Pêşgotina weşandina nû
Min WENDABÛN di sala 1985an de nivîsand û di destpêka 1986an de ji Enstîtuya Kurdî ya Bonn re rêkir. Pirtûk bi inîsyatîva enstîtuyê ji aliyê weşanxaneya Varlag für Kultur und Wissenschaft de, di sala 1987an de, hat weşandin. Dema ez di mehên destpêka 1988an de çûm Bonn ez pê hesiyam ku hema-hema tevahiya hejmarên pirtûkê hîn li weşanxaneyê ne çimkî enstîtuyê pereyên çapkirina wê nedane. Weşanxaneyê tenê hejmareke bi sînor ji pirtûkê dabû enstîtuyê û li benda girtina pereyên xwe bû. Di heman demê de komeke ser bi PKK ve, bi encama kombûneke ku tê de serokê enstîtuyê ne beşdar bû, enstîtû bi dest xist û dirêj nekir Enstîtuya Kurdî ya Bonn li holê nema. Min 200 heb ji pirtûkê bi pereyên xwe ji weşanxaneyê kirrîn, hinek ji wan dan çend rêxistinên kurdî yên li Ewropayê û çend heb jî wek diyarî dan hevaline xwe. Wisa jî dikarim bibêjim ku WENDABÛN bi şêweyeke berfireh nehatiye xwendin.
Li dû nivîsandina pirtûkê bi dora 20 salan ez wê ji bo malpera MEHNAME amade dikime, bi hêviya ku beş bi beş bihêt weşandin. Ta ji dest hat min nivîs wek orijînala wê hîşt, lê gellek şaştiyên rêzimanî û nivîskî hatin serrastkirin û heye ku li hinek şûnan çend guhertinên din jî hebin.
Min dil heye xwendevê hêja haydar bikim ku di dema xwendina berhemê de salên 60an, 70yan û nîvê yekem ji 80yan bide ber çav. Di nav 20 salên derbas bûnî de bêguman gellek guhetinan li cîhanê, Kurdistanê û di nav civata kurdî ya li derve de cîh girtin. Xwendevan dikare li gor xwe naveroka pirtûkê şîrove, yan analîz, bike. Bêyî guman ew ê balkêş bûya heke mirov bikaribûya ji bokyê çîrokê bipirsiya ka dîtina wî di derbarê van guhertinên di nav 20 salên çûnî de cîh girtinî çi ye, lê heye ku baştir be xwendevan bi xwe vî karî biavêje ser milên xwe û guhertinên van salên dawîn bide hember ramanên di berhemê de hatinî diyarkirin.
Bi hêviya ku berhem bibête dilopeke di nav deryaya çanda kurdî de û bikaribe piçek sûd bigihîne rewşa gelê kurd.
Şahînê Bekirê soreklî
22/11/2004
Pêşgotina çapa 1em
Jin mê ne, peya nêr in, kal û pîr ixtiyar in û mindal zarok in. Lê ez? Ez jî mirovekî ku berê dîn bûm û ber demek ne weqa dirêj ez tew ji dînan dînekî wendabûyî bûm.
Diya min bi rehmetî digot, “ Şora pîr û kalan li xweşiya gêncan nayê.” Ez dizanim ku axiftina dînan jî li keyfa baqilan nayê, Iê ev ne problêma min e. Min çîroka xwe bêpere daye mvîskêr, li dû ku wî ji min re sond xwar û kaxezek îmze kir ew ê nav û navnîşana min nixamtî bihêle.
Ev çîroka di nav destên we de di eslê xwe de li ser kasêtan hatibû tomarkirin. Nivîskêr soz da ku ew ê tenê hin guhertinên di derheqê zimên de, lê ne guhertinên xwebêjî, di çîroka min de bi cîh bike. Ger ew sozê xwe bi cîh wîne heye ku beşine çîrokê hinan bixeyidînin, lê wek dibêjin, “Yê erebanê bajo mecbûr e ji tir û fisên bêrgîr jî tehmûl bike.”
Wa ye nivîskar li ser min sekiniye û dibêje bila ez pêşgotina xwe dirêj nekim. “Xelkê me ji pirtûkên qalind hez nake,” dibêje nivîskar, “Zatî bêyî pêşgotin çîroka te dirêj e,” dibêje. Lê ez guh nadim wî, ez ê bi ya xwe bikim. Ez dizanim, ew newêre min hêrs bike. Ma kî rojên îroj çîrokan bêpere dide kê?!
Heke çîroka min, yan beşine wê, hinan li min biqeherînin, sedem ê ew be ku min ew pêşkêşe welatiyên xwe yên sedsala bîst û yekemîn kiriye, ne yên îroj, lê nivîskar dixwaze wê zû bide çapkirin. Mirovên wek wî bi dirêjî ji welêt dûr mane û xwebêja sebirê ji xwe bîr kirine…
Xwediyê çîrokê (1984)
WENDABÛN
Beş 1
Qazeke kûvî bi hemî hêza xwe bizava xweazadkirina ji gerrekê dikêye. Qanadên wê giran bûne, hêtên wê sist bûne, hişên wê belav bûne. Rewş ya mayîn û nemanê ye lê dîsa jî ji dest nahêt der ku hişên xwe bicivîne ser hev da ku tevdêreke mentiqî têxe planê û xwe ji vê belaya hatî serê wê azad bike. Piçekî ji wê wê de tîmsahek laşê xwe yê giran di nav ava rûbarê de dilivîne û ber bi wê diçe. Diranên wî yên tûj bi tevahî xuya dikine, tu dibêjî qey dikenêye. Vê sibeyê bi rojhelat re nêçîrek li pêş çavên wî ye, qazeke qelew di nav gerreka kêleka rûbarê de ketiya dehfa xweristî. Wisa bi hêsanî lawirek nedikare li van der û doran zikê xwe tiji bike, loma tîmsahî kêfxweş e; ew nêzik dibe, laşê wî hîn di avê de ye, pişt û serê wî baş xuya dikine. Av, gerrek, rûbar, dar û mitên vê şûnê û pişta tîmsahî laşê diya Rajî tînin bîra min.
Rajî wek bav û kalên xwe rencberî ji xwediyê gund re dikir. Diya wî jê tika kiribû ku li dû mirinê termê wê li kêleka çemê Ganga bişewitîne û xweliya ji ber termê wê mayî biavêje nav ava wî ya pîroz da ku ew bêyî pirs û bersîv bikaribe xwe bigihîne behuştê; ya hîn baştir, di jiyana xwe ya duyem de têkeve nav rewşeke ji ya jiyana derbas bûyî baştir. “Kurê min,” gotibû diya Rajî, “jiyana min jan bû, bila mirina min jiyaneke nû bide min. Min çi xêr ji vê cîhanê nedît; hêvîdar im jiyana min ya duyem di cîhaneke xweştir de be. Dema ez bûm bûk û ketim hindir mala bavê te dapîr û metên te sê-çar caran hema hindik mabû ku min bikujin. Li min dixistin û digotin, “Tiştê te ji mala bavê xwe haniye bênerx e, qelenê te çi xêr negîhand malbata me.” (1) Carekê li ber argûnê nên agir berdan kincên min. Heke bavê te di wê deqê de xwe negîhandiba min, ez ê bi zindî hatibûma şewitandin. Li dû jidaybûna te bi heft salan bavê te xatir ji jiyanê xwazt. Bi ya meriyên bavê te bûya min ê jî di eynî rojê de dest ji jiyana xwe berdabûya da ku destê xwe têxista destê wî û em li gel hev derbas jiyana duyemîn bibûna (2). Tirs ket dilê min, û ji bo xatirê te jî, ez qayîl nebûm. Ji wê rojê û şûn ve nefreta wan li hember min duqat bû, lê min ê çi bikira, jiyan riya xwe her didomîne. Roj her hiltê û diçe ava, roj û şev xwe li ber hev diguherin, zarok xort dibin, ciwan dibin jin û peya û dû re pîr û kal. Wek tu dibînî, wa ye ez pîr bûme û nuha mirin bi min ve dixewine. Dema ew roj hat tu termê min têxe erebana me, wê li dû her du mangeyên êxe girê bide, laşê min bigihîne kêleka Çemê Ganga, bişewitîne û xweliya ji ber termê min mayî biavêje nav ava pîroz. Dû re bi dilekî tiji bextewerî li zar’zêçen xwe vegere û bibêje wan ku dapîra wan xwe gîhand jiyaneke baştir.”
Ew roja hat û divabû Rajî sozê xwe bi cîh bihaniya. Êzing rojên îroj li Hindistanê buha ne. Pereyên di beriya wî de têre wan êzingên ku bikaribûna termê diya wî bikirana xwelî nedikirin. De Rajiyê bextreş ê çi bikira?! Li ber wî çi rêçikên din nebûn ji bilî ku bi pereyên di beriya xwe de êzingên bi wan dihên kirîn bikire, hinek kaxez û paçik û lastîk têxe binê wan, termê diya xwe li ser wan ramedîne û êgir berde wan.
Rajî û jina xwe dest bi kirina duan kirin, bi hêviya ku agir lêş bike xwelî, lê wek her kes dizane duayên belengazan zû bi zû nahên guhlêdan. Heke êzing pirr bûna dê bêyî dua jî laş bikirana xwelî, lê ew hindik bûn û wisa jî laşê pîrê wek pirraniya laşên belengazan tenê hat birajtin. Rajî û jinê neçar man laşê nîvşewitî rakin û biavêjin bin rehmeta ava Çemê Ganga. Bêyî ku li dû xwe binihêrin herduyan berên xwe dan gund û dema gihîştin mala xwe bi zaroyên xwe re gotin ku dapîra wan xwe gîhandiye şûneke ku tê de tenê xweşî û bextewerî hene.
Li ser ava beşekî ji Çemê Ganga qertelên bêwûjdan li ser laşên nîvşewitî veniştibûn û dinnikên xwe di goştê li ser wan mayî de çik kiribûn, ew dixwarin.
* * *
Tîmsah hindik maye diranên xwe di goştê qazê de çik bike; êdî ji avê derketiye û nêzikiyê li qazê dikêye. Ew baş dizane ku rizgarbûna qazê ji wî tune.
Hişên qazê nema êdî weqa ji hev belav in, bi tevahî bi livandina tîmsêh re ne: Gelo va zalima dê min çawa bixwe, çito daqultîne? Ew ê min bi carekê ve têxe devê xwe yê mezin û bi diranên tûj bihêre, lê carê beşekî ji min qut bike û bixwe? Gelo ez ê zû bimrim û ji vê rewşê azad bibim, lê dereng û di nav jan û êşê de?
Tîmsah û qazê çavên xwe di çavên hev de qîq kirine, yek dikenêye û yek keserên kûr dikişînêye. Devê yê mezin ji hev vedibe û laşê ya biçûk dikeve bin rehmeta diranên tûj. Deng bi qazê nakeve. Xwîna germ û goştê nerm pirr li xweşiya tîmsêh diçin. Dîsa kenekî sivik ji devê wî xewan dibe û hêdî-hêdî ber bi avê dixuşe. Li şûna qazê tenê sê-çar perên şikestî dimînin.
Bêçarebûna qazê rojeke ji rojên zarotiya min dihîne bîra min. Di nav xelkê de belav bû bû ku ji bo pîrozkirina cejna remezanê keçpehlewanek ê roja yekşemê li ser sînorê di navbera Tirkiyeyê û Sûriyeyê de, li bajarokê ku bi danîna wî sînorî re bû bû yekî ji du beşan, di temaşeyeke pehlewanî de cîh bigire. Xizman hev û din agahdar kiribûn ku ew ê wê rojê ji xwe re bikin fersend da ku tê de hev bibînin.
Roja cejna remezanê bi hezaran jin û mêr, pîr û kal, zar û zêç bi qayilbûna berpirsiyarên li her du aliyên têlên bi stirî kom bûn. Pirraniya wan ne ji bo dîtina pehlewanê, lê ji bo dîtina meriyên xwe hatibûn wir. Mirovan bang xûşkan, bran, pismaman, dotmaman, apan, xalan, brazêyan, xarzêyan, bixaltiyan û amojinan dikirin; zarokên xwe raber hev dikirin, geh dikeniyan, geh digriyan. Di destpêkê de leşger li her du aliyan jî sêreg bûn, lê dema wan dîtin ku sînor û têlên bi stirî jî nedikaribûn vî gelî ji hev veqetînin, wan xwe xistin nav Kurdan û ji wan xwaztin ku bila rêzê bidin hebûna sînorî, lê welat welatek bû û kesên li wir beşdar yên hev û din bûn. Sînor bi kesekî ve xuya nedikir û wan ji ser têlên strî re destên xwe dirêje hev û din dikirin, bi hêviya ku hema dest bigihên destan. Wan xwe di nav hestên gola hezkirin û hevdîtinê de wenda kiribûn, ketibûn nav xewn û xeyalan. Li beşê Tirkiyeyê leşgeran Kurd wek dewêr dan ber xwe, paş ve vegerandin. Li aliyê sûrî cendirmeyekî bi navê Miskîn, xêzeranekî dirêj di dest de, ketibû nav xelkê, şiva xwe çep û rast diavêt, jin û mak û koka Kurdan hanînîbû çar qurşan. Kesekî tew nedihanî bîra xwe ku hema xêzeranê wî ji dest bikişîne.
Miskîn şeş salan di nav Kurdan de ma. Kesekî nediwêribû li çavên wî mêze bikira, yan di derheqê neheqiyên wî de gilî bikira. Bextereşo mêjiyo! Gelo çima rewş weha bû?! Ew Kurdên bajêr û derdorê, yên ku ji bo sedemên nahên bawerkirin mirin û talan û girtîgeh didan ber çavan û salê bi dehan ji hev û din dikujtin û brîn dikirin, çavên xwe berdidan erdê dema Miskîn di ber wan re derbas dibû. Remo, bavê çar xortan, bi destên xwediyên jinebiyekê hat kujtin çimkî dihat gotin ku ew şevekê di ber deriyê wê re du caran derbas bûye. Salekê tew heft peyayên ji du eşîran di nav heft rojan de hatin kujtin çimkî endamê eşîrekê jina xwe, ya ku endama eşîra din bû, berdabû. Wisa bêtirs bûn xelkê vê derverê, li dij hev boke bûn. Miskînê cendirme jî bi xêzeranê xwe yê dirêj diket nav bokeyên hemî eşîran, xirabtirîn û kêmtirîn gotin di derheqê wan de dihanîn ser zimên; gişkiyan şiv û peyvên wî wek şîr û şêkir dadiqultandin!
Jêrenîşe:
1. Li Hindistanê xwediyên bûkê qelen didin.
2. Li gor erf û toreyên kevnar yên Hindosan dema peyak dimir jina wî jî li gel wî dihat şewitandin.
(Didomîne - Beş 2: Di hejmara dihêt de)