadin xwendin.”

    Kêfa Besê xweş bû û got : “Hew Zeyniyê min tenê wê biçe mektebê, wekî din zaroyên kesî naçin, qenekê hevalê wî jî hebûna.”

    Îbrahîm Axa got: “Du zarokên Gundê Mîra jî li Xarpêtê dixwînin, lê ew li mektebên ecnebiyan dixwînin, ciyên wan cihê ye, Emerîka li wir mektebek pirr mezin vekiriyê, dibêjin. Tiştek nabe, mehê carê emê herin cem wî.”

    Besê got: “Ê wele tu zanî mêrê min, bixêr û xweşî be, te ji Zeynî yê min re jî gotiye û tu yê kînga bibî.”

    Îbrahîm Axa: “Keçê em ên vê duşemiya ji pêş re biçin, tu dixwazî tu jî were, rûn, tomast, hirî, rîs, çortan çi yên firotanê hene gişî hazir bikin, em ê bi xwe re bibin, li Xarpêtê rind tê firotin. Mûş û Erziromiyan ji me erzan digrin.”

    Besê got: “Ê başe, ez ê jî werim, jixwe gelek cil û caw, pirtu lazim in, zivistan tê me cilên xwe nû nekirine û qenekê ez ê jî bi lawê xwe re werim, mekteba wî bibînim. Ez ê pirr bîrya berxê xwe bikim.”

    Zeynel nixuryê Besê bû, li ser şêwra mêrê wê û wê, Zeynel û xwendin di mêjiyê wê de olan dida, xeyal çêdikirin, dianî ber çavên xwe, û digot gelo ew ê çawa bibe? Mîna ku dinyayek nû jê re ava bûbû.

    Îbrahîm Axa jî di mêjiyê xwe de lê dikir û dadanî, ji bo çûyina Xarpêtê lazim e ku çi bike, di hişê xwe de rind dianî ser hev. Kî û kî yê herin, ew ên ji bo firotanê çi bi xwe re bibin bajêr, di kîjan rê yê re biçin, li ku deran moletê bidin, gişî difikirî û diediland.

    Wê şevê wexta raketinê Îbrahîm Axa ket nav ciyê Besê. Zaro raketî xuya dikirin. Îbrahîm Axa xwe şêland, Besê berê xwe şêlandibû, nav lihêvê germ kiribû mîna tenûrê û Îbrahîm Axa ket ser Besê. Dengê helkihelk û miçi-miça wan wisa diket kerika guhê Zeynel. Welî hîn piçûk bû. Hetanî wan îşê xwe qedandin Zeynel bêdilê xwe guhdariya wan kir, paşê di xew re çû. Sibehî bi dengê bankirina bavê xwe şiyar bû. Îbrahîm Axa û Besê zû de rabûbûn, av germ kiribûn û serê xwe şuştubûn. Agir dadabûn xwe germ dikirin.

    Karwanê Xarpêtê bi rê ket

    Berbanga roja duşemiyê bû, karwan dikira bi rêketa. Besê û zaroyên din ban Îbrahîm Axa dikirin, pê dişêwirîn ku; kîjan barî li kîjan ker û hespê kin. Qatixê firotanê; çewalên çortanan, iyarê penêr û tomastê, hîzên rûn li êstir û keran bardikirin. Du iyarê hirçan, du iyarê gakoviyan, sê eyarê guran, neh eyarê roviyan jî li ser barên xwe girêdan. Îbrahîmê Talo ban dikir: “Wê tera çortan bavên ser kera cûn, wan iyarên tomast tê de bavên ser kera boz.” Di rojê wer de jêrajorî li dardiket, merû nezanîbû diçin şer, nezanîbû diçin rê. Bi rastî rêwîtiya dûr jî mîna şer bû. Di rojê wiha de mîna gaziya şer li dar keve. Herkes bi hêlekê de direviya. Her hinekan destên xwe davêtin tiştekî.

    Di nav barên wan de benîştên daran, hiriya şuştî, rîsê xav û hûnayî, hevo û frêd, kivilên pez û çend iyarên dewarê mezin jî hebû. Van tiştên firotanê emaretê kebaniyan bû. Eyar bi xwê û ceftê debax dikirin. Debaxkirina eyaran jî marîfetê kebaniyan bû.

    Pîrekên malê giş li ser nigan her yekê karekî karwan rast dikir. Peya pî didan ber hev û barên çewalên giran davêtin ser exterman, têrên tije davêtin ser keran. Xarpêtiyan tama devê xwe zani bûn, çavê wan li payizê û qatixê koçeran bû. Bi rastî qatixê zozanan di devê mirov de diheliya, pez li zozanan li hezar babet kulîlk û giyayê bi bîn û bi rayiha diçêrya, qatix li dera hênik dihat çêkirin û hilanîn, bîna genî cara ne diketê. Wexta qatixê kurdan diçû bazara Xarpêtê, fileyan mîna qerxûşan ser re hêlange digirtin, ji dest hev direvandin. Qatixê Munzûrê, qatixê Şewax, qatixê Şerefdînê û qatixê Bîngolê bi nav û deng bû. Tew ser de ji gelek diwêlan, emeriqiyan, frensizan, îngilizan ketibûn Xarpêtê, hinek tew tê de bi cî bûbûn, ew jî elimîbûn qatixê kurdan û bûbûn kefçî. Ji beqal û dikanciyên xwe pirs dikirin ku qatixên van deran kengê tên. Li Xarpêtê debaqxane, bezîrxane, solxane, herîrxane, terzîxanê û wekî din gelek îmalatxane û fabrîqa lêbûbûn. Sixtiyan û herîrê Xarpêtê deng dabû. Ji mîrî û eskeriya Osmanî re sixtiyan çêdikirin, yanê gelek fabrîqa ji bo malê mîru dixebitî, loma Xarpêt pirr dewlemend bû. Ji her derê, hunermend û xebatkar û mamosteyên zana li Xarpêtê ji xwe re îş didîn. Nufûsa Xarpêtê jî pirr mezin bûbû.

    Daka Besê cilên xwe yên xemla bajêr ji boxçê derxistibû û li xwe kiribûn, bûbû mîna gogerçîna, ew jî bi lawê xwe re diçû bajêr, cigera wê, nixuriyê wê Zeynel ew ê çend sal salwext li Xarpêtê bimine û bixwîne. Ketibû hişê wê xwendin tiştekî rind bû, herhal tiştekî rind bû, yên xwende dibûn zabît, dibûn qeymeqam, dibûn mulazim, dibûn meriyên mezin. Xarpêt dûr bû, bila qe dûr be.

    Ji Gundê Qasiman karwanekî xurt bi hev ket. Ji bo mazata Xarpêtê birek kavir û birek gîsk û hevûrî tevî hev kiribûn û ew rojek diberê bi rê ketîbûn.

    Îbrahîm Axa deng li Welî kir: “Ero kurê min te Şengal ji min re zîn kir, rişmeya nu te têxista serî.”

    Welî got: “Erê bavo, min hesp hazir kiriye, êm di ber de ye.”

    Wê hîngê li gelek deveran isyat, mahkum û eşqiya pirr bûn, çûyin hebû, dibe ku veger tunebû, loma bi tedarek, bi çek, tevhilkişandî bi rê diketin, belkî riya Xarpêtê nas dikirin, welo kurmanc welo dumilî hemû elewî bûn û nasên wan bûn, dîsa jî çi dibû çi nedibû, neşuştî pirr bûn.

    Karwan di riya Xarpêtê de bû û bi rê ve peya li baran hedar bûn, carna bar bi hêlikê de xwar dibûn, disekinandin, bar serrast dikirin dîsa bi rê diketin, ku bar biketa edem dibû. Di geliyan de, riyên teng de çewal û têr bi kevirên kêleka rê diketin û bi hela din de xwar dibûn. Çaxa di rê de diçûn rîspî û zaneyên ciwan temî dikirin, ji bo li baran miqatebin. Bi gotinên pêşiya, bi karwanî carna di geliyan derbasbûyinê de guçê çewalan li kevira ketibûn, rê teng bûn, aliyek kendal, aliyên di kaşên ser berjêr û newalên kur bûn, heywanên barişê tevî bar diketin, bar û heywana dibin bar de bi borbûnê tev diçûn binê newalê disekinîn, heywan hestiyên wê dişikiyan û bar diteqiyan, tu xêr tê nedima, loma li dûzana baran pirr hedar bûn.

    Di rê de şingi-şinga nalê exterman, firri-firra bêvila hespan, di kaşan de inti-inta hespan û dengên peyan tevî hev dibû. Di kaşan de carna bi dengê zîrtînî babiberketina terşan jî rengek bû. Carna hinekan Dewrêşê Evdî, Cembelî Kurê Mîrê Hekarî û wekî din distiran. Hinekan jî ‘ximximê to rê vana’ digotin. Di geliyan de dengê sibehî olan dida, mîna zengil di guhên meriv de lêkeve, wer zelal bû. Ji nav darê mêşe dengê circirkan û dengê şalûr û bulbulan jî bi ser ê wan diket.

    Şeva ewilî li Qarerê bûn mêvan. Qareriyan merivên wan ên pirr nêzîkî wan bûn. Jixwe diya Îbrahîm Axa, Qarerî bû. Bi xwîn û bi can bi hev re bûn. Xwe pismam dihesibandin, bi rastî jî wisa bû, ev du bav bû ku ji hev qetiya bûn, disa jî sal biwext, bêwext gelekî bi ser hev de diçûn. Wê şeva ku li Qarerê hêwirîn, mîna çûbin mêvandarî, barên xwe dadanîn, nanê xwe bi izet bi ikram xwarin, di lihêvên germ de raketin û sibehî Qareriya jî bi wan re bûn bajarvaniyên Xarpêtê.

    Roja sisiyan xwe gihandin nêzîkê Xarpêtê, ber çata çeman. Çemê Pêriyê û Çemê Miradê li wê derê dibûn yek. Bihurê çem pirr firebû. Li herdu aliyê bihur lengergeh hatibû çêkirin. Waliyê Xarpêtê pirr qîmet dida vî bihûrî, loma li herdû aliyê çemê Miradê lengergehên qasidî çêkiribûn û çar keştî li ser diçûn û dihatin, rêwî, karwan û bazirgan derbas dikirin. Him karwanê Îbrahîm Axa wan tev barên xwe derbas bûn, him jî terşên wan ên firotanê derbas bûn. Hinek li hinda herdu keriyan man, Îbrahîm Axa, daka Besê, Zeynel û yên din çûn hundirê Xarpêtê, li Xana Mezin cî dane xwe, hineka nan birin cem keriyan. Îbrahîm Axa çû qaweya Dersîmiyan. Weliyê Cîwarikî li wir rûdinişt, him cambazê wan bû, him jî merivê wan bû.

    Welî vê re daka Besê bir mala xwe û wê şevê li mala Weliyê Ciwarikî man. Welî nehîşt ew herin li xanê bimînin. Bû sibehî hîn ro hilnehatibû, qatix û wekî din tiştên wan ên firotanê birin ser Aramê dikancî, terşên Qasimiyan jî ketin nav mazata Xarpêtê. Wê hefteyê bazirganê Helebê û Stenbolê heta Xarpêtê hatibûn, loma terşên wan rind hatin firotin. Ji mazatê tev vegeriyan û li Qaveya Xozatiyan rûniştin, roj hat tahştiya bilind. Îbrahîm Axa got: “Welî em tev herin mektebê, maşalla midûr ji me re tahdetiyê dernexe, ez Zeynelê xwe zû qeyd bikim wa ye dibên du-sê roje ku mekteb vebûye.”

    Welî got: “Erê keko, ez hesabê xwe bibînim û em herin, hûn bîna cixarakê ji min re misaede bikin, ez vî bazirganê Helebê û cambazê wan Agop bibînim, ez ê li ser niga vegerîm.”

    Bi quandî vexwarina du cixara şûn de Welî rûyê wî bi ken hat û got: “Heydê em herin.” Bila zaroyên din li vir bin, em dê her sê bi faytonê herin.”

    Welî bihayê pez firotinê hemû tahsîl kiribû, file di danûhistendina xwe de pirr saxlem bûn.

    Her sê tev rabûn û li faytonekê siwar bûn. Zeynel hetanî niha fayton nedîbû. Du hespê nêrê qedene xesandîbûn, xemilandîbûn, şingînî ji zengilê stûyê wan û xişxişkên wan dihat. Her sê derbasî faytonê bûn û rûniştin. Welî û Îbrahîm Axa rast rûniştin, Zeynel paşpê rûnişt. Welî li rûyê Zeynel mêze kir û got : “Hehey min gurçika te xaro, çima hewqas şêrînî lo, te ji Xarpêtê hez kir?”

    Zeynel, bişirî û dengê xwe nekir.

    Li siwarbûnê Welî ji faytoncî re got: “Birazê tu yê me bibe Mezrê, mekteba Siltaniyê.”

    Faytoncî got: “Bilabe xalo.” Û qamçiyê xwe hêdî hêdî dawşand ji hespan de. Hespan serî li bakir û birêketinê re kirin fire-fir. Herçi hespan badidan meşa xwe, çinge-çing ji xeml û zengilên wan dihat. Fayton ji deriyê Xarpêtê piçûk derket û serberjêrê Mezrê bû. Rêya mezrê ser nişûb bû û bi fitil bû, loma hêdî diçû.

    Bi rê ve faytoncî got: “Wele dinêyê xira bibe.”

    Îbrahîmê Talo got: “Wah, Çima qurba, çi tir bûye dinê dike xirabibe, tofan dike rabe, erd dike biheze, yê çi bibe? Te çi bihîstiye?”

    Welî hêdîka ji Îbrahîm Axa re got: “Ez zanim ew seba çi wer dibê.”

    Faytoncî got: “Apo qurban ma dinêyê seba çi xira nebe, file me hemû zaroyên xwe qîz law tevhev dişînin mekteban, mamosteyên wan hemû ji der ve hatine, dibên hinek ji Emerîka, hinek ji Frengîstanê hatine. Merû nizane di nav mektebê de çer dikin, hilboqiya li dar dixin, çi jahrê bela dikin. Hinek mamosteyên wan tew pîrek in. Giş serqot, pî rût, çîp û qûn rûtin.”

    Îbrahîmê Talo: “Law ma mal neket, min jî got qey dike çi bibêje, dinê xirabûna te ev e, ê berxê min tu çima berdikevî, ew ji xwe re zaroyên xwe didin xwendin. Mêzeke, ez va ye lawê xwe ji bo xwendinê ta ji ku tînim, xweziya min bi wan li ber mala xwe dixwînin. ”

    Faytoncî got: “Xalo ji hemû diwêlan merû hatine vir, em wan siwar dikin, dibînin, hinek însan têne vir tew yek car xerîbin, me cara kesên wer nedîtibûn, perê wan pirr e, şevên şemiyê û yekşemiyê şayiya dikin, li cumbûşan dixin, araqiyê vedixwin, pireka didin reqisandin. Tew li derê bajêr li ser kaniyan cî û baxçeyên kêfê çê kirine, jin û mêr hemû bi hev re diçin wir, goşt dibrêjin, araqiyê vedixwin, distrên, bi hev şadibin, bazdidin ser hev. Ma dinêyê hîn jî xira nebe?”

    Welî qisa wî birrî û got: “Xwarziyê min tu jî araqiyê vexwe, kêfê bike, kesî destê te girtiye. Îcar ew ji xwe re dinin hev çi ji te re, tu berdevkê navçîka wan î law, ma qey tu yê destê xwe bi ser navçikê wan dî. Wexta te ew bi rê ve birin ciyekê, heqê te didin nadin, tu ji xwe re li nafaqa zaroyê xwe mêzeke, çi ji te re kêfa wan, dinin hev bira qe dihevnin, çi îşê te pê heye. Mî bi nigê xwe, bizin bi nigê xwe darda dibe, birazî.”

    Faytoncî got: “Xalo xanî û avahiyên mehela Şahrozê hemû wan stendiye, bûye mehela emerikiyan. Wele çaxa em wan dibin ciyekê, heqê riya xwe zêde-zêde didin. Çend hevalê me jî tew çûne ser dînê wan, bûne file, xaç bi stûyê xwe ve kirine. Eşirek dumilya jî giş kokbir bûye file. Tew hinek dikin bi wan re herin Emerika. Heft zaro di stûyê min de ye, ez bi serê xwe be ma, ez ê jî biçûma Emerîkayê. Tixtorên wan belaş li mere mêze dikin. Dermên jî belaş didin me.”

    Îbrahîm Axa got: “ Ê le birazyî min hîn tu dawa çi dikî lo. Tu jî ji xwe re kêfê bike.”

    Faytoncî got: “Xalo ma em nekarin nanê zikê xwe derxin, îcar em ê kêfê bikin, mêrika mîna avê pera dirjînin.”

    Faytoncî dîsa dewam kir, got: “Xalo ma em nekarin zaroyên xwe bidin xwendin, îcar ew bi xwendinê ji me zanetir dibin. Erf û edetê me û wan dûrê hev e, jin û keç hemû ser serqot digerîn, ewê di nava çarşiyê de bazdin ser hev, axlaqê me yê jî xira bibe, paşê Xwedê yê topa xwe li mexe, qiyametê dakeve, emê jî diber arê wan de di cahnimê de bişewitin.”

    Welî got: “Law xwarzê tiştek bi me nabe, tu qet meraq neke, ew bi riya xwe, em bi riya xwe.”

    Faytoncî got: “Xalo raste, lê riya me yê çer ji ser hev vegere, em ê mutleqe li belka guhên hevûdu kevin.”

    Îbrahîm Axa got: “Law xwarzê baqil be, li belkaguhê hev ketin ne tiştekî piçûke, inşela ew roya nê, ji xwe re karê xwe bike, her tişt bi merûtî û bi merûvantî bimeşe xweşe, ji merûvantiyê derkeve xêr tê namîne.”

    Bi qisekirin xwe gihandin ber derê mektebê. Welî ji faytoncî re got: “Li hêviya me bisekine.”

    Hersê çûn hundirê mektebê. Mekteb duqatî bû, beriya wê hindik bû, lê dirêj bû, tenefus bû, şagirtan li der li hundirê hewşa mektebê dilîstin, hemû bi setre pantor bûn û kumsor bûn. Zeynel hîn şal û şapikê wî lê bû. Bi pirskirinê çûn odeya midûr. Midûr li ser sandaliya xwe rûniştibû, maseyek ji dara guzê li ber bû. Hinek defter, kitêb û kaxez li ser masê bûn. Li ser masê hêla rastê şûşa divîtê û pênûsa ji perê baskên qazan hebû. Li jora dîwarê paş midûr rismê Evdilhemîd, li jêr jî resmê Waliyê Xarpêtê Hacî Hesen bi dardabû. Îbrahîm Axa û Welî hîn rûneniştibûn, Îbrahîm Axa ji bêriya xwe nameya qeymeqamê Gimgimê derxist û da dest midûr. Midûr li ser zerfê navê qeymeqam dît û rûyê wî keniya û ji Îbrahîm Axa wan re got: “Kerem kin, rûnin.”

    Midûr mektûb xwend û vegeriya ser Îbrahîm Axa, got: “Ýbrahîm Axa tu yî?”

    Îbrahîm Axa got: “Erê ezim midûr beg, ev jî kurê min Zeynel e, name ji bo wî ye.”

    Midûr li Zeynel mêze kir û jê re got: “Hila rabe ser piya kurê min.”

    Zeynel rabû ser piya. Şûfa Zeynel pirr xweş dixuya. Bi bejna xwe, bi sifetê xwe yê şêrîn Midûr pirr jê hez kir. Midûr ji Zeynel pirs kir: “Tu çend salî ye?”

    Zeynel got: “Ez deh salî me.”

    Midûr got: “Baş e, tu ne pirr piçûkî ku em li te biheyirin, tu yê li mektebê rakevî, li mektebê nan bixwî, şuştin veşuştin a te yê li vir be, hetanî serê havînê tu yê li vir be, tu yê tahamul bikî?”

    Îbrahîm Axa got: “Wey, Midûr beg qey me seba xwendinê aniye ber destê we, çiqas lawê min e, hewqas yê we yi jî, wa ye ser sed telebeyî re heye, yên xelkê çawa dibe Zeynelê min jî wê wisa be. Ji hêla baqilbûyinê û terbiyebûyinê bêqisawet bin, Zeynelê min pirr hêja ye.”

    Midûr ban katibekî kir û jê re got: “Zeynel bibe qeyda wî çê bike û wirîne, ew ên herin Xarpêtê jê re cil û wekî din çi hewcê be bistînin û êvarî dexîlê me be. Ji aşxanecî re jî bêje, bira li masekê ji wî re jî cî çêbike.”

    Katib, Zeynel da pê xwe û bir şûn de midûr got: “Îbrahîm Axa te pirr baş kiriye lawê xwe aniye, em çiqas ji beg û axleran re dibêjin zaroyên xwe bişînin, lê ew naşînin mekteba me, nîvê xwendevanên me êtam in, bêkesin, em dixwazin hinek însanên hal û wexta wan rind, dewlemend ew jî zaroyên xwe bişînin mekteba me. Qenekê vira qedandin bira îcar bişînin darilfinûna Stenbolê.”

    Îbrahîm Axa got: “Midûr beg mekteba we çend sale, mekteba we quta bike îcar dikare here kîjan mektebê.”

    Midûr got: “Mekteba me jixwe va penc sale ku vebûye, aniha pênc sal e, wê îsal ji pê re bibe hişt sal, quta bû şûn de li Stenbolê, herbiye heye, darulfunûn heye, di darilfunûnê de tibbiye, beytariye heye, dikare here wan mekteban.”

    Îbrahim Axa got: “Wele waye rind e, ez dixwazim kurê min here li Stenbolê bixwîne, midur beg mesrefa me çiqas e?”

    Midûr got: “Ji bona salekê em donzdeh banqinota distînin, hûn zêde pera medin ser Zeynel, xerciya wî li cem Welî Efendî deynin, em hew roja îniyê destûrê didin wan ku herin Xarpêtê, bigerin, ihtiyacên xwe bibînin û êvarî vegerin.”

    Katib û Zeynel tev vegeriyan oda midûr. Katîb got: “Midûr beg qeyda Zeynel temam, ev fîşê wî yê qeydkirinê ye, min bir ciyê raketinê, qaryola wî rêdayê û qifila dolaba wî jî dayê, li sinifan, yêmekxanê û mutalaaxanê jî gerand, hertişt rêdaye, rewş berkemal û temam e.”

    Katib fîşê qeydkirinê danî ser masê û li ber midûr xweş kir. Midûr li fîşê mêze kir, kêmanî tê tunebû. Midûr li ciyê Tarîxa qeydkirinê 5 ê Îlonê sala 1888an nivisî.

    Midûr ji katib re got: “Temam tu here oda xwe, xedemeyan temî bike ku Zeynel êvarî hat bira derî lê vekin û cî rê bidinê.” Midûr vegeriya ser Zeynel: “Zeynel êdî tu emanetê me ye, tu seba xwendinê hatiye vir, tu yê bavê xwe fedîkar dernexî, temam.”

    Zeynel him serê xwe hejand qebûl kir him jî bi dev got: “Temam.”

    Îbrahîm Axa, Weliyê Ciwarikî û Zeynel tev rabûn xatir ji midûr xwestin, Zeynel çû destê midûr maç kir. Midûr kêfa wî hat, fam kir ku Zeynel bi terbiye ye û baqil e.

    Dewam di hejmara bêt de

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: mehname@yahoo.com
    Contact us: mehname@yahoo.com

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.