Serrûpel Hejmar 63, avrêl 2005

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Helbest
  • Qadir Qaçax: Rêving di gel Melayê Cizîrî
  • Arif Hîto: Stirana perçebûna Zînê
  • Azad Avcî: Tenêtiya li dûv çûna te
  • Bêwar Îbrahîm: Were, adarê, were
  • Welat Kaljîn: Kulîlka welat
  • Konê Reş: Adarê dêmê Qamişlo
  • Lokman Polat: Jin huner in
  • Bêwar Îbrahîm: Bigirî, adarê, bigirî
  • Konê Reş: 59-saliya Komara Kurdî li Mihabadê

  • Stirana perçebûna Zînê
    Dr. Arif Hîto: arifhito@yahoo.com
    Duhok


    "1"
    Tu .. baranek buharan î, mîna heyvê 
    Xo d'guhorî li dîf keyfê 
    Car jiyanê .. d'çavên min da d'çînî
    Car hezên min .. 
    Li ber dergehê girnijînên xo d'mirînî. 
    
    
    "2"
    Pir ditirsim ! 
    xwîna min.., ewa liser lêvên te hişk buy 
    bibîte tûz û ba b'betin
    lêvên min pir têhn û hişkin 
    ka lêvên te ?! 
    
    
    "3" 
    Ez ademim .. û,
    Dêmê te bîstanê darsêvane 
    Dû sêv ji darsêvekê keftin 
    Û.., bi sîngê teve nûsiyan 
    Min destê xo dirêj kirê 
    Evrên asmanî dest qutan .. 
    
    "4" 
    Bişkurînek ter û şermîn 
    Gul geşkirin 
    Û tiblên min, d'gel ruyê hişkê mêzê 
    Yarî d'kirin.. 
    Xeyala min mirîşkeka veqetiyaye ji gundiyan 
    Hêkan d'ket .. 
    Çîçelokên xwîngerm û ezman dirêj 
    Jê d'tirikin !!.. 
    
    
    "5"
    Henasa min jiser lêvên te çik na bît 
    Lêvên te jî bi şermînîve .., 
    Ava triyê rezan d'rêjin
    Ji ber hindêye 
    Pevên evîndar serxoşin!!
    
    
    "6" 
    Tu kaxezî û ez bahurrim 
    Nêzîk be û peşêman na bî 
    Bahurr sîngê germê kaxezane û .., 
    'işqeka azirandî .. 
    
    
    "7" 
    Tena .. bêdeng 
    Li hemberî min rûniştî 
    Ji pirça te, 
    Tîrojkên rojê d'werhin ser çokên te 
    Dilê min kire bendî û.., 
    Hez û pêngavên min kevir.. 
    "8"
    Bulbilekî hêdî dada ser milê te 
    Ji nişkekêve .. 
    Tumkek liser royê te dît 
    Û .. dimê xo dirêj kirê 
    Lê, tumik jiser royê te keft 
    D'dwîfda bulbil 
    Û, şimka te ya bê serbor 
    Ew bulbil hûr kir kire gil 
    Yara min.. ma te ne d'zanî ?! 
    Dilê min bû.. bûye bulbil 
    Jiber te ji sîngê min firî bû 
    Liser royê te yê bê mikiyac nihî bû 
    Te jî d'xemanda gevizand. 
    
    
    "9"
    Ez ji germa rojê bê barim 
    Ez xerîbê maça parim 
    Evrên reş û mişext na peyvin!! 
    Lê, razên me bi keyf û xoşî 
    Liser sîngê asmanî d'leyzin.. 
    
    
    "10"
    Min û rojê  hevrikî bû .. 
    Kîjan ji me, dê berî yê dî te bînît 
    Rojê cîhan kire kanî .., 
    Kanîyeka kesk 
    Û d'herdû çavên te da çand 
    Lê çavê te bulbilek bû .., 
    Liser paniya destê min d'xwand... 
    
    
    "11" 
    Ji biçukatî .. 
    Min û rojê evîniyeka dijwar hebû 
    Û dêmê te d'çavên minda 
    Semayeka işiqgirtiya gerim hebû 
    Pêdivî bû .. tu bibiye roj .. 
    Da tuşî dudiliyê nebim .
    
    
    
    "12"
    Bişkurînek sade û sava 
    Min d'lerzînît wek biçîka 
    Duhî nîvro .. 
    Perwanek sîs lidef min rûnişt .., 
    Dilê min çû hirmîka 
    
    
    "13" 
    Erê rondikên ser roya ciwantirin .. 
    Yan ewên diçavanda?
    Erê hezên nivistî gerimtirin .. 
    Yan ewên d'naf lêvanda? 
    Erê pezên serberday b'bihatirin .. 
    Yan ewên d'naf govanda? 
    Tu b'xodêkey, ma maçên birastî xoştirin .. 
    Yan ewên d'naf xewnanda? 
    
    "14" 
    Ez d'zanim .. 
    Te d'vêt bêjme te – min tu d'vêy- 
    Te d'vêt d'işqa te da b'heliyêm û, 
    Şevbuhêrkên evîniyê li hîvîya dîtna te b'burînim 
     Û .. tu ne hêy. 
    
    "15" 
    Li dumahiyê .. 
    Ez jî weko hemû sîyasîyan .., sîyasîme 
    Her çi parça jiber leşê teve mabît .. min ne dotî 
    Dê keme ristika serbanî û .., 
    Sincatîyê pêve şorkem.  
    
    
    
    
    
    
    
    

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: mehname@yahoo.com
    Contact us: mehname@yahoo.com

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.