Li cîhanê cur cure jin hene
Jinên ku bi hêza evînê dijîn
Jinên ku bi hestên rehmê
Cîhanê xweşik dikin
Jinên ku bi dengên xwe
Mirov di nav xewn û xeyalan de digerînin
Jinên ku bi nivîsên xwe
Hest û ruhê mirov geş dikin
Çawa ku nivîskar bi nivîsên xwe
Jîyan didin kaxizan
Jin bi evîna xwe
Rih didin evîndaran
Jin xwedî huner in
Hunermendên herî jîr in
Westayê evîna dil in
Coşîya hestê rih in
Jin prensesên civakê ne
Taca serê mêran in