Serrûpel Hejmar 63, avrêl 2005

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nivîsar
  • Bedirxan Epözdemir: Siyaseta kurdên bakur - navek giran, warek wêran
  • Fuad Sîpan: Tirkan rovî û riwekên Kurdistanê jî kirin cudaker!
  • Dilbirîn Şerefdîn: DEHAP bo çi beşdarî xwepêşandanan bû?
  • Cankurd: Nivîskarê ku jiyan avêtiye paş xwe: Hunter S. Thompson (1937 - 2005)
  • Lokman Polat: Helbestvanê evîn û têkoşînê: Nîzar Kabbanî
  • Fuad Sîpan: "Kurdistanek bê Kerkûk gewdeyek bê dil e"
  • Cankurd: Putîn Rûsyayê kûve dibe?
  • Dilbirîn Şerefdîn: Gelo mafên hemî jinan ne yek in?!
  • Fuad Sîpan: Tirk û Ewropî bi hev dikevin!

  • "KURDISTANA BÊ KERKÛK JI BO KURDAN
    WEK GEWDEYEKÎ BÊ DIL E"
    (SAMÎ EBDULREHMAN)
    FÛAD SÎPAN (AKPINAR): fuadsipan@yahoo.de


    KURDISTAN-AMED, 20.03.2005

    Ez ji bo minasebeta Konferansa Navenda Pena-Kurd ku di bin sîwana Pena Navneteweyî û bi alîkariya UNESCO ve hatiye amadekirin, hatim me Amedê. şaredariya Amedê jî mêvandariya vê Konferansê dike. Min îro di nûçan de bihîst ku Kurd û şiî di pirsa Kerkûkê de li hev kirine û dê Kerkûk di sînorê Federasyona Kurdistanê de xwedî statûyeke taybet be. Ev xeber xebereke dîrokî ye û hîmê ku Melle Mistefa Barzaniyê mezin bi bîr û baweriya Kurdayetiyê avêtibû bi ser ket. Gelê Kurd bi saya serê wî û pêşmergeyên qehreman êdî xwediyê dilê xwe Kerkûkê ye.

    Şehîdê nemir Samî Ebdurehman beriya şehîdbûna xwe di gel rojnama Swîserland de li ser Kerkûkê wiha dibêje:

    ”Kurdistan ohne Kirkuk, das sei wie ein Körper ohne Herz, sagte Sami Abdul Rahman in dem Gespräch.”

    05.02.2004

    (Kurdistana bê Kerkûk, wek gewdeyekî bê dil e)

    Û Samî Ebdurehman wiha berdewam dike, ”

    Man könne von den Kurden in vielem Zugeständnisse erwarten, sagte Sami Abdul Rahman vor einiger Zeit in einem Gespräch. Nur nicht in der Frage von Kirkuk.

    (”Mirov dikare ji Kurdan li hêviya gelek tawizan be, lê ne di pirsa Kerkûkê de.”)

    Û Samî Ebdurehman berdewam dike wiha dibêje: Wenn heute AraberInnen in Kirkuk unter der Lösung «Kirkuk ist arabisch» demonstrieren, dann legen sie den Finger in die historische Wunde der KurdInnen. Kirkuk mit seinem Ölschatz ist für sie nicht nur eine Frage des ökonomischen Überlebens. Vielmehr geht es ihnen um die Wiedergutmachung von jahrzehntelangem Unrecht.

    (“Ger îro Ereb li Kerkûkê ji bo çareseriya Kerkûkê dimeşin û dibêjin, ‘Kerkûk bajarê Ereban e’, ew bi vî awayî tiliya xwe di birîna dîroka Kurdan re dikin. Kerkûk bi xezîneya xwe ya petrolê ji bo Kurdan ne tenê pirsa li ser piyamayîna aborî ye. Bi piranî daxwaz ew e ku neheqiya bi sed salan e bi Kurdan hatiye kirin bêye telafîkirin.”)

    Ev hevpyevîna bi şehîdê nemir Samî Ebdurehman re di 05.02.2004an de di rojnama Swîserland Die Wochezeitung de hatiye weşandin.

    Di pirsa Kerkûkê de armanca Kurdan ya yekemîn ne petrol e. Petrol daxwaza dawiyê ye. Kerkûk dilê Kurdistanê ye û manewiyata wê ji bo gelê Kurd di ser her tiştî re ye.

    Xewn û xeyalên Lehengên Kurd Melle Mistefa Barzan û Samî Ebdurehman bi cih hatin, ew Lehengên Kurd dê êdî di goristanên xwe de bê xem razên.

    Ev xebera xweş di vê NEWROZA sala 2005an de li gelê Kurd û Kurdistanê pîroz be.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: mehname@yahoo.com
    Contact us: mehname@yahoo.com

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.