Keçkê canê ev çi ecêba giran bû te bi serê min de anî?
Te hişê min belav kir aqil ji serê min deranî
Te ez birim dîwana mîran û maqûlan
Te ez kirim hêsîr û dîlê wî zemanî
Keçkê canê bisk û guliyên te ser sûretê te de girtî sîwan
Min bihîstî tuyê hatî mala babê min bûyî mêvan
Ezê bikevim pexela kewa gozel
Heta serê sibê bimijim her du lêvan....
(Ji devê Xalê Birê)
Dengbêj û dengbêjî di dîroka wêjeya kurdewarî de roleke berbiçav lîstiye û hîn jî ev peywira wê ya girîng didome. Lê mixabin dengbêjan heta niha ji xwe re tu nirx nedîtine. Piraniya wan ji birçîtî, feqîrî û li xerîbiyê koça dawîn kirine. Ew her tim ji aliyê civaka kurd ve kêm hatine dîtin. Digel ku ew wekî wêjeya kurd a zîndî ya devokî têne nasîn jî, her tim bêsiûd û bêşans mane, çerxa felekê ji wan re çep ziviriye.
‘Birahîmê Newrozî’ ango ‘Xalê Birê’ yek ji wan dengbêjên me yên bi nav û deng e. Birahîmê Newrozî bi xwe ji rojhilatê Welêt e. Ew ji Gundê Coniyê yê bi ser bajarê Urmiyeyê ye. Xalê Birê, li Rojhilat û li herêma Serheda Bakur di nav civathez û kilamguhdaran de şop û rêçeke zindî û bihêz hiştiye..
Xalê Birê bi salan di ‘Radyoya Urmiyeyê’ de bi dengbêja jin a bi navê ‘Îranxanê’ re bi dengê xwe yê xweş coş dane gelê kurd û çanda kurdewarî parastine. Her wiha ev ciwanmêrê çanda kurdî, li Rojhilatê welêt, ne bi tenê wekî dengbêj; her wekî partîzan û şoreşgerekî berxwedêr jî hatiye nasîn. Wî bi salan pêşmergetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-Î) kiriye.
Li hêla din taybetmendiyeke wî ya din jî ev bû ku yek ji dostên qedîm ên Mala Simaîl Axayê Şikak bû jî. Xalê Birê, wekî serdeste û berdevkê Tahir Xanê kurê Simkoyê Şikak jî dihate zanîn.
Li gorî ku min ji çend rihspiyên Urmiyeyê pirsî, Dengbêj Xalê Birê, di maweya dengbêjiya xwe de nêzîkî hezar heb stran gotine. Şayanî pesindanê ye ku ji van stranan nêzîkî (600) şeş sed stranî yên wî bi xwe ne ango wî bixwe çêkirine. Her wiha wî nêzîkî sê sed (300) stranên xwe di Beşa Kurdî ya Radyoya Urmiyeyê de xwendiye ku niha jî ev kilam di arşîva radyoyê de dimînin. Beşek ji wan stranan di Beşa Kurdî ya Televîzyona Mehabadê de niha jî têne weşandin. Mixabin ku piştî Şoreşa islamê ya 1979’an ku bi serdestiya Ayetullah Xumeynî pêk hat, bernameya radyoyê ya beşa kurdî hate guherîn û stran jê hatin derxistin..
Xalê Birê li gorî dengbêjên din ên welêt bi şanstir û jîrtir bû. Ji ber ku ew xwedî malbateke xanedan û mezin bû. Wekî berê jî hate gotin, ew ji qewmê Simaîl Axayê Şikak bû. Lewre gel gelek rêz û hurmet nîşanî wî dida. Piştî ku ew bûbû pêşmerge, qedrê wî zêdetir bûbû. Xalê Birê ji sala 1978’an heta sala 1993’yan pêşmergetiya PDK-Î’ê kir.
Malbata wî her tim diçûn zozanan û Gundê Balekanê. Ligel ku wî stran li ser xweza û xwarinên Balekanê çêkirine, her wisa jî li ser keçikan jî çêkirine. Li gorî Rojnameger û Wergêr Îkram Balakanî yê Urmiyeyî, Xalê Birê kesekî mirovhez û dilpak bû. Çendek berê Balekanî li ser Birahîmê Newrozî ev gotin ji min re gotin: “Xalê Birê gelek evîndost bû. Wî li ser keçikan gelek stran çêdikirin. Wî çi keçika ku bidîta û kêfa wî jê re bihata stranek li ser çêdikir. Li gundê me bi xwe jî wî li ser sê keçikan stran çêkirine. Xalê Birê stranên şer, evînî û kilamên mêraniyê digotin. Ew di nava gel de gelek dihate hezkirin...”
Balekanî di vê gotûbêja me de, li ser evîneke Xalê Birê jî ev agahî dane min:
“Xalê Birê li gundê me bûbû evîndarê keçekê. Lewre li ser wê stranek çêkiribû. Ji ber ku Xalê Birê zewicîbû, nekarî bi wê keçikê re bizewice. Piştî ku keçik bi yekî din re zewicî, hema bêje kasetên Xalê Birê li mala wan hatin qedexekirin. Ji ber ku kengê li Xalê Birê guhdarî bikirana ji nişkave ew stran derdiket û hin caran jî hin gundiyên lewçe û geweze, ew kilam bi taybetî derdixistin. Mêrê jinikê ji vê rewşê gelek aciz dibû û reaksiyan nîşan dida. Ku heta niha jî her wisa ye...”
Xalê Birê di sala 1986’an de, ji ber doza siyasî neçar ma welat terk kir û hate Stenbolê. Ew heft salan ango heta 1993’yan li Stenbolê ma. Ew, li Stenbolê carekê kete ber êrîşa sixûrên îraniyan û di encama vê êrîşê de birîndar bû. Ew bi qasî sê mehan li nexweşxaneyê raza. Xalê Birê di maweya heft salên ku li Stenbolê ma de, bi awayekî amatorî çar kaset dagirtin. Piraniya stranên wan kasetan, stran û kilamên wî bixwe bûn. Ez dikarim bibêjim ku çend ji wan stranan jî li ser Stenbolê ne.
Xalê Birê di sala 1993’yan de di encama efûyeke giştî de vedigere Îranê. Piştî ku tê efûkirin dest bi karê tacirî û bazirganiyê dike. Ew cil û berg, xalî-xalîçe, semawer û tiştên bi vî rengî ji Îranê tîne û li Stenbolê difiroşe nas û dostên xwe. Ji ber ku ew mirovekî dilgerm û rûxweş bû li Stenbolê jî xwe bi kesan dida hezkirin. Lewre dostên wî li Stenbolê pir bûn lewre jî di warê aborî de arîkariya wî dikirin...
Xalê Birê di sala 2001’î de li Gundê Coniyê ya girayî Urmiyeyê xatirê xwe ji me xwest ango koça xwe ya dawîn kir.
Wekî hate destnîşankirin, Xalê Birê bi sedan kilamên çêjdar û Kurdewar çêkiribûn û gotibûn.
Rehma Xwedê lê be. Dengê wî dê her li dinê be.....