Kuştina serekê Çaçanan Aslan Masxadof îsal ji aliyê Ûrisan ve û derxistina bi sedan laşên kuştiyan ber çavêd cîhanê, wek bêrûmetkirina netewekê li ba kesên hişmend li her derekê hat dîtin. Eve wek tûjkirina polîtîka îşkencekirin, talankirin, nijadkujî û tunekirina gelê Çaçananî ye, û wilo rê li ber lêdanên têrorî yên “Jinebî yên Reşgirêdayî” vedike, weku wan lêdanên li Moskow û Belsan berî niha bi demekê çêbûne.
Li gor baweriya gelek çavdêrên cengê li Qefqasiya Putîn temenê cenga Çaçanistanê dirêjtir dike, ew cenga ta niha bêtir ji 180.000 kuştî yên wê hene, ji wan jî 42.000 zarok in, û ew dirêjtirîn ceng e di dûroka Ewrûpa ya nûjen da.
Serekê encûmena Almanî-Qefqasî Ekkehard Maass dibêje, ku armanca Ûrisan ewe, ku Çaçanistanê ji Çaçanan û Qefqasiya ji Qefqasan vala bikin. Eve pçekî nakeve mejiyan, lê belê ne dûr e, ku rojekê Putîn wek Mîlosovîçê sirbî an wek Seddamê erebî bi gunahê nijaqirkirinê li ber dadgehek mafên mirov û kiryarêd hovane yên cengê raweste û bite tawanbarkirin.
Alêksander Yakovlêv (81 salî), ku wek mejiyê Pêrêstroyka û wek “Mr. Glasnost” tê navkirin û demek dirêj jiyana xwe di polîtîka rûsî da qedandiye, di hevpeyvînekê da, roja 13ê Avdarê 2005 li gel rojnameya almanî ya navdar (Frankfurter Allgemeine –FAZ) dibêje, ku Putîn 5 salên fermanfariya xwe ji dest xwe berdan, zimanê wî xweşik e, lê karê ew dike bervacî daxwazên neteweya rûsî ye, ew Rûsiya ber bi paş ve, ber bi dîktatoriya yekpartînî va têvedide. Li ba welatên rojavayî jî gaz ji moralê giringtir e, ewan li hember wî anawestin û ev jî şaşiyek mezin e.
Li Rûsiya qeralên herêmî bi rêya talankerî, bertîl, kuştin û devmisdana rojnamevanan, hêzdartir dibin, aboriya rûsî tev li hev dikin, gel ji rewşa niha hîç ne razî ye û ne dûr e, ku rabûnek xwînî çêbibe. Li Rûsiya ne wek li Okrayîna ye, amadebûna bo şerkirinê û derketina dij zagonê di nav gelê Rûsiya da berbiçav e.
Televîsyona rûsî ya fermî bi şêweyekî ne baş li ser rewşa Okrayîna paş serhildana gelê wir dipeyive, lê li gor dîtina Alêksander Yakovlêv eve dilê gelê rûsî xweş dike, lora ku ew ji televîsyona fermî bawer nake û dizane, ku rastî tersî gotin û belavkirinêd wê ye.
Ev hişmendê mezin demek dirêj diplomat bû û wek binmilê Gorbatçov bû û pîlankarê Nûkirina Rûsiya bû. Di cenga cîhanî ya duwê da çar qurşîn li wî ketibûn, ew dudiyan ji wan li ser Hitler û dudiyan li ser Stalin dijmêre, ji ber ku ew herduka tawanbar dike. Ji ber karê A. Yakovlêv yê niha, ku têkiliya wî bi qurbaniyên dema komonîzmê re heye, ew bi dilekî xemgîn li ser koçkirin û qirkirina sedhezaran ji mirovan di bin alaya sor da, radiweste. Ew dibîne, ku Stalin wek rêheval û hostayê xwe Lênîn têrorkarekî mezin bû.
Putîn jî di polîtîka xwe da li hember gelên Qefqasiya hovîtiyên nedîtî kirine û hîn jî dike, û di polîtîka xwe ya giştî da dij bi mafên mirov û dij bi çareyên demokrat dixwaze ji xwe re sazmanek totalîtêr û hozbaz avabike.
Di demên pêş da, tenha gelêd Rûsiya ji ber vê polîtîkê ziyanê digirin û ji cîhana azad û pêşkeftî bi dûr dikevin, li şûn dimînin.
Kesekî wek Putîn wê ne hevalê gelên bindest be, wê li azadiya hejar û binzoran xwedî dernekeve û wê armanca wî ya sereke ewe be, ku bêtir çek û debanan bifiroşe sazmanên dîktator û li kesên wek xwe bigere, ku bi xwe ve girêbide. Dan û standina wî jî bi Rojava re bo xortkirina hêza wî di Rûsiya da ye.
Rûsiya wek diyar dibe di rêya Glasnost û Pêrêstroyka da gavin mezin bi paş va davêje, ev jî di saya tengmejiya Putîn û hogirêd wî da çêdibe.