Mirina nivîskarê mezin Hunter S. Thompson, ku sala 1937ê li Louisville / Kentucky ji dayik bûye, wek jiyana wî bû, nedîd û lezok . Debançe kire seriyê xwe û teviya cîhanê, li gel navekî mezin, jiyanek xweşik û hemî xweşiyariyên ku ew têda dijiya, li şûn xwe di guvaştinek tiliya xwe da, li paş milêd xwe roja yekşemê 20.02.2005 hêştin. Jiyana wî yariyek kin bû, 67 salên tijî viyan û dilxwezî û xweşmendiyê bûn. Ew çû, lê girekî bilind ji berhemin mezin li paş xwe di gelek kovar, rojname pirtûk û malperan da, wek rêçek dirêj ji mirovatiyek lezok, ji me ra hêlan.
Hunter S. Thompson ne wek rojnamevanên dî bû, Bûyer li ba wî parek ji jînê bû, ew bi terzekî dî bû, ne wek yên hevdemê wî bûn, radiwestiya. Thompson bêjeya “GONZO” “GONZO” di cîhanê da belav kir, û wilo av livand, jîn xist rojnamevaniyê û terazûna dêmenê rojnamevaniya li dar li hev xist. Ket di nav bûyeran da, bû parek jîndar ji wan bûyeran, û her bi lez û bez di nav daristana rojnamevaniyê re, di nav pêlên zireyê peyvê re avjenîn kir.
Di romanek xwe da, ya ku sernavê wê “Tirs û genîbûn li Las Vegas” e, ew xwe tev li qerêjiya jîna wî bajêrê qumar, kabê, keçik, narkotîk, pere û meyxweriyê dike û li ser wê tevlêkirina xwe dinivîse.
Hunter li ser serekê amerîkî yê berê George Bush got, ku ew “Kêzika Gû ye”, li ser serekê kevintir Ronald Reagan henekên xwe bi zewqa wî ya çandeyî kirin, û li ser serekê niha George W. Bush got, ku li hemberê wî Richard Nixon ê kevinperest “Lîberalekî alavbilind” e. Li ba Hunter S. Thompson ji van dijwartir bêje tune bûn, ku rewşa wan pê zelaltir bike. Ji ber zimandirêjiya xwe gelek hat bersûckirin, agirê pir rojnameyan bi ser xwe da rijand û carina çû ber dadgehê, ku bersivê bide; bo çi ew wilo tund û hêrişkare li hember navdarên welatê xwe Amerîka.
Hunter S. Thompson di roman û raporên xwe da pir bi zimanê “EZ” diket nav jînê û hewaldanê. Niviskarekî li ser nivisand, ku ew wek trumbêlek bi lez li çola Nevada, wek Hûtekî Hay di zireyê da, an jî wek kesekî xwe li ser berfê xûş dike, bê rawestan, bê tirs û bê jarbûn, jîna amerîkanan tev li hev dixist û agir berdida “Xewna amerîkî”.
Di sala 1962ê da “The Rum Diary” li ser komek rojnamevanên Puerto Rico li Latîn Amerika, wek pirtûk derket, sala 1998 wek romanekê belav bû, Hunter S. Thompson digot, ku wî destnivîsa wê pirtûkê lêkiribû.
Di sala 1967ê da Hunter S. Thompson xwast egera xweqirkirina giştî ya “Hell’s Angels” bi şêweyekî çandeyî bo Amerîkanan bide têgihîştin.
Sala 1968 Hunter S. Thompson çû bajêrê Chicago, ku li ser rêveçûnên bajêr binivîse. Polîsan li wî da û lew re nivîsand:”Ez çûm wir wek rojnamevanekî û ez vegeriyam wek şorişgêrekî xwînsar.”
Sala 1998 Terry Gilliam romana “Tirs û genîbûn li Las Vegas” kire film û Benicio del Toro sira Thompson di film da lîst. Gelek rexnevanan bi pesin li ser wê xebatê nivisandin, lê hinekan jî bi xeyd û nevîn (kurh) qala niviskar kirin.
Hunter S. Thompson di 18 saliya xwe da hat binçavkirin û du mehan di zindanê da ma. Ew derket û çû leşkeriya asîmanî (Air Force), tenha bo rûçikmendiyê navê xwe li zanîngeha Columbia da qelemkirinê, li genîtirîn taxên New Yorkê Harlem danişt û romanên Faulkner, Conrad û Hemingway ji serî ta bi dawiyê bi tilînivîsê nivisandin, da ji wan fêr bibe hunera romanê. Ew bû gotarnivîsê komika musîkî ya navdar „Rolling Stone“, û li Latîn Amerika û Afrîka li çêrokên rojnamevaniyê geriya. Li Zaîr / Afrîka ji ber serxweşbûnê lîska bokserê mezin M. Ali Clay û Foreman ji dest çû, wî şeva xwe bi xewê li ber golek avjenînê qedand.
Hunter S. Thompson bi salan xwe ji ber rohniya civaka mexmelî bi dûr xist, ew di mala xwe da li nav zinarêd Colorado jiya, kêm kes dikarîn biçûna serlêdana wî, ji bilî Bob Dylan, Keith Richrds, Sean Penn û Johnny Depp, ku lîskvanên filman û hunermend in, têkiliya wî bi xelkê re hatibû birrîn. Li dora wî zeriyên ciwan ên Amerîka diciviyan û hinde caran debançeya xwe li wan çolan bi kar dihanî. Wî carekê bo kovara „TEMPO“ gotibû: [Ez narkotîka „Speed“ im , ku bûye mirov.]
Gelek berhemên wî hatîne wergerandin bo zimanên almanî û firensî jî…