Bajarekî,
Xewna min dixemilîne,
Xewna zelal
Û dest lê ne dayî.
Jê ne çûye bêhna biharê,
Mirov kevin nebûne,
Av neriziyaye hê;
Bajarekî wisa,
Bi rengê nahê!
Şev tarî nabin,
Mirov nacemidin.
Şev ronahiyek e,
Ji kerba dilên sêwiyan.
Sûkên wî çemekî kesk e,
Dikişe,
Diçe goleke adan.
Pare ne cariye li wira,
Û xebat,
Bes ji bo jiyandina evîn e.
Bajarekî ûtopîk
Û axir zemanê dilan,
Wisa ji xwe têr in ku,
Karker û zarok;
Reng ji hev naqehrin,
Gul dibin nîsan,
Bes ji bo,
Dilşahiya mirov dimeşe dîrok.
Bajarekî dînan e,
Zanim ev xewna dûr
Zanim,
Kedereke tûj li benda min be,
Bi kuştina aliyekî min derkeve sibe.
Lê ez dîsa jî,
Li benda xwe radiwestim,
Rastiya bi êş
Û daketina ramana kûr,
Nakokiya felsefeyeke bi xem
Û hest im...
Miriyên xwezayiya me,
Birayetiyên bê dawî.
Û behra jankêş,
Ji min zuhurî,
Ez im ya avî...
Bajarekî dixemilînim,
Ji dûrîkên êşan.
Dengê min naçê kesekî
Û dizanim,
Xiyaban vala dimînin,
Roj nayê dîtin,
Ji reşayiyê.
Lê ez hêvî didizim,
Bawerperest im,
Bi hêsir avdidim,
Tenêbûna dilê xwe,
Ti car nawestim...
Ti kes maye ku
Ji behra jana xwe newelidî!
Ti kes heye ku
Ji gazinda xwe wêde?
Raman dîntiyeke viyanparêzî,
Biryara kê dimeşe tê de?
Ev bazara me ye.
Xeyalan dikirin em,
Ji rastiya xwe re.
Sal kêm dimînin,
Umir dixweze ev cejna nefsî
Ev birîndariya me ye,
Bûye dubare...
Ji ber vê ez,
Şevan hişiyar im daîm;
Li benda stêrka me ya wendayî,
Hêza hebûna mêj de şikiyayî.
Li min şerm e ku,
Bixeyîdim,
Binalînim,
Min şerme ku,
Te ji bîr bikim bajarê min.
Tu ji min hay î?
Bajarekî dixemilînim,
Ez ne bitenê me.
Kûştiyên Failê Meçhûl
Û zarok dikevin,
Ruhê min,
Dicemide...
Bendek diqete ji tariyê,
Bi tevê tirsên avavok,
Xişma xwe diwelidînim,
Berbi sibezû.
Hêşînayiyekê ava dike,
Kêmasiyên min
Û xeyal dibin dayka wendayiyeke nû...
Ez hê jî nagîrîm
Û sedem radiperin,
Ji bo rik û dilşahiya wî...
Bajarê min,
Yê me hemûyan e,
Em hemû dijîn ji ber ku
Ev tenêbûna ji êşên me şûjiyayî...
Bes bajarekî dixemilînim ji kesera xwe,
Mirin ji destê min nayê vê gavê...
1998-Berlîn
Êvara Hîva mirî
Ji bo kîjan roj dibarî,
Êvara hîvê?
Ji bo kîjan rengên kevnare,
Ku ew bi zerbûna xwe dixemilin?
Keniyên te,
Rêzên miriyan dixe li ber rêya min,
Keniyên te yên reş û kelagirî,
Min divê!
Ji bo kîjan ramanên xesandî diaxifî,
Zimanê min?
Pelên weşiyayî dipelpitînin,
Peyvên belengaz.
Befir dibare li hembêza te ya jande
Û li ser hestên te,
Zivistanên bêkês hevdiparin,
Mewsimên xemawaz...
Ji ber ku tu jî nizanî,
Êvara hîvê,
Ronahîtir e,
Zelaltir e,
Ji umrê kesên xwebiyan,
Ji xewjînên bitirs
Ji kesên xweziyan!
Tariyên ku ji dil zayî,
Ne reş in...
Ji bo kîjan avayên hilşiyayî,
Kîjan destên avavok çêbûye evîn?
Hûnerên şêlû
Û helbestên bêgûman,
Tenêbûna me dimeşînin.
Da bersivek bide,
Êvara min!
Wêneyek,
Çi wext,
Nejîndebûna me ye?
Helbet tu dizanî,
Xêrxwazên dirû em dîl girtine,
Bo çi?
Eger em kesên xwekûj nebin,
Xewjîneke bêlom dibe jiyan!
Eger em kesên xwekûj nebin,
Xwedayên wî alî li ser pişta hev,
Bêhêz û birçî...
Wek xîzanên Medînê dimrin,
Pêxemberên wan...
Û dîrok dîsa jî,
Afateke jixwe têr e,
Ji bo xwedayan...
Ji bo kîjan rojê dibarî,
Êvara hîvê?
Kîjan rûyên bi êş,
Reqsên bi girî?
Xwe bi kêmbûna me diwelidîne zeman,
Mirov, bi nebûna yên din.
Em sûcdariya xwe diqetînin,
Û kemîneyên wan,
Baweriya me ye...
Mîna ewrên gewr,
Mîna keniyên mirî,
Asîmanê wan li jora me...
Ji bo kîjan rûbarê diherike evîn,
Kîjan dildar xwe înaye rûyê erd,
Û radestî çi wext mirin e?
Mirina zarokên lefîn...
Agir dibare caran,
Hişdibe kesayetiya me.
Bi tîna diljaniyê,
Bedenê min digrî,
Bedenê min...
Ax çi bêjim?
Tu koleyek bedew û sar î...
Ji bo kîjan rojê dibarî,
Êvara hîvê?
Tu nizanî!
Lê tu her dijî...
Mîna ferîşteyeke dûr
Û stûxar î...
1999 - Berlin
Peymaneke Jarî
Ronî,
Bi rîşê spî,
Mîna xaka bi kovan,
Û genimên hinekirî...
Teswîr derew dimînin,
Xew jî rastiya wisa,
Dûr û bê qesem.
Rîtma bê dawî ya evîn
Û pejirandina evrayî.
Ew a ku di kuncika dilan de,
Bi dizî ve dijî...
Dehlîza xurfeke zelal e,
Evîn.
Xurfeke bi raz û tarî.
Tirs dibin bê ziman,
Merhemet,
Hevalek mirî...
Li şaxên sitrî,
Dilopên gul,
Wek henasên nerm û hênik,
Henasên keçêke xama,
Bi keder û jarî...
Hêvî mîna qêrîn e,
Evîn, bêseda û aram.
Hingî kêm bibe hêvî,
Mirov şahiyeke bê encam...
Berxwe dide û elzem,
Raz diqelişin,
Mîna peymaneke jarî...
Bi hêza xwe bindest,
Bi nêrîna xwe kor,
Bi nalîna xwe kher,
Meşeke berwar e evîn.
Li ser ewrên windayî,
Li esîmanên avî,
Evîn zivistanek e,
Li hêmbêza kesên dûr û havî...
Ronî,
Û bi dilgeşî,
Bi rûyê xwe yê kevin,
Nikarî xwe bi dawî bînî.
Evîn raz e,
Li nav henasên bêperva!
Bi gunehan ve dicemidî,
Jiyan dibe zivistan,
Mirin jî bê bext
Dema ku,
Tu bê gune bimînî...