Serrûpel Hejmar 37, reşemeh 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Helbest

Zeynel Abidîn: Sê helbest
Serkeft Botan: çîka çiyan
Binefşa Narînê: Payiza hestiyar
Cankurd: Trêna min
Forûx Faroxzad: Veger
Hemo Pêşeng: Tu yî
Adar Jiyan: Kevneperestî
Mîran Janbar: Deman xwe spart deman
Felek Dihokî: Lawê min î


TU YÎ

Hemo Pêşeng

Nêçîr 
        nêçîrvan û daristan
Karxezal û şêr
Rev û pêketin jî 
                Tu yî.
                  Kevan jî.
Karxezalê de mirin
        şêr da kuştin 
                   tu yî.
Rê rêwî û menzîl
     Meş û raman
Veqetîn û gehiştin 
                 tu yî
Westa bûn jî tu yî
            Vesîn jî.
Di rêwî da bêhnfirehî
Di rê da xelasbûn jî
                    tu yî.
Agir av û çol
şewat û lê
Ba
    Baran û
       bahoz  
               tu yî.
Ro jî tu yî
        tav jî.
Di êgir de şewat
Di avê de hênkayî jî
             tu yî.
Dil evîn û evîndar
şa bûn û xov
Mem jî
    Zîn jî
Bekoyê Ewan jî 
     Tu yî.
Hez kirin jî tu yî
        hesedî jî
di dilê Memê da evîn
Zînê de dilsozî
Bekoyê Ewan de fesadî jî 
                        tu yî.
Dem dewran û dewrêş
Despêk û dawî
Roj hîv û
          Stêrk jî 
                tu yî.
Ronahî jî tu yî
         Tarîtî jî.
Di rojê de tav
Di hîvê de şewl
             tu yî...

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.