Kurd ne tenê mêrkuj in, rexnekuj in jî. Peyva “rexnekuj” cara pêşî ji alî Evdile Koçer ve, di pirtûka wî ya bi navê “Govendistan” de hat bi kar anîn. Herçiqas di axaftinên rojane û sohbetan de, dema behsa rexnegiran dibû, min jî û hinek nivîskarên din jî, ji bo hinek rexnegiran, me digot “ew rexnekuj in.” Lê, bi nivîs, min bi xwe vê peyvê bi kar neanîbû.
Hinek rexnegir bi rastî jî rexnekuj in. Li ser navê rexnê, rexnekujî dikin. Mirov dema li nivîsên rexneyî yên rexnekujan dinêre vereşana mirov tê. Gelek kes hene ku bi rastî jî ji rexneyê fêm nakin, qîmet, rûmet û girîngiya rexneyê nizanin, ji bo ku hesûd in, çavnebar in, dilreş in, rexnekujî dikin û çi tê devê wan dibêjin.
Helbet pêwîstiya edebiyatê, berhemên edebî herdem bi rexneyê heye. Lê, divê rexne şêker be, ne xirabker be. Helbestvanekî ji bo rexnegirek -hûn rexnekuj bixwînin- van gotinên balkêş gotiye : “ Ji wî mirovî birevin. Gez dike. Lewra rexnegir e(!)” Bi min, kesên ku gez dikin, ne rexnegir in, rexnekuj in.
Divê rexne ji dîtina rastiyê re xizmet bike. Ev xizmet bi dilreşî û hesûdiyê nabe, bi dilpakiyê dibe. Rexnekuj wek sydvanan -nêçîrvanan- in, berhemê dikûjin. Ew carna dev ji berhemê berdidin, dikevin nêçîra nivîskar û nivîskar bi xwe dikujin.
Kultura rexnekujan li ser bingeha hesûdî, fesadî, çavnebarî û dilreşiyê ava bûye. Di dilê wan de xirabî şax daye. Di heş û mejiyê wan de ji xeynê xirabiyê tiştek din tune. Hizr û ramanê wan, mentalîteya wan tim ji bo xirabiyê ye.
Yên rexnekuj ji bo nivîskar neçar bihêlin, wî pîs bikin, biçûk bixînin û berhema wî bikujin çi ji destî tê dikin. Heger ji destê rexnekuj bê, dê berhemê bişewitîne û nivîskarê berhemê defnê gorê bike.
Tu dibêjî qey şeytan ketiye ruhê rexnekujan, di mejiyê wan de cih girtiye, ji xeynê xirabiyê, rexnekuj tişteke din nafikire. Rexnegirî karekî hêsan nîn e û karê herkesî jî nîn e. Ew kesên ku xwe rexnegir an pisporê (!) edebiyatê dihesibînin, divê pêşî fêr bibin ku rexne û rexnegirî çi ye? Mirovê ku dirust nebe, bêalî anku objektîf nebe, zana û xwendevanekî baş nebe, haya wî ji edebiyata cîhanê tunebe, nikare bibe rexnegir. Hinek rexnegir hene, belkî di umrê xwe de çar roman nexwendine, pirtûkên teoriya edebiyatê qet nedîtine, li serê me bûne rexnegir.
Rojek nivîskarekî pirtûka xwe da min û got : “Ez pirtûkê didim te, lê divê tu miheqeq bixwînî ku ez zanibim waye yekî pirtûkê xwend.” min got : “Çima qey kesek pirtûk naxwîne.” Wî bersîv da û got: “Na, naxwînin. Ji xwe pirtûkên kurdî qet naxwînin. Mirov pirtûk diweşîne, tu kesekî li ser pirtûkê nivîsek nanivîse ku mirov bizanibe waye pirtûk hatiye xwendin, li ser minaqeşe tê kirin. Divê nivîskar bizanibe ka ew pirtûkê çawa dinirxînin.”
Min got : “Her pirtûk pir an hindik tê xwendin. Lê, ji bo li ser nivîs bêne nivîsîn, ew jî karê rexnegiran e. Divê rexnegir pirtûkê bixwînin û binirxînin.”
Yê nivîskar got : “Ka rexnegir? Rexnegirên kurd tune ne.”
Min jî got : “Rexnegir tunebin jî, rexnekuj hene.
Gotina min a “rexnekuj” bala wî kişand. Ew ji xwe re hinek fikirî û got : “Belê, rexnekuj hene. Lê, Xwedê hîvza mirov ji wan bike.”
Dema rexnegir tunebin an jî hebin lê bêdeng bimînin, nenivîsin, meydan ji rexnekujan re dimîne.