Were Adarê were!
Birînê ji ser birînan biçine,
Tovê hêvî û xewnan di xaka cegerdariyê de biçîne,
Konê şîn-nameyan li ber dergehê xwe vegire...
Tabûrên leşkerên Kurdayetiyê
Li ber dergehê keleha te
dûrêzî hev dibin,
Bê vexwendin xwe vexwendî
Govenda şîn û şadiya te dikin.
Were Adarê were !
Bela .... serokê serokan Barzaniyê nemir
Di sînga konê bîranînan de rûne ,
Pirtûka dîroka rojê ji bin şalê xwe derxîne
Û bi serê xencera xwe êş , derd û keserên
Dîroka şîniyên vî welatê birîndar şanî me bike,
Bela ... rêk û şivîlekan di bedena çiyayên astengan
de ji nû li ber me veke û di bin barana dilopên xwînê de
serboriyên rêka azadiyê ji me re bixwîne.
Were Adarê were !
Bela ... destpêka dîlana berf û baranê bi stiran, lawik û
heyranokên me bin,
Bela ... xwendina şalûl û bilbilan ji şîn û şadiyên me bin
Bela ... hatina berbang û êvaran bi ken û girîyê me bin,
Bi girnijandin û ponijandinên me bin,
Bi ketin û serketinên me bin.
Were Adarê were !
Emê bi hev re di bin barana xwîna dîrokê de bimeşin ,
Cîwazya reşbînî û geşbîniyê ...
Li ser zendên cegerdariya mêran
li hev mehr bikin .
Heger em ji rojên te şerm û fihêt ne kin,
Bela ... şermîniya me ji hêsrên serok Mesûd Barzanî be,
Ku ji yekê sibata malwêran ve dêmê wî ziwanebûne .
Dêmê wî ku nexşê Kurdistanê li ser şînhatiye ,
Milê wî ku Alayê Kurdistanê hilgirtiye ,
Hizra wî ku rêbaza Barzaniyê ne mir
Li her çar aliyên dinyayê belavkiriye .
Were Adarê were!
Ava jiyanê ji serê tilîyên Pêxemberên Kurdayetiyê biherikîne...
Wijdanên hişk , ziwa û bêol av bide...
Bela ... nevîyên Beko, Cimo û Nicmo ... xwe tahir bikin...
Bela ... siwarên tozê û reşahiyê...
Xwe hinekî ji qirêj û gemarê daweşînin.
Were Adarê were!
Li ber dergehê dîrokê rûne û binehwirîne:
Hey Felekê xayinê te çima li me wakir
Te mala me xera kir
Te konê me ji nav konana rakir
Te dilê dostan şikan
Dilê dijminan bi me şa kir...
Rûpelên newêrek û derewîn...
Ji nav rûpelên wê jêke û biçirîne...
Bi her sîh û yek rojên xwe bike hawar û qêrîn:
Mane bese ... bejna genimê me bi dasên neyaran tê çinîn.
Ma ne bese ... nanê tisî bi hêsir û xwînê tê nimandin.
Ma ne bese ...
birînên kûr û dijwar bi tif û dijûnan têne kewandin.
Were Adarê were !
Tûrê şîn û şadiyên xwe
Li ser serê Kurdan vala bike ,
Nema xeme ...
Biryara dengê azadiyê yeke nabe dido :
Mahabad muhra me ye
Hewlêr paytexta me ye
Qamişlo vîna me ye
Diyar bekir mala me ye
Were Adarê were !
Çiya ... li ber bahozan na hejin
Asman ... ji dengê berik û bumban na qelişin
Wijdan û mirovantî ... li ber agirê şer û xerabiyê
Naqijilin û nayên sotin .
Emê li ser rêbaza Pêxemberê Kurdayetiyê
Barzaniyê Nemir bimeşin ...
Û li ber hênkaya bayê azadiyê û
Tîna welatê rojê ji Mahabad , Hewlêr ,
Qamişlo û Diyarbekir re bibêjin :
Bîngeha welatan
Mirovin
Û bîngeha mirovan
Zimane
Û zimanê Kurdî
Ji birûnên we re
Xweş derman e
Xewş derman e